'Bi hêz û îradeya jin û gelên herêmê em ê li hemberî hemû êrişan bisekinin'

Pêkhateyên Minbicê got: "Ev xak bi xwîna zarokên me yên şehîd hat rizgarkirin. Em ê destkeftiyên xwe biparêzin. Bi hêz û îradeya jin û gelên xwe em ê li hemberî hemû êriş û planên li ser me têne kirin, bisekinin."

'Bi hêz û îradeya jin û gelên herêmê em ê li hemberî hemû êrişan bisekinin'
5 îlon, 2022   07:16
MINBIC-ŞÊRÎN SERXAN

Dewleta Tirk a dagirker gef û êrişên xwe yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dike. Bi van êrişan hewl dide projeya Osmaniya nû ava bike. Heman demê hewl dide têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re vegerîne.

Bi zêdebûna êrişên li ser herêmê, hevgirtina gelên herêmê û berxwedana wan a xweparastinê derdikevin pêş.

'TIRKIYE GELÊ SÛRIYÊ JI BO BERJEWENDIYÊN XWE BI KAR ANÎ'

Têkildarî mijarê berdevkê rûspiyên bajarê Minbic û gundewarê wê Mihemed Sadiq El Isêdî wiha axivî: "Ji destpêka aloziya Sûriyê ve di 2011`an de, hikumeta Erdogan gelê Sûriyê ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe bi kar tîne û destek da çeteyên DAIŞ`ê û wan li xaka Sûriyê belav kir da ku bi hêsanî derbasî Sûriyê bibe."

El Isêdî destnîşan kir ku piştî 6 salan ji şerê QSD`ê yê li dijî çeteyên DAIŞ`ê û serkeftina li hemberî çeteyên DAIŞ'ê, Rêveberiya Xweser tevî zor û zehmetiyan gavên mezin avêtin, ev serkeftin li xweşiya hikumeta Erdogan nehat.

Mihemed Sadiq El Isêdî anî ziman ku di sîstema dewleta Tirk a dagirker de tu pîvanên demokrasiyê tune ye, lewma bi hemû rêbazan û ji her alî ve çi leşkerî, çi aborî û siyasî şerê Rêveberiya Xweser dike û oposîzyona Sûriyê jî firot.

El Isêdî wiha axaftina xwe dewam kir: "Rûspî, şêx û Meclisa Rûspiyan a bajarê Minbic û gundewarê wê bêdengiya navneteweyî ya li hemerî qetilkirina gelê Sûriyê û koçberkirina wan, her wiha firotina xwîna wan şermezar dikin."

El Isêdî der barê armancên dewleta Tirk a dagirker de ev ev tişt anî ziman: "Armanca Erdogan ew e ku qada dagirkirinê ya li ser xaka Sûriyê berfireh bike û projeya Rêveberiya Xweser ku ji bo aloziya Sûriyê çareseriyeke, derbe bike. Em bang li gelê Sûriyê bi hemû pêkhate û olên wê dikin ku li dijî dewleta Tirk a dagirker yekitiya xwe ava bikin, ji ber ku dixwaze timayên xwe pêk bîne û li ser hesabên xwîna wan lihevkirinan çêbike."

'TOPBARAN CUDAHIYÊ NAXE NAVBERA MEZIN Û BIÇÛKAN'

Ji pêkhateya Çerkes Samir Hebaq axivî û got: "Ji dema bajarê Minbic û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin ve, dagirkeriya Tirk êrişî herêmên me dike da ku dagir bike, tima û berjewendiyên xwe pêk bîne."

Samir Hebaq wiha axaftina xwe dewam kir: "Em li herêmên ewle dijîn û ev jî ne li gorî siyaseta dagirkeriya Tirk e, ji ber vê hewl dide zextê li ser Ewropa bike ku li pêşiya penaberiyê veke û di vê demê de, nexasim bi nêzîkbûna dema hilbijartinan re destkeftiyan qezenc bike. Dewleta Tirk a dagirker bi îdiaya avakirina herêma ewle hewl dide rûbera dagirkeriya xwe ya li herêmê berfireh bike."

Hebaq anî ziman ku dewleta Tirk hewl dide bi hikumeta Şamê re li hev bike û ev li gotinên xwe zêde kir: "Ji ber ku hikumetê têkildarî lihevhatinê tu helwest an jî daxuyanî nedane, dewleta Tirk bi hemû rêbazên hovane û dûrî nirxên mirovahiyê zextê li ser herêmê dike û êrişî sivîl û zarokan dike."

Samir Hebaq di dawiyê de got: "Topbaran ferqê naxe navbera temen biçûk û mezin. Ev welat hêjaye ku mirov ji bo wê berdêlan bide. Ji beriya 5 salan ve em li ber xwe didin û em ê li ber xwe bidin jî û ji bo pêşerojê nifşan ava bikin û li dijî dagirkeriya Tirk li ser xaka xwe bimînin."

'DAGRIK HÊZ Û VÎNA JINAN Û PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK DIKE ARMANC'

Têkildarî mijarê ji pêkhateya Kurd Nesrîn El Elî jî got: "Ji destpêka ku Rêveberiya Xweser hatiye damezrandin ve li dijî modernîteya kapîtalîst e, ji ber vê hemû dewlet li dijî wê şer dikin, di serî de dewleta Tirk a dagirker ku çend herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kir,  gefên operasyonên leşkerî yên nû li herêma Minbic, Til Rifet û herêmên din dixwe."

Nesrîn  El Elî bal kişand ser rola jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha pê de çû : "Jinan ji Şoreşa Rojava re pêşengtî kir, di hemû qadên siyasî, leşkerî, dîplomatîk û aborî de hebûna xwe îsbat kir û ji cîhanê re da xuya kirin dikarin li dijî hemû êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên ên li ser herêmê bisekinin.''       

Nesrîn El Elî da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov hêz û vîna jina azad dike armanc  û got: "Ev jî dide xuyakirin ku dagirker dizane jin bûye xwedî hêz û dikare biryaran bigire. Dewleta Tirk a dagirker ji hêz û îradeya jinan ditirese ku li tevahî cîhanê belav bibe, ji ber vê yekê wan dike hedef."

Nesrîn El Elî bi domdarî got: "Em dizanin ku dewleta Tirk erêkirina pêkanîna operasyoneke leşkerî li ser herêmê wernegirtiye, lewma balafirên bêmirov bi kar tîne da ku projeya me ya neteweya demokratîk têk bibe. Civîna di navbera Tirkiyê û hikumeta Şamê de û hewldana lihevkirinê bi armanca jiholêrakirina projeya me û şerê QSD`ê bû ku ji ewladên bajêr hatiye avakirin."

Nesrîn El Elî di dawiyê de got: "Em gelê herêmê rê nedin dewleta Tirk a dagirker ku xaka me dagir bike, ji ber ku me bi saya xwîna şehîdên xwe rizgar kiriye û em parastina destkeftiyên wan bikin. Her wiha em şopdarên rêya azadiyê bin. Di heman demê de bi hêz û vîna jinan em ê li hemberî hemû êriş û lihevkirinan bisekinin."

(eh)

ANHA