​​​​​​​Li kampa Holê sûc û trajediyên cuda; ‘Keça min qetil kirin’

Jinên li kampa Holê sûcên şaneyên çeteyên DAIŞ´ê ên li dijî kesên li wir dimînin, vegotin. Jinan da zanîn ku ev kiryar metirsiyê ji wan re çêdike. Jinekê destnîşan kir ku şaneyan keça wê qetil kir û têkildarî vê nikare tiştekî jî bike.

​​​​​​​Li kampa Holê sûc û trajediyên cuda; ‘Keça min qetil kirin’
27 tebax, 2022   06:47
HESEKÊ - EHMED SEMÎR-CÎHAN BÎLGÎN

Li kampa Holê çeteyên DAIŞ bi şevê dest bi liv û tevgerê dikin û bi awayekî hovane sûcan li dijî kesên li wir dimînin, pêk tînin.

Ji destpêka salê ve 44 kes bi demançeyên bêdeng, alavên tûj û çekan hatine qetilkirin û darvekirin. Çete piştî kuştinê cihê îşkencekirinê vedişêrin û cenazeyan diavêjin kanalîzasyona herî nêzîk. 

Gelek kesên li kampê dimînin newêrin behsa bûyerên li wir bikin, heta hinan ji wan got, tiştekî wiha tune ye, pê nebihîstine yan jî êrişên qetilkirinê ku her kesî dide ber xwe nedîtine.

Beriya ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ragihîne, em tevî gelek kesên nexwestin behsa rewşa li kampa Holê bikin civiyan, lê vê carê hin kes nema bê deng in û êşa di nava xwe anîn ser ziman.

Gelek jinên serçavên wan nixumandî behsa kiryarên şaneyên çeteyên DAIŞ`ê yên li kampê kir. Lê di vê raporê de em ê nasnameyên kesên axivîn eşkere nekin da ku wan biparêzin.

ÇI LI HUNDIRÊ KAMPÊ DIQEWIME?

Dema me operasyona paqijkirinê dişopand, em derbasî konekî bûn ku 3 jin tê de hebûn. Me pirsa bûyerên qetilkirinê yên li kampê ji wan kir û yekê ji wan got: "Me tiştek nedîtiye." Lê ya din yekser axivî û got ew nikarin tu tiştî bibêjin, tenê xwedê çêke û hew.

Penabereke din têkildarî sûcên qetilkirinê yên li kampê anî ziman ku rast e.

BI DENGEKÎ NIZM Û BI TIRS GOT; KEÇA MIN QETIL KIRIN

Em bi koçberekê re civiyan û me behsa rewşa ewlehiyê ya li kampê û operasyonên şaneyên çeteyên DAIŞ kir. Jinê bi dengekî nizm û bi tirs wiha got: "Keça min qetil kirin."

Penaberê anî ser ziman ku ew van şaneyan dibînin û dema me jê pirsî bê ka ew wan nas dike wiha bersivand: "Rûyên xwe venakin û serçavgirtî ne û zehmet e mirov wan nas bike."

Jina penaber destnîşan kir ku hin jin jî bi sûcên qetilkirinê radibin.

'BI ŞEVÊ DERDIKEVIN DA KU SÛCÊN QETILKIRINÊ PÊK BÎNIN'

Em bi penabereke din re civiyan û beriya pê re hevpeyvîn çêkir. Penaberê bi kêfxweşî da zanîn ku dema ev hemle hate ragihandin, pir kêfxweş bûn û got: "Çi kesên li vê kampê têkiliyên wan bi rêveberiya kampê  re heye, têne qetilkirin. Çete bi şevê derdikevin û dest bi qetilkirinê dikin."

Jina penaber nekarî wan nas bikin ji ber ku serçavên xwe nixumandibûn. Jinê diyar kir ku beriya deh rojan sûcê qetilkirinê pêk hat ku ew jî jinek çem kirin û serê wê ji gewdê wê hilqetandin ku êdî laş li derekê û serî li dereke din ma.

Jina penaber anî ziman ku kesên bi ya çeteyan neke, nameyekê tevî mohreke bixwîn ji wan re dişînin û tê de wiha dibêjin: "Em ê di rojên pêş de hesab ji te bixwazin."

'EM NIKARIN BEHS BIKIN AN JÎ AGAHIYÊ BIDIN, JI BER KU ME DIŞOPÎNIN'

Jina penaber diyar kir ku ew nikarin agahiya van bûyeran bidin Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji ber ku ew ê di roja din de werin qetilkirin û wiha dewam kir: "Li kampê digerin ku ji re bibêjin, em li vir in. Em nikarin behsa tiştî bikin ji ber ku ji her alî ve me dişopînin."

Di qonaxa yekemîn ji operasyona ewlehiyê de ku pêk hat, jina penaber got ew vehesîn û rewş baş derbas dibe. Lê careke din bûyerên qetilkirinê pêk hatin. Jinan penaber diyar kir ku heta bi zarokên wan bi rehetî li derve dilîstin û hêvî kir ku di vê qonaxê de şane bi dawî bibin ku ewlehî misoger bibe.

'EM BI HÊVÎ NE EWLEHIYA KAMPÊ CAREKE DIN WERE PARASTIN'

koçbereke sûrî hêvî kir ku piştî pêngava ewlehiyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dane destpêkirin, careke din li kampê ewlehî çêbe.

Em bi penabereke din re civiyan û got bûyerên qetilkirinê hene û ew nikarin biaxivin û ev pirs kir: "Çima ev bûyerên qetilkirinê pêk tên ê ku şaş bibe ew ê hesab jê bixwazin. Li vir her kes bi tirs e."

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya QSD`ê li Kampa Holê Pêngava Mirovî û Ewlehiyê ragihand ku şaneyên çeteyên DAIŞ têk bibe.

Kampa Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye û tê de 54 hezar û 390 kes hene.

(eh)

ANHA