Şêniyên Minbicê: Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk em ê li ber xwe bidin

Şêniyên bajarê Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku gelê herêmê bi giştî û jina azad bi taybetî hedef digire şermezar kirin û gotin ew ê li ber xwe bidin.

Şêniyên Minbicê: Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk em ê li ber xwe bidin
27 tebax, 2022   06:25
MINBICÊ

Di nava bêdengiya navneteweyê, dewletên garantor û hikumeta Şamê de, dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe yên hovane bi balafirên bêmirov ên biçek û êrişên bejahî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dike.

Têkildarî mijarê, welatiya bi navê Xanim Îbrahîm a ji Minbicê wiha axivî: “Em wek jinên bajarê Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên dawî yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku gelê herêmê bi giştî û jin û zarokan bi taybetî hedef digire, şermezar dikin.”

Xanim Îbrahîm diyar kir ku armanca ji van têkbirina aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: ''Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin, ji ber ku berxwedana rêya yekane ya misogeriya azadiyê ye û em ê li ser şopa şehîdan bin û rûmet û xaka xwe ji dagirkeran biparêzin.”

Her wiha, welatiyê bi navê Hisên Bekarî yê ji Minbicê wiha anî ziman: “Em wek şênî û ciwanên Minbicê êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêmên me ku  di serî de jina azad hedef digire, şermezar dikin. Armanca dagirkeriya Tirk ji êrişan ew e ku tirsê bixe nav şêniyan û aramiya herêmê têk bibe.”

Her wiha Bekarî zêde kir: “Em li vir di rewşa parastinê de ne û em ê bêdeng nemînin, em ê heta pêkanîna armancên xwe û derkirina dagirkeran piştgiriya hev bikin.”

Di dawiya axaftina xwe de êrişên hovane bi tundî şermezar kir û got,  eger were xwestin jî ew ê  li kêleka QSD’ê li dijî dagirkerên herêmê bisekinin.

 (mh)

ANHA