'Dibe ku aloziya Iraqê bi vejandina peymana nukleerî ya Îranê bi dawî bibe'

Aloziya siyasî ya li Iraqê roj bi roj kûrtir dibe û tu nîşaneyên çareseriyê ne xuya ne. Lêkolînerekî iraqî dibêje, dibe ku ev alozî bi vejandina peymana nukleerî ya di navbera Îran û DYA'yê de bi dawî bibe, ji ber ku rola her du aliyan di aloziya li welat de heye.

'Dibe ku aloziya Iraqê bi vejandina peymana nukleerî ya Îranê bi dawî bibe'
27 tebax, 2022   06:36
NAVENDA NÛÇEYAN – ŞEYMA ELÎ

Piştî ku banga Sedr a jihevxistina parlamentoyê red kir, dadgeha Iraqê rê li hewldanên Sedr ên xistina wî di aloziya siyasî de girt. Wek bersivdayîn Sedr bang li alîgirên xwe kir ku xwepêşandanan li ber avahiyên dadgehê li dar bixin. Çavdêran ev yek wek "rageşiyekê" bi nav kir.

Sêşema borî, alîgirên Sedr çalakiyên xwe li ber avahiya Meclisa Dadgeha Bilind a li Herêma Kesk a Bexdayê berfireh kirin. Di daxuyaniya ragihandina Tevgera Sedr de ev yek wek rageşiyekê di aloziya siyasî de ku zêdetirî 10 mehan dewam dike, hate binavkirin.

Her wiha di daxuyaniyê de hate gotin: "Alîgirên Sedr xwepêşandan li ber avahiya Meclisa Dadgeha ya Bilind li dar xistine heta ku daxwazên wan bi cih werin.”

Piştî vê yekê Meclisa Dadgeha Bilind xebatên xwe rawestandin û di daxuyaniyekê de got: "Dadgeha Kerex biryara girtina Sebah El Saidî bi tawana gefxwarinên li dadweriyê, derxist."

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bi daxuyaniyekê hişyarî da ku "Rawestandina karê saziyên dadweriyê dê welat ber bi xetereyên rasteqîn ve bibe." Her wiha got "Mafê xwepêşandanan li gorî destûrê hatiye misogeririn, lê divê rêz ji saziyên dewletê re were girtin da ku xebatên xwe yên xizmeta gel berdewam bikin."

Li aliyekî din serokê parlamentoya Iraqê Mihemed El Helbûsî bi peyamekê ku di Twitterê de belav kir, got: "Em piştgiriyê didin xwepêşandanên li gorî şert û mercên yasayî û destûrî, bi awayekî ku dewlet û dezgehên wê biparêze û hebûna wê biparêze, lê nabe ku nakokiya me bi dadweriyê re be."

Piştî ku dadgehê karên xwe rawestandin, Sedr bang li alîgirên xwe kir ku tavilê ji ber avahiyên dadgehê vekişin. Ev gav ji aliyê hêzên iraqî ve rastî nerazîbûnekê hat.

10'ê Tebaxê Muqteda Sedr banga hilweşandina parlamentoyê di hefteyekê de kir, lê piştî demekê dadgehê ragihand ku mafî wê nîn e parlamentoyê hilweşîne.

Meclisa Dadgehê piştî hefteyekê ji banga Sedr a hilweşandina parlamentoyê, bi daxuyaniyekê got daxwaza Muqteda Sedr a 10'ê Tebaxa 2022'yan a taybet bi hilweşandina parlamentoyê nîqaş kir û got: “Ji bo sepandina prensîpa cudakirina her sê desthilatên qanûnî, rêveber û dadwerî ku di xala 47 a destûra Komara Iraqê ya di sala 2005'an de hatiye diyarkirin, mafê  Meclisa Dadweriyê tune ye destwerdanê di kar û barên desthilata qanûnî yan jî rêveber de bike.”

Meclisa Dadweriyê bang li aliyên siyasî û ragihandinê kir ku dadweriyê nexin nava nakokiyên siyasî.

Li gorî destûra Iraqê, bi erêkirina piraniya endamên parlamentoyê an jî bi daxwaza serokwezîr û erêkirina serokkomar parlamento tê hilweşandin.

Sedr banga li Meclisa Dadweriyê kir ku di demeke herî nêzî dawiya hefteya bê de parlamentoyê hilweşîne. Her wiha bang li parlamenterên serbixwe û alîgirên xwe kir ku bi rêyên qanûnî dozên fermî pêşkêşî dadgeha federal bikin.

'XWEPÊŞANDANA LI BER DADGEHÊ LI SER PERGALA SIYASÎ XETER E'

Têkildarî mijar lêkolînerê siyasî Nebîl Cebar El Elî ji ANHA'yê re axivî û got: "Serokê Tevgera Sedr texmîn dike ku girtekên dawî yên dadweriyê, bi taybet yên têkildarî lidarxistina civîna ji bo hilbijartina serokkomar yekalî û siyasî bû, nemaze dema ku Dadgeha Bilind a Federal biryar da ku ji bo lidarxistina civînê divê ji sêyeke ji endamên parlamentoyê beşdar bibin da ku li gorî şîroveya wê ya destûrê civîna parlamentoyê were lidarxistin. Ev  yek ji bo Sedr û hevalbendiya wî (Hevbendiya Sêalî) ne mimkûn bû ku sêyeke endamên parlamentoyê bicivîne û wan razî bike ku beşdarî civînê bibin û serokkomar hilbijêrin û hikumeke sade hilbijêrin. Lê Tevgera Sedr di hewldanên xwe yên bi rêya dadgeha Iraqê û dadgeha federal de bi ser neket û hewl dide bi rêya xwepêşandanên li ber avahiyên dadgehan zextan li dijî dadweriyê bike."

Li ser vekişîna bilez, El Elî got: "Vekişîna bilez piştî wê yekê hat ku sedrî rewş nirxand û tevgera wan bi nerazîbûneke herêmî û navneteweyî û herwiha ji aliyê balyozxaneya amerîkî ve hat pêşwazîkirin. Ev yek wek pêngavek gefê li ser tevahî sîstema siyasî, rewşa aloz dike û pevçûnê ber bi qonaxên xeternaktir ve dibe."

Piştî xwepêşandanên li pêşiya dadgehê, serokwezîr bang li hemû hêzên siyasî kir ku aram bibin  û ji derfeta diyaloga nîştimanî sûdê werbigirin da ku welat ji qeyrana xwe ya heyî derbikeve. Her wiha banga civînek bilez a rêveberên hêzên siyasî ji bo aktîvkirina diyaloga nîştimanî û bidawîkirina aloziyê kir.

Heman demê Çarçoveya Hemahengî bi daxuyaniyekê ragihand ku Tevgera Sedr saziyên destûrî dagir dike û divê civaka navneteweyî li ser wê rewşê xwedî helwest be û destnîşan kir ku heta ku Tevgera Sedr dest ji dagirkirina saziyên destûrî neyîne, daxwaza diyaloga li gel Tevgera Sedr red dikin.

Her du alî li ser daxwazên xwe danakevin, texmîn dikin ku hegemoniya wan li ser biryarê dê aliyên din ji rewşa siyasî dûr bixîne. Ev yek aloziya siyasî bi girêktir dike û dibe ku ber bi şerekî çekdarî ve bibe

Di vê derbarê de, lêkolînerê iraqî di karûbarên siyasî de dibêje: “Navkokî bi ber aloziyeke mezintir û domdar ve diçe. Her du alî xwe dispêrên faktora sebir, naskirina asta tehemula aliyê din, tomarkirina şatiyên hev du, kişandina raya giştî bi aliyê xwe ve, her yek ji wan encamên van nakokiyan dispêrin hev."

Têkildarî îhtîmala ku Sedr tenazula kaxeza xwepêşandanan ji bo çareserkirina aloziyê bide El Elî got: "Hîna zû ye ku Sedr alîgirên xwe ji qada herêma kesk vekişîne, lê bi nêzîkbûna dema ziyareta çilrojî li Kerbelayê re dibe ku bibe faktora zextê li ser Sedr, ji ber merasîmeke olî ji bo alîgirên Sedr e û bûyereke salane ye ku bi milyonan kes tê de beşdar dibin. Dibe ku Sedr xwepêşandan ji bo aliyên din ên wekî ferzkirina îsyana sivîl, an jî derbekirina berjewendiyên aborî ku di nav de cihên petrolê bi kar bîne."

HEWLDANÊN DERVE YÊN JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYÊ HENE

Der barê çareseriyên ku dibe vê aloziyê bi dawî bike, lêkolînerê iraqî Nebîl Cebar El Elî di dawiyê de got: "Dibe ku aliyên derve di çareserkirina aloziyê de alîkar bin. Em texmîn bikin ku heger peymana nukleerî ya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê temam bike, çav li dosyaya Iraqê be û formek ji bo lihevanîna aliyên iraqî de were danîn."

ANHA