Şaredariyên Gel xebatên sererastkirina rêyên Amûdê û Kobanê didomînin

Şaredariyê gel ên Kobanê xebatên xwe didomînin, her wiha Şaredariya Amûdê xebatên qîrkirina gelek rêyên navçeyê û bajarokên wê bi dawî kirin û ji bo projeyên din plansazî daniye.

Şaredariyên Gel xebatên sererastkirina rêyên Amûdê û Kobanê didomînin
5 îlon, 2022   07:28
KOBANÊ

Şaredariya Gel a Kobanê piştî ku projeyên xwe di destpêka meha Gulanê de eşkere kirin, di 25’ê heman mehê de dest pê kirin, rê qîr kirin û torên kanalîzasyonê çêkirin.

Heta niha Şaredariyên Gel ên Kobanê bêhtirî 7 hezar metre ji torên kanalîzasyonê li navçeya Sirîn û taxên şehîd Xebatkar û Botan Şerqî yên bajarê Kobanê bi dawî kirin.

Der barê qîrkirina rêyên kantonê de, hemû şaredariyan rê bi dirêjiya 94 km sererast kirin û 6 km rê bi kevirên hûr sererast kirin. Her wiha rêyan bi 34 km qîr zîft kirin. Her wiha li bajarokên Til Xezal û Celebiyê 8 rogar hatin danîn.

Şaredarî hewl dide karên qîrkirinê li hundirê bajarê Kobanê berî demsala zivistanê bi dawî bike, wek zîftkirina rêyan bi 15 hezar metrekab qîr li Taxa Şehîd Kawa û bidawîkirina sererastkirina rêya Kobanê-Cerablusê û çêkirina tora kanalîzasyonê li Taxa Şehîd Xebatkar.

Girêdayî mijarê, hevseroka Komîteya Şaredariyan a Herêma Firatê ku 11 şaredariyên gel ên herêmê girêdayî wê ne, Meqbûle Bekî wiha axivî: “Em xebatên xwe ji bo şêniyan didomînin. Me ji şaşiyên xwe yên berê sûd girt, her wiha karmendên me jî ji salên borî tecrube girtin, rola derçûyên Zanîngeha Rojava û tevlêbûna wan a karên şaredariyan jî di pêşketina kar de hebû.”

Meqbûle Bekî di dawiya axaftina xwe de bang li şêniyan kir ku bi şaredariyê re bibin alîkar.

AMÛDÊ

Şaredariya Gel a Amûdê jî xebatên xwe yên di nav plansaziya sala 2022’yan de bi lêçûna 315 hezar dolarî didomîne.

Şaredariyê karên zîftkirina rêya kolana Kembera Başûr bi hezar û 200 metrekab qîr bi lêçûna 13 hezar û 761 dolarî, her wiha sererastkirina Qada Şehîd Cîhad a navenda navçeyê, bi dawî kirin.

Şaredariya Gel bi koordîneya Daîreya Avê, plana kolandina bîreke avê ji bo peydakirina ava vexwarinê ji taxên ku ava vexwarinê lê qut dibe, bi lêçûna 28 hezar û 866 dolaran kir.

Li bajarokê Sinciqê Sadûn, şaredariyê gelek rêyên bajarok û gundên wî ji bo hêsankirina çûn û hatina gundiyan qîr kirin. Di wê çarçoveyê de rêya gundê Şore û Debûs bi dirêjiya 4 km û rêyên gundên Mamirlî-Zûlfeqar û Sîmtik Newaf-Mamirlî bi kevirên hûr sererast kirin, her wiha rêya giştî ya gundên Qere Tepe, Şore û Debûs bi dirêjiya 11 kîlometre sererast kir.

Şaredariya bajarokê Topo jî rêyên gundên girêdayî wî wek rêyên gundên Dîkiyê-Qijle û Xanikê-Eyn Qirde bi dirêjiya 2 kîlometreyan û bi lêçûna 8 hezar dolaran, bi kevirê hûr sererast kir.

Her wiha rêya gundê Cirnik heta rêya giştî û rêya gundê Xirbet Ezî-Qirê hatin sererastkirin.

Li bajarokê Caxir Bazar, şaredariyê rêyên gundê Hêlan a digihîje rêya M4 û gundê Col Bustan, Bêzraq, Belî Sîha û Dawûdiyê bi dirêjiya 11 kîlometre û lêçûna 24 hezar û 400 dolarî sererast kirin.

Şaredariya Tobz, rêyên Demdem, Tobz, Olîce, Şorik, Babilxêr, Xezalîk, Girê Moza û Simêtik bi lêçûna 12 hezar û 500 dolarî sererast kirin.

Hevseroka Şaredariya Gel a Amûdê Selma Hisên destnîşan kir ku xebatên wan didomin û hê jî proje hene ku nehatine pêkanîn.

Selma Hisên diyar kir ku wan 253 metrekab zîft ji bo karên sererastkirina kolanên navçeya Amûdê veqetandine, her wiha dê projeya ronîkirina navçeyê jî dest pê bike.

(mh)

ANHA