Rewşenbîrên ji Laziqiyê banga lidarxistina kongryeke nîştimanî kir

Beşdarên Komxebata Şêwirê ya Reqayê bal kişand ser bandorên destwerdanên derve di krîza Sûriyê de û diyar kir ku pêdivî bi çareyekê heye ku hemû sûrî li ser wê li hev bikin.

Rewşenbîrên ji Laziqiyê banga lidarxistina kongryeke nîştimanî kir
2 îlon, 2022   13:42
REQA

Di beşê yekemîn ê Komxebata Şêwirî ya li Reqayê de geşedanên siyasî û girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê hatin nîqaşkirin.

Girêdayî vê yekê serokê Yekitiya Parêzeran a li Dêrazorê Welîd Meter El Fend got: "Li gel civata navneteweyî tu xwestekên dîtina çareyeke siyasî ji krîza Sûriyê re tune ye. Divê gelê Sûriyê çarê bibîne."

El Fend diyar kir ku berjewendiyên navneteweyî û tîmayên wê temenê krîzê dirêjtir kir û azarên sûriyan bi giştî zêde kirin û got: ''Em dibînin ku bêyî çareyekê ku hemû sûriyan razî bike, tu çareyek ji krîzê re tune ye."

Li aliyekî din jî lêkolîner Feda Elîdîn ê ji Laziqiyê wiha got: "Em hemû rewşên objektîf ên ku mentiq wan kontrola nake dizanin. Dostê dijmin hevalbendê me ye. Mîna van geşkirinên siyasî ji bo Sûriyeke nû divê nebin cihên tecrûbeyan. Lê belê, bê guman divê berjewendiyên hemû sûriyan dabîn bikin."

Rewşenbîr Mihemed Bobo yê ji Laziqiyê jî wiha got: "Pêdiviya me bi kongreyeke nîştimanî heye ku hemû pêkhateyên gelê Sûriyê bi garantiyên navneteweyî yên guncaw kom bike, encamnameyekê fermî ji bo çareyeke rasteqîn ji herêmê re nexşe bike. Di serî de ev kongre, ku azadiya biryarê garantî dike. Gelo welatparêzên sûrî dikarin mafên xwe yên azad pêk bînin û biryarên ji bo çarekirina vê krîzê bidin?"

Bobo bi domdarî got: "Em destekê didin çareya siyasî ya sûrî-sûrî bi rêya diyalogeke giştî bêyî destwerdana hêzên herêmî û cîhanê. Ji ber ev yek girêdayî sûriyan bi xwe ye û bêyî wan tu çare ji krîzê re tune ne."

Beşdaran banga rawestina şer û derxistina hemû dewletên ku destwerdana leşkerî di Sûriyê de dikin, kir.

Piştî nîqaşên der barê beşa yekemîn bi dawî bûn, endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk Elî Rehmûn li ser nasnameya nîştimanî ya gitşî axivî û wiha got: "Li gel rewşa civata Sûriyê ji parçebûn, qutbûn û dubendîbûna siyasî, civakî, erdnîgarî û çandî dijî, krîza nasnameyê doza navnedî ya çi diyalogekê li ser çareyeke giştî li Sûriyê ava dike."

Rehmûn wiha domand: "Di dema em li ser nasnameya nîştimanî ya Sûriyê diaxivin de, mebesta me nasnameya exlaqî ya welat bi giştî ye. Di dîrokê de nasnameyeke nîştimanî ya Sûriyê ji dema damezrandina wê ve weke dewletekê di destpêka sedsala 20´an de nebû. Nasname bi awayekî çêkirî ji derve ve li ser hate ferzkirin û tevgerên neteweperest ên teng li ser mûzaîka civakî ya cihêreng pêk anîn."

Rehmûn da zanîn ku nasnameya sûrî ji sedsalî ve azarên biyanîbûnê dikişîne û ev doz ji binî ve nehat çarekirin, her wiha anî ziman ku nîqaşên li ser krîza nasnameyê bi giştî beriya 2011´an di jiyana çand û siyasetê de qedexe bû.

Rehmûn destnîşan kir ku piştî tevgera gelê li Sûriyê û tundiya siyasî, şêweyên dijber ên nasnameyê derketin û wiha domand: "Nasnameya neteweperest a yekalî ku rejîma Sûriyê xwedî lê derdikeve û nasnameya nîştimanî ya demokratîk ku hîna di çarçoveya damezrandinê de ye û nûnertiya wê tevgera demokratîk  a nîştimanî dike.''

Rehmûn diyar kir ku nasnameya cîhadîst a îslamî hêmanekî kişandinê ya di ser çarçoveya nîştimanî re ava kir û laîka lîberal di xwerêxistina bin banê rêgezên nasnameya nîştimanî de bi bin ket. Di encamê de nasnameyên dijber û tevlihev hene. Ew şerê hemûyan li dijî hemûyan e.

Elî Rehmûd ev tişt got: "Nasnameya nîştimanî ya Sûriyê giştî pêwîstiyeke dîrokî ya Sûriyê ye. Ew jî gava destpêkê ber bi pêkanîna aştiya civakî ye. Bêyî wê dê tevlihevî çêbe û dê çare demkî bin."

Di dawiyê de Elî Rehmûn behsa nasnameya nîştimanî ya giştî, xêzkirina siyaseta nasname û şêweyên wê, nasnameya nîştimanî di dîroka Sûriyê ya nûjen de, rêgez û girîngiya nasnameya nîştimanî ya Sûriyê giştî û hêmanên wê kir.

Komxebat bi nîqaşên li ser beşa nasnameya nîştimanî ya giştî didome. Tê payîn xebatên roja yekemîn piştî nîqaşa li ser beşa duyemîn, bi dawî bibe.

(fr)

ANHA