Li Kampa Holê tiştên qedexekirî

Bi qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê de gelek tiştên qedexekirî hatin dîtin. Ev cihên ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ji xwe re kiribûn stargeh ji aliyê hêzên pêngavê ve yek bi yek tên bêbandorkirin. 

Li Kampa Holê tiştên qedexekirî
Li Kampa Holê tiştên qedexekirî
Li Kampa Holê tiştên qedexekirî
Li Kampa Holê tiştên qedexekirî
Li Kampa Holê tiştên qedexekirî
5 îlon, 2022   05:33
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Kampa Holê ku xeternaktirîn kampên cîhanê ye, di sala 1991'an de ji aliyê Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat avakirin. Ev kamp ku cara yekem di Şerê Kendavê de ji bo penaberên Iraqê hat bikaranîn, di sala 2003’yan de dema Amerîkayê êrişî Iraqê kir, penaber pêşwazî kirin. Bi dagirkirina Mûsilê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve, kamp dîsa bû cihekî ku penaberên Iraqê xwe lê digirin.

Di dawiya sala 2015`an de Kampa Holê kete bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD). Ev kampa ku tenê bi dehan penaber lê diman, bi êrişên DAIŞ'ê yên li ser Sûriyê re hejmara penaberan lê gihaşt deh hezaran.

LI BER ÇAVÊ CÎHANÊ SÛCÊN HERÎ HOVANE TÊN KIRIN

Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê navenda kantona Hesekê ku ji xeternaktirîn kampên li cîhanê ye û wekî bombeya li ber teqînê ye. Bi hezaran malbatên çeteyên DAIŞ’ê li vê kampê dijîn û xetereyeke mezin çêdikin. Ji 50 welatan malbatên DAIŞ’î li vê kampê hene. Li wir nifşekî ku li ser hişmendiya DAIŞ’ê ya tundraw perwerde dibe, mezin dibe. Bi taybet jî di bûyerên kuştina penaberan de zarok wek îstixbarat têne mezinkirin. Ruxmî vê xetereyê jî lê heya niha hêzên navneteweyî berpirsyariya xwe ya li hember dosyaya malbatên çeteyên DAIŞ`ê pêk naynin. Ewlehiya kampê tenê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê kirin ku bi aramanca parastina kampê gelek şehîd jî hatine dayîn. Sûcên herî hovane li vê kampê pêk tên ku cîhan li hemberî vê bê deng e. Ji serjêkirinê bigirin heya recmkirinê di asta herî jor de sûcên herî hovane li vir tên meşandin. Penaberên kampê ji vê hovîtiyê êdî bêzar bûne. Ev hovîtî bi destê şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê pêk tê.

ÇIMA ÎSAL QONAXA DUYEMÎN A PÊNGAVA MIROVÎ Û EWLEHIYÊ DEST PÊ KIR?

Bi taybet jî bi êriş û gefên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmên nû yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şaneyên DAIŞ`ê yên li benda fersendekê ne ji nû ve ketin nava tevgerê. Jixwe têkiliyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker ji sala 2015`an ve di êrişên li ser Kobanê de eşkere bûbûn ku heya niha jî ew têkilî bi awayekî xurt didomin. Dewleta Tirk Kampa Holê wekî parêzgeha nifşên nû yên çeteyan dibîne. Ji ber wê jî her êrişek anku gefek li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin, li vê kampê çeteyên DAIŞ`ê dikevin tevgerê ku prespektîfan yekser ji dagirkeriya Tirk digirin.

Bi êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa re, şaneyên veşartî li Kampa Holê ketin nava liv û tevgerê û tevliheviyeke mezin derxistin. Hewl dan ku ji hundir û derveyî kampê çend caran êrişan pêk bînin da ku ji xwe re korîdorekê ber bi herêmên rojhilatê Sûriyê ve ku bi sînorê Iraqê, çolistana Sûriyê û sînorê Tirkiyê ve tên girêdan, vekin. Li ser vê esasê bi armanca desteka êrişa li ser girtîgeha Sînaa hewldanên revê di kampê de çêbûn. Ew hewldan ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin têkbirin.

Li gorî daneyên dawîn, niha li Kampa Holê 54 hezar û 390 kes hene. Ji wan 27 hezar û 816 iraqî, 18 hezar û 483 sûrî û 8 hezar û 91 kesên ji malbatên DAIŞ`î ne. Lê ji ber bûyerên kuştinê li kampê zêde bûne, ev hejmar carê tê guhertin.

Îsal şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê û malbatên wê li dijî niştecihên kampê 43 sûcên kuştinê bi rêbazên cuda pêk anîne ku di encamê de 44 kes, ji wan 14 jin û 2 zarok qetil kirin. Şaneyên veşartî ev sûc bi rêya tiving û demançeyên bêdeng an jî bi rêya alavên tûj pêk anîne û termên wan avêtine kanalên kanalîzasyonê da ku sûcên xwe veşêrin. Her wiha şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê 13 hewldanên revandina niştecihan ji kampê kirine. Gelek caran wan şaneyan hewl da dîwarên parastinê yên li derdora kampê rakin.

Li dijî hewldanên têkbirina ewlehiyê û ji bo tunekirina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê, di 28`ê Adara 2021`an de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya QSD, YPG /YPJ`ê qonaxa yekemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihandibû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 4`ê Nîsana 2021`an de qonaxa yekemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê bi dawî kiribû û ragihandibû ku wan 125 çeteyên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê girtine ku 20 ji wan serçeteyên DAIŞ`ê bûn. Ev pêngav şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê zêde tengav kiribû. Bi taybet îsal gelek malbatên çeteyên DAIŞ’ê hewl dan ji kampê birevin. Ajansa me der barê hewldanên revê yên malbatên çeteyên DAIŞ`ê de di 2'yê Tebaxê de nûçeyek parve kiribû.

QONAXA DUYEMÎN

Bi êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên nû re tevgerên şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li kampê jî zêde bûn. Ji bo mîsogerkirina ewlehiyê bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya QSD, YPG/YPJ`ê 25'ê Tebaxa îsal qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê hate ragihandin. Pêngav di saetên sibehê de bi tevlêbûna bi sedan şervan û endaman bi baldariyeke mezin dest pê kir. Di serî de bang li penaberên li kampê tê kirin û paşê yek bi yek kon tên kontrolkirin. Penaber bi awayekî ewle ji bo wergirtina sicîlan tên komkirin. Piştî bidawîkirina operasyonên lêgerînê li beşên kampê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn nobedariya ewlehiyê digirin. Ji sedî 50 kamp ji aliyê hêzên pêngavê ve hatiye kontrolkirin.

Di encama pêngava ku heta niha didome de bi dehan çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin û bi sedan gumanbar jî hatine destgîrkirin. Gelek amûrên ku ji aliyê rêveberiya kampê ve hatine qedexekirin, hatin dîtin.

KONÊN VALA

Li gorî rêveberiya Kampa Holê, konên vala qedexe ne. Ev kon ji aliyê şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ve bi darê zorê ji penaberan tên girtin. Di konên vala de şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê perwerdeya hişmendiya DAIŞ`ê didan. Li ser vê armancê bi dehan zarokên penaberan hatine revandin. Van konan wek navendên perwerdeyê bi kar tînin. Hin konên vala jî wek dadgeh hatibûn bikaranîn ku biryara kuştin, îşkence û recmkirina jinan li wir dihate dayîn. Şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ji bo serlêdana çetetiyan jî kon vedabûn. Kesên ku tev li DAIŞ`ê dibûn, di konekî vala de dihatin qebûlkirin. Zewaca şerîatê di konên vala de dihat kirin. Li ber van konan jî ji aliyê şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ve nobedarî dihat kirin.

Di çarçoveya pêngavê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hemû konên vala hatin rakirin. Derveyî vê dorpêçkirina derdora kon herî zêde divê 2 metreyan derbas neke. Ji ber şaneyên veşartî êvarî derdora konan nobet digirin. Di encama pêngavê de bi sedan konên vala hatin dîtin û rakirin. Di 29'ê Hezîrana îsal de ajansa me nûçeyek der barê “dewreyên şerîetê” de ku zarokên keçîn li ser fikrên DAIŞ'ê yên tundraw perwerde dikirin, belav kiribû.

AVAKIRINA XANIYAN

Di nav konan de gelek xaniyên veşartî hatin dîtin. Ev xanî bi kelpîç, ax û blokan hatine avakirin. Li gorî rêveberiya kampê, avakirina xaniyan qedexe ye. Lê şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê van xaniyan wek mewzî bi kar dianîn. Xaniyên hatine avakirin fîşekan derbas nake. Piranî bûyerên kuştinê di wan xaniyan de bi çekên bêdeng hatin kirin. Ev xaniyên ji aliyê şaneyan ve hatine avakirin, hatin xirabkirin.

Xwedîkirina pez li kampê qedexe ye. Hem di aliyê tenduristî de hem jî di aliyê peydakirina pêdiviyan de hatiye qedexekirin. Şaneyên veşartî pez xwedî dikin ku li ser perwerdekirina serjêkirinê pezan bi kar tînin. Bi taybetî jî zarokan fêrî serjêkirina pez dikin ku hişmendiya DAIŞ`ê zindî bikin.

TUNEL, KORT, XENDEK

Di encama pêngavê de gelek kort, xendek, tunel, karîz jî hatin dîtin. Şaneyên veşartî bi taybet cenazeyên jinên kuştine, diavêjin van kortan. Her wiha piştî bûyera kuştinê şane ji bo neyêne girtin, xwe tê de vedişêrin. Alavên îşkence û kuştinê jî di nava van kort û tunelan de hatin dîtin ku ji aliyê hêzên pêngavê ve hatin desteserkirin. Di 19'ê Gulanê de ajansa me nûçeyek der barê avetina cezaneyê jinekê di kanalîzasyonê de parve kiribû.

KEVNEŞOPÊN DAIŞ’Ê

Her wiha di pêngavê de gelek tiştên ku DAIŞ’ê pênase dike, hatin dîtin. Pirtûk, pere, belgeyên DAIŞ`ê ji aliye hêzên ewlekariyê ve hatin dîtin. Ev hemû li kampê hatine qedexekirin. Telefon, kompîtur, tablet, xetên telefonê li kampê qedexe ne. Lê di şopandina pêngavê de ev hemû binaxkirî bi awayekî biguman hatin dîtin. Ji ber gumana têkiliyên bi çeteyên DAIŞ re ew jî hatin desteserkirin.

Lojîstîk, mazot û gaza zêde ye ku gelek caran hewl didin van derxin derve. Xencer, çek, fîşek, cilên leşkerî, motorsklêt û kablên kehrebeyê jî di kampê de qedexekirî ne.  

Der barê van qedexeyan de endama rêveberiya Kampa Holê Cîhan Henan ji ajansa me re axivî.

‘QEDEXE LI GORÎ BIRYARÊN NY Û RÊVEBERIYA KAMPÊ NE’

“Li vê kampê gelek tişt ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve qedexe ne, hatin dîtin.” Bi van gotinan Cîhan Henan da zanîn ku li gorî zagonan qedexe hatine ragihandin.

Cîhan Henan bal kişand ser mijara konên zêde ku ji aliyê şaneyên veşartî ve bi armanca cihên perwerde û dadgehê tê bikaranîn û got: “Endamên malbatên kampê 8 kes bin konek ji wan re tê dayîn, ger zêdeyî 8`an bin wê demê 2 kon ji wan re tê dayîn. Li kampa Holê dema ku penaber nû tên gelek tevlihevî derdikeve ku hin kes du caran navê xwe qeyd dikin. Ji ber wê Neteweyên Yekbûyî û rêveberiya kampê neçar man ku vê mijarê ji nû ve kontrolbikin. Niha konên zêde li kampê fermî qedexekirî ye.”

'JI BER EWLEHIYÊ ME NIKARÎBÛ MUDAXELE BIKIRA'

Cîhan Henan, diyar kir ku gelek tiştên qedexekirî li kampê hatine binpêkirin ku ji ber êrişên şaneyên DAIŞ'ê nikarîbûn mudexele bikin. Yek ji wan qedexeyan lêkirina dîwaran di nava konan de ye. Der barê vê de Cîhan Henan got: “Gelek odeyên ku bi blokan hatine avakirin di encama pêngavê de hatin dîtin. Ev ji aliyê NY ve jî qedexe ye. Xwedîkirina lawiran weke pez qedexe ye. Wekî rêveberiya kampê me vî tiştî qedexe kir ku gelek nexweşî bi van lawiran re derbasî kampê dibin. Lê gelek lawir li kampê de tên xwedîkirin û gelek odeyên bi bilok jî hatine avakirin. Em ji ber ewlehiyê nikarîbûn derbasî nav kampê bibin ku bi taybet şaneyên DAIŞ van bi tiştan birêxistin dike. Ji ber wê jî em nikarin bi rehetî di nav kampê de tevbigerin. Di nav kampê de cilên leşkerî qedexe ne. Ev qedexe ji bo hemû kampên cîhanê derbasdar e.”

Cîhan diyar kir ku ew bi hêvî ne ev pêngav bi awayekî serkeftî bi dawî bibe û got: “Divê di nav kampê de êdî kuştin bê sekinandin û divê NY bi erkên xwe rabe.

Ruxmî xetereya mezin a Kampa Holê jî bêdengiya civata navneteweyî di serê mirovan de pirsnîşanan çêdike ku gelo naxwazin xetereya DAIŞ’ê bi dawî bibe?

ANHA