ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-9-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 5-9-2022`YAN
4 îlon, 2022   23:00

Şêniyên Dêrikê tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Esed Selahedîn li gundê Rek Ava dibin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêngava Ewlehî û Mirovî di roja xwe ya 12`an de berdewam e.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Çalakiya konvedanê ya li hember bêdengiya navneteweyî ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk li pêşiya navenda Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penabaran a NY ya li Qamişlo li dar ketiye didome saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rûspiyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê ji bo nîqaşkirina rewşên siyasî û leşkerî yên li herêmê civînekê li dar dixin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Zirgan a kantona Hesekê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û bêdengiya hêzên garantor xwepêşandan li dar dixin saet di 12:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê bi koordîneya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan li hember êrişên dagirkeriya Tirk li navçeya Sirînê ya herêma Firatê xwepêşandan li dar dixin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîr û siyasetmedarê sûrî Mihemed Bobo da zanîn ku bernameya MSD´ê nûnertiya wê dike ji bo hemû sûriyan sûd e, ji ber bêyî nîjadperestî parastina mafên hemûyan dike û got "lihevkirin" krîza Sûriyê çareser nakin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Endamê Desteya Edîtoriya Kovara Şerq El Ewsat El Demokratîk Îsamîl Xalid da zanîn ku Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ´ê û Operasyona Sondê ya li dijî sîxuran dê baskên dewleta Tirk a dagirker li herêmê bişikînin û planên wê bi bin bixin û got: "Projeya Rêveberiya Xweser li Rojhilata Navîn a herî serkeftî ye." (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê de gelek tiştên qedexekirî hatin dîtin. Ev cihên ku şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê ji xwe re kiribûn stargeh ji aliyê hêzên pêngavê ve yek bi yek tên bêbandorkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN) 

2 çeteyên DAIŞ`ê yên ji Iraqê ku di qonaxa duyemîn a Pênava Ewlehî û Mirovî de hatine girtin, detayên revandina mihacîrat, mêvanxaneyên çeteyan li Tirkiyê û dermankirina çeteyan di nexweşxaneyên Tirkiyê de, eşkere kirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên herêma Cizîrê beşdarbûna PDK'ê bi artêşa Tirk a dagirker re di êrişên wê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de û vekirina rê ji artêşa Tirk bi xiyanetekê li dijî destkeftiyên şoreşê bi nav kir û diyar kirin ku ew êw ê li hemeberî hemû êrişan bisekinin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hiqûqnasên ji Reqayê destnîşan kirin ku tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan sûcek li dijî mirovahiyê ye. Hiqûqnasan bang li aliyên çalak kir ku fişarê li Tirkiyê bikin da ku bendên qanûna têkildarî dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan biguhere û biryara mafê hêviyê pêk bîne.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Siyasetmedaran da zanîn ku armanc ji nêzbûna di navbera Enqere û Şamê de şerê li dijî Rêveberiya Xweser e û got xwesteka dewleta Tirk ji vê nêzbûnê binkeftina wê di ferzkirina hegemoniya xwe li ser herêmê de ye. Her wiha berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafekî rewa ya li dijî dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê ye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Pêkhateyên Minbicê got: "Ev xak bi xwîna zarokên me yên şehîd hat rizgarkirin. Em ê destkeftiyên xwe biparêzin. Bi hêz û îradeya jin û gelên xwe em ê li hemberî hemû êriş û planên li ser me têne kirin, bisekinin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

DOSYA

Li dijî gelê Kurd ê li Sûriyê gelek planên bi armanca qirkirina siyasî û civakî hatin kirin. Ya herî sereke di pêvajoya serdestiya Partiya Baas 'ê de bû ku heta niha welat hikum dike. Lê nêzîkatiyên vê partiyê li hemeberî kurdan di dema Hafiz El Esed û kurê wî Beşar Esed de ji hev cûda bûn.(BI WÊNE)

ÇAND Û HUNER

Komîteya Çand û Hunerê ya Tebqayê, ji temamkirina xebatên sererastkirina dika şewitî ya navendê, nêz maye. Tê payîn ku Festîvala 1`emîn a Stranan li ser vê dikê were lidarxistin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Şaredariyê gel ên Kobanê xebatên xwe didomînin, her wiha Şaredariya Amûdê karên qîrkirina gelek rêyên navçeyê û bajarokên wê bi dawî kirin û ji bo projeyên din plansazî daniye.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA