Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 12´yan de didome

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja xwe ya 12´yan de bi lêgerîna li beşa 5´an a kampa Holê ku tê de koçberên sûrî hene, didome. Li wê beşê konek taybet bi îşkenceyê hate dîtin.

Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 12´yan de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 12´yan de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 12´yan de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 12´yan de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 12´yan de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 12´yan de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 12´yan de didome
Pêngava Mirovî û Ewlehiyê di roja 12´yan de didome
5 îlon, 2022   06:37
HESEKÊ

Qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgriya QSD, YPJ û YPG´ê li kampa Holê di 25´ê Tebaxê de dest pê kiriye, keta roja xwe ya 12´yan.

Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê saet 05:00´an berbanga îro li beşa 5´an ku şemiyê lêgerîna tê de bi dawî nebûbû dest pê kir. Di wê beşê de koçberên sûrî hene.

Hêzên beşdar îro li wê beşê konek taybet bi îşkenceyê dît.

Hîna operasyona lêgerîn û paqijiyê didome.

(fr)

ANHA