´Operasyona Sondê û Pêngava Mirovî û Ewlehiyê dê baskên Tirkiyê bişikînin´

Endamê Desteya Edîtoriya Kovara Şerq El Ewsat El Demokratîk Îsamîl Xalid da zanîn ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ´ê û Operasyona Sondê ya li dijî sîxuran dê baskên dewleta Tirk a dagirker li herêmê bişikînin û planên wê bi bin bixin û got: "Projeya Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn a herî serkeftî ye."

´Operasyona Sondê û Pêngava Mirovî û Ewlehiyê dê baskên Tirkiyê bişikînin´
5 îlon, 2022   07:12
KOBANÊ

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dest bi Operasyona Sondê kir û bi wê re bi dehan ajan û sîxurên dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtin. Her wiha dûre Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD´ê dest bi qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li Kampa Holê kir, ku şaneyên çeteyên DAIŞ´ê bigirin. Bi wê re gelek ji wan girtin, cilên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker û xendek dîtin.

Têkildarî mijarê, endamê Desteya Edîtoriya Kovara Şerq El Ewsat El Demokratîk Îsmaîl Xalid wiha got: "Gavên ku QSD´ê dest pê kirin, sîxur û ajanên dewleta Tirk a dagirker girtin, piştgiriya wê ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn re di Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ´ê li Kampa Holê de dê encaman bi xwe re bîne, baskên dewleta Tirk têk bibe û planên wê yên şerê taybet bi bin bixe."

´PÊNGAVÊN QSD´Ê PLANÊN DEWLETA TIRK TÊK BIRIN´

Xalid wiha domand: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ne nû ne, lê belê encamên dîroka dijminane ya li dijî şêniyên herêmê ye ku êdî planên wê û dijminatiya wê baş dizanin. Ger em hinekî bi paş de vegerin û li dîroka vê dijminahiyê binêrin em ê bibînin ku dewleta Tirk li dijî çi projeyeke azad a şêniyên herêmê ye, bi taybet kurdan ku hemû hewlên xwe ji bo rizgarî û lêgerîna aştiyê bi kar tînin."

Xalid ev tişt li axaftina xwe zêde kir: "Nakokiya rejîmên cîhanê di van salan de zêde bûn. Ji ber di navbera dewletên mezin de êdî dest bi Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dibe, ne tenê li Rojhilata Navîn lê li tevahî cîhanê. Dewleta Tirk jî hewl dide ji nîşaneyên vî şerî sûdê wergire û armanca xwe ya yekemîn a têkbirina çi projeyeke kurdî pêk bîne."

Li ser planên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmê Xalid ev tişt anî ziman: "Li gel dewleta Tirk planên berfirehkirinê ji Lîwa Iskenderon û heta bi sînorê Îranê û tîmayên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene. Ji lew re krîza cîhanê derfet digire ku planên xwe bi rêya dagirkirina rûberên fireh ji herêmê bi hincetên derew pêk bîne. Ji ber wê dewleta Tirk bi awayekî zêde êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û Başûrê Kurdistanê topbaran dike. Dewleta Tirk di wê yekê de têkiliyên xwe yên Rûsya û Amerîkayê re bi kar tîne. Lê QSD´ê dê bi rêya pêngavên xwe planên wê têk bibe."

´QANÛNÊN NAVNETEWEYÎ NE DI XEMA DEWLETA TIRK DE NE´

Li ser sûc û komkujiyên ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne Îsmaîl Xalid ev tişt got: "Qanûnên navneteweyî ne di xema dewleta Tirk de ne. Ew ji dema damezrandin û heta roja îro ve bi gelek caran qanûnên navneteweyî bin pê kirine. Piştî AKP´ê hat ser desthilatê jî, êdî tu girîngî nade qanûnên parastina mafên mirovan li herêmê. Qutkirina ava çemê Firatê nîşaneya herî mezin a sûcên wê li herêmê ye."

Têkildarî hewlên berfirehkirin û gefên pêkanîna êrişan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina wê Xalid ev tişt got: "Dewleta Tirk hewl dide sûdê ji peymanên bi hikumeta Şamê re îmze dike, wergire û dagirkirina herêmê fireh bike da ku projeya xwe ya dagirkeriyê pêk bîne, projeya neteweya demokratîk a Rêveberiya Xweser têk bibe û demografiya herêmên me mîna li Efrînê kiriye biguhere."

´ARMANCA YEKEMÎN TÊKBIRINA PROJEYA DEMOKRATÎK E´

Xalid li ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên nêzbûna ji hikumeta Şamê axivî û wiha got: "Armanca dewleta Tirk û hikumeta Şamê yek e. Ew jî dijbertiya çi projeyeke Kurd û têkbirina wê ye. Fikrê Erdogan û Bassê yek e û armanca wan Kurd tu mafên xwe wernegerin."

Xalid wiha pê de çû: "Projeya Rêveberiya Xweser li herêma Rojhilata Navîn ku tê de krîz heye ya herî serkeftî ye. Rêveberiya Xweser bi tecrûbeya xwe ya yekane serkeftinên mezin di aliyê rêzgirtina mafên pêkhateyan û parastina olan de îsbat kirin. Her wiha jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên ku di krîzeke 11 salan de dijî pêk anî. Dewletên faşîst jî dixwazin van projeyên demokratîk bin pê bikin."

Îsmaîl Xalîd wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê şêniyên herêmê hişyar bin. Ji ber dewleta Tirk a dagirker hewl dide komkujiyên din pêk bîne. Armanca wê ya sereke têkbirina gelên li herêmê ye."

(fr)

ANHA