Li hember êrişên dagirkeriya Tirk amadekariyên jinan

Di çarçoveya xweparastinê de jinên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî xwe fêrî bikaranîna çekan û destwerdanên bingehîn dikin ku li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

Li hember êrişên dagirkeriya Tirk amadekariyên jinan
28 tebax, 2022   05:23
NAVENDA NÛÇEYAN-SILAVA EBDUERHMAN

Hemwextî hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên têkbirina vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gel soza berxwedanê û redkirina hemû awayên bindestiyê daye.

Li hemberî gefên dewleta Tirk a dagirker Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6`ê Tîrmeha debasbûyî rewşa awarte ragihand. Komîn û meclisên rêveberiyê jî yekser ev bang bi cih anî û li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî, dest bi perwerdeyên bikaranîna çekan û destwerdana lezgîn kir.

Têkildarî vê Kongra Star jî perwerde ji jinan re vekir. Her komek ji 5 heta 7 rojan li ser bikaranîna çekan û destwerdanên bingehîn perwerdeyê dibînin da ku di rewşên awarte de bibin alîkar.

'EM Ê LI KÊLEKA ŞERVANÊN XWE ŞER BIKIN'

Welatiya ji navçeya Amûdê Cîhan Ehmed der barê girîngiya perwerdeyê de wiha axivî: "Em dayik xwe fêrî rakirina çekan dikin ku li kêleka şervanên xwe parastina xak û welat bikin, ji ber ku em di demeke hesas re derbas dibin û ji aliyê artêşa Tirk ve rastî gefan tên."

Cîhan Ehmed wiha dewam kir: "Em ê şervanên xwe bi tenê nehêlin û heta kêliya dawî li ber xwe bidin. Dagirkeriya Tirk dê nekare vîna şervanên me têk bibe, lewma taktîka xwe ya leşkerî guhart û bi balafirên bêmirov zarok, jin û pîran dike armanc."

Cîhan Ehmed banga girtina qada hewayî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di parastina ewlehiya herêmê de xwe naspêre hêzên derve.

Minewer Xalid jî behsa rêbazên dewleta Tirk a dagirker kir û got: "Tirkiye vê carê bi rêya şandina çeteyan ber bi herêmê ve şer dike, lê dîsa jî em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êrişên dewleta Tirk ji her tiştî re amade ye."

Minewer Xalid anî ziman ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ser soza şopandina rêya şehîdan venagerin û di oxira parastina van destkeftiyan ew ê berdêlên giran bidin.

'TIRKIYE NIKARE VÎNA JINÊN XWE SPARTINA FIKRÊ RÊBER OCALAN TÊK BIBE'

Rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star Viyan Yusif anî ziman ku li dijî xetere û gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê, hewcedariya jinan bi perwerdê heye, ji ber ku her kes dizane gefên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên wan, rojekê jî ranewestiyane. Di heman demê de destwerdana dewleta Tirk a dagirker alozî gurtir kir û kesa herî zêde zirara van êrişan kişandiye jî jin in.

Viyan anî ziman ku li dijî xetere û gefên dewleta Tirk jin xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî fêrî bikaranîna çekê û xweparastinê dike û wiha dewam kir: "Em terka xaka xwe nakin û em ê parastina wê dewam bikin. Di heman demê de em ji hemû êrişan re amade ne."

Viyan Yusif israra jinan a li ser berxwedanê destnîşan kir û got: "Em qebûl nakin Tirkiye xaka me dagir bike û guhartina demografiyê tê de bike. Rêber Ocalan rê li pêşiya jinan vekir û artêşeke wan a taybet ava kir, lê ev yek ne li gorî siyaseta dagirkeriya Tirk e lewma her tim hewldana şikandina vîn û morala wan dike. Dîsa jî ew ê negihêje armancên xwe, ji ber ku em ê li dijî hemû planan li ber xwe bidin û tê bikoşin."

(eh)

ANHA