Dilbirîn Kobanê: Dewleta Tirk ji herêmên dagikirî çeteyan û çekan dişîne Kampa Holê

Fermandara koordîneya qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê Dilbirîn Kobanê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker gelek çete ji herêmên dagirkirî li Kampa Holê bi cih kirine û gelek çek li kampê hatine veşartin. Dilbirîn tekez kir ku pêngav heta niha encamgir e û ji bo parastina "mirovahî û ewlehiyê" çi ji destê wan bê ew ê bikin.

Dilbirîn Kobanê: Dewleta Tirk ji herêmên dagikirî çeteyan û çekan dişîne Kampa Holê
27 tebax, 2022   07:05
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN / EHMED SEMÎR

Dilbirîn Kobanê, bal kişand ser xeteriya Kampa Holê û got: “Gelek konên vala, tunel hatin dîntin û gelek çete hatin girtin. Xeterî mezin e, em bi erka xwe radibin. Divê êdî cîhan jî bi erka xwe rabe, dereng nemîne.”

Di 25'ê Tebaxê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi piştgiriya QSD, YPJ/YPG qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê ragihand. Pêngav bi baldariyeke mezin di roja sêyem de didome. Tekîldarî mijarê, Fermandareke Yekîneyên Parastina Jin(YPJ) a herêma Cizîrê Dilbirîn Kobanê ku cihê xwe di koordîneya Pêngava Mirovî û Ewlehiyê de digire ji ajansa me re axivî.

JI BO HILANÎNA TOLA ŞEHÎD JIYAN WÊ HER TIŞT BÊ KIRIN

Dilbirîn Kobanê di serî de fermandara qonaxa yekemîn a Pênava "Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê Şehîd Jiyan Tolhildan ku di êrişa dewleta Tirk a bi balafira bêmirov û biçek a dagirkeriya Tirk de li ser rêya Qamişlo-Tirbespiyê di 22`ê Tîrmehê de şehîd bibû, bi bîr anî û got: “Sala borî fermandara me ya hêja şehîd Jiyan Tolhildan ev operasyon bi rêve dibir û fermandartiya wê dikir. Piştî wê niha em vê operasyonê bi rêve dibin. Ji bo em bikaribin tola şehîd Jiyan Tolhildan hilînin çi ji destê me were em ê bikin. Hatina cihê şehîd Jiyan ji bo min rûmetiyeke mezin e.”  

HERÎ ZÊDE DAIŞ SÛDÊ JI GEFAN Û ÊRIŞAN DIGIRE

Derbarê sedema ragihandina qonaxa duyemîn a pêngavê, nemaze di vê demê de ku êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûne, Dilbirîn Kobanê ev nirxandin kir; “Helbet êrişên dewleta Tirk a dagirker bênavber li ser herêmên me berdewam dikin. Her wiha di şerê Zindana Sînaa de hîn zêdetir armanca wan derket holê. Herî zêde dixwastin ku sûda herî mezin ji vê Kampa Holê bigre ku çeteyên xwe li vê kampê zêdetir bi cih bikin û tevliheviyê derbixîne. Bi berdewamkirina van êrişên xwe re dixwest Kampa Holê jî wekî kartekê bi kar bîne. Li gor berjewendiyên xwe bidin bikaranîn. Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên vê dawiyê di hemû aliyan de ji DAIŞ`ê re dibe destek. Car din hewl didin DAIŞ`ê zindî bikin û aramiya li herêmê xirab bikin. Me jî pêwîstî dît ku vê operasyonê li dar bixin.”

`DAIŞ LI KAMPÊ HATIYE BICIHKIRIN`

Fermandar Dilbirîn Kobanê destnîşan kir ku beriya lidarxistina pêngavê rewşa Kampa Holê ji nêz de dişopandin ku li kampê hijmareke mezin a çeteyên DAIŞ`ê hatiye bicihkirin û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Bi vê re gelê kampê bi kar tînin û xeteriyeke mezin li ser herêmê çêdikin. Aramiya gel xirab dikin û li vir wehşiyata xwe dimeşînin. Gelek caran bi rêya dîmenan jî hate eşkerekirin ku çawa însanan qetil dikin, direvînin û perwerde dikin. Me jî pêwîstî dît ku li hember van komên çete yên ku xwe li Kampa Holê bi cih kirine operasyonekê li dar bixin. Ev xeterî ne tenê li ser me ango li ser Holê bi tenê ye, lê belê li li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî xeter e. Hêdî hêdî DAIŞ`ê xwe zêde dikir, zindî dikir, xwe komî ser hev kir ku li ser cîhanê xeter bû. Em dîsa ji bo gelê cîhanê bi erka xwe ya mirovî rabûn ku cîhanê ji van çeteyan biparêzin, pêşî li çeteyan bigrin.”

`HEYA NIHA OPERASYON ENCAMGIR E`

Têkildarî rêveçûyîna pêngavê di roja sêyemîn de Dilbirîn Kobanê anî ziman ku heya niha pêngav gelekî encamgire û got: “Gelek çete hatin tespîtkirin û hatine girtin. Di encama operasyonê de gelek konên vala hebûn. Çeteyan ji van konan penaberan derxistibûn, di van konan de îşkence li wan dikirin û dikuştin. Di van konan de perwerde dihat dayîn û wekî akademî dihatin bikaranîn. Tirseke mezin di nava gel de jî çêbûbû. Gelek însanên li Kampa Holê agahî ji me re dişandin û digotin werin me xilas bikin. Çeteyan gelek odeyên binerd, tunel û dadgehên xwe çêkirine.  Hinek binerdên wan me deşîfre kirin, hinek tunelên wan di destê me de ne. Kesên ku van bi rêve dibirin, qetlîam dikirin bi tayebet ne tenê li kampê, gundê Holê û herêm tehdît dikirin, hatin girtin.”

ÇEND ARMANCÊN SERÊKE YÊN PÊNGAVÊ

Çend armancên serekê yên vê pêngavê hene. Dilbirîn Kobanê wan aramncan wiha tine ziman: “Yek, gelek çek li kampê hatine veşartin. Du, di tunelan de gelek tiştên veşartî pêş dikevin. Sê jî, akademiyên hişmendiya DAIŞ`ê hene. Bi taybet zarok tên perwerdekirin û wekî endamên xwe dihesibînin. Bi rêya şerîatê wan zarokan dixapînin, bi kar tînin da ku rêxistina xwe berdewam bikin.”

DEWLETA TIRK ÇEKAN DERBASÎ KAMPÊ DIKE

Dilbirîn Kobanê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî çeteyên xwe dişîne Kampa Holê û ev tişt lê zêde kirin: “Dewleta Tirk a dagirker herî zêde li herêmên me yên dagirkirî çeteyan amade dike û bi şêwazên cûda derbasî herêmên me dike. Bi taybet jî ji ber hijmarek zêde li kampê heye derbasî vir dike ku komkujiya pêk bînin. Van çekan ji dewleta Tirk digrin. Gelek belge di destê me de hene. Li ser çekan û erzaqan markeyên dewleta Tirk hene. Dewleta Tirk heya dawiyê piştevaniya DAIŞ`ê dike. Bi rêya van çeteyan dixwaze xwe di qadê de bi cih bike.”

ÊDÎ BI ERKA XWE RABIN

“Di hundirê kampê de tevgerek mezin me pêş xistiye” bi van gotinan Dilbirîn Kobanê balkişand ser xeteriya giştî û pêwîstiya heyî û got: “Her kes dibîne ku ev çete xwe çawa zêde dikin. Sedema wê jî êrişên dewleta Tirk li ser herêmên me ne. Armanca dewleta Tirk ew e ku DAIŞ`ê berfireh bike. Her kes vê dibîne, dibihîse. Taybet li Kampa Holê cîhan dibîne ku çawa xeterî heye, ev xeterî ji bo cîhanê bi giştî ye. Em ji her kesî re dibejin êdî erka xwe ya mirovî bi cih bînin. Dem hatiye dereng nemînin.”

`EMÊ EWLEHIYA GELÊ XWE BIPARÊZIN`

Ji fermandara koordîneya qonaxa duyemîn a Pêngava "Mirovî û Ewlehiyê" li Kampa Holê Dilbirîn Kobanê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku çi dibe bila bibe ew ê nehêlin ku car din qetlîam li dijî gel çêbibin û xeteriyek duyemîn li ser cîhanê çêbibe. Her wiha anî ziman ku li gor navê pengavê ew bi erka xwe dirabin û got: “Ji bo aramiya gelê xwe çi dibe bila bibe wekî hêzên YPJ, QSD, Hêzên Ewlekariya Hundirîn çi ji destê me bê em ê bikin û ewlehiya gelê xwe biparêzin.  Her wiha em xwe berpirsê ewlekariya giştî cîhanê jî dibînin.Li dijî yên ku pêşiya mirovahiyê û ewlehiyê dibin asteng di asta sereke de em rol dilîzin û em vê didin rawestandin.”

(cx)

ANHA