Operasyona Sondê derbe li tora MÎT’ê ya li herêmên dagirkirî jî xist

Di çarçoveya Operasyona Sondê ya QSD’ê de derbe li tora MÎT’ê ya li herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Cerablus û Girê Spî ku ji Dîlokê ve tê rêvebirin jî hate xistin. Mikurhatinên sîxurên wê torê ku ji aliyê QSD’ê ve hatine girtin, di Ronahî TV de hatin weşandin.

Operasyona Sondê derbe li tora MÎT’ê ya li herêmên dagirkirî jî xist
26 tebax, 2022   23:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 24’ê Tirmehê 2016’an de bi hevkariya DAIŞ’ê û piştgiriya hêzên navneteweyî dagirkeriya Tirk, bi êrişa li ser Cerablusê li Sûriyê dest bi dagirkeriyê kir. Piştî wê Efrîn, Ezaz, Girê Spî û Serêkaniyê hatin dagirkirin. Di nava van 6 salan de li van herêmên dagirkirî, tu kiryarên ku artêş û MÎT’a Tirk û çeteyên wan li ser xelkên herêmê pêk neanîne neman.

Her wiha dagirkeriya Tirkiyê, ji van herêmên dagirkirî êrişên xwe yên rojane li ser herêmên dîtir ên Sûriyê meşandin û li van herêman jî bû sedema kuştin, birîndarkirin û koçberkirina sedan kesan. Her wiha derket holê ku dagirkerî şerê taybet û karên qirêjî yên sîxuriyê ji van herêman bi rê ve dibe.

Di çarçoveya Operasyona Sondê de ku QSD’ê di 31’ê Tirmehê de dabû destpêkirin, toreke MÎT’ê ku serkêşê wê li Dîlokê ye û kesên girêdayî wî jî li herêmên dagirkirî karên sîxuriyê dikin, hate têkbirin. Mikurhatinên sîxurên vê torê ku ji aliyê QSD’ê ve hatine girtin, di bernameya ‘Rûyên Veşartî’ ya Ronahî TV’yê de hatin weşandin.

TORA MÎT’Ê YA LI HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Serkeşê vê torê endamê MÎT’ê yê bi navê Mûdîr Ehmed e. Berpirsê îstixbarata Tirk li Efrînê ye, şebekeya wî jî li dijî gelê Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê kar dike. Her wiha li hemû herêmên dagirkirî tev digere. Kesekî bi navê Îsa, di bin destê wî de dixebite. Ew jî berpirsê ofîsa MÎT’ê ya li Dîlokê ye. Her wiha endamên MÎT’ê yên bi navê Neqîb Ebû Muistesim ê ji Hemayê ye û li Îskenderûnê dimîne; Ebû Newres ji Cerablusê ye û li wir karên qirêjî yên MÎT’ê dike; Hisên Ebdulkerîm Nasir ku bi navê Ebû Muhened tê naskirin, ji Hamayê ye û li Dîlokê dimîne ku di encama çalakiyeke QSD’ê de niha felc bûye û bi taybetî kesê bi navê Ebdulhenan Şêxo ku ji Efrîna dagirkirî ye.

Ev kes hemû di nava vê torê de cih digirin ku ji aliyê QSD’ê ve hatiye têkbirin. Piraniya karên qirêjî yên vê torê di ser Ebdulhenan Şêxo re tên meşandin. Erkê wî li Rojava û herêmên Rêveberiya Xweser peydakirina sîxuran û li dijî gel bikaranîna wan e. Gelek sîxurên girêdayî wî kar dikin hene.

Her wiha navên hinek sîxurên din ên vê torê û karê wan wiha ne; Ebdo Hemûd Qedûr ku ji Til Rifetê ye, di navbera Efrîn û Dîlokê de diçe û tê û karê qirêjî yê MÎT’ê dike. Mihemed Hecazî ji Efrînê ye, endamê Partiya Azadî ye ku berê yek ji partiyên ENKS’ê bû û herêmên Şêxmeqsûd û Şehbayê di hedefa karê wî de ye. Mihemed Ebdulkerîm Billo ji Efrînê ye û niha li wir dimîne. Îbrahîm Mihemed Hîlal ji Helebê ye. Ev kes 24 seatan bi berpirsyarê torê li Efrînê Henan re diçe û tê û hemû karên sîxuriyê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser bi rê ve dibe. Heman kesî jineke ji Idlibê jî kiriye sîxur, ew jî Muîne ye. Sîxurê bi navê Mehmûd ku mirovê Henan e ji Efrînê ye lê li Kobanê dimîne. Her wiha 2 kesên li Minbicê xwediyê seydeliyê ne û yekî xwediyê dikana balê jî endamên vê torê ne.

ŞANDINA WÊNE Û KOORDÎNATÊN SAZIYAN

Sîxurê bi navê Mesûd Hesen Bekir yê ji navçeya Raco ya Efrînê jî, sîxurekî sereke yê vê torê ye. Da ku karê wî neyê keşfkirin û naskirin û ji bo ku pereyan zêde bistîne, hevjîna xwe Mewlûde jî dike sîxur. Agahî jî ji Mesûd digihêjin heta bi Mûdîr Ehmed ê li Dîlokê, lê heya ji aliyê QSD’ê ve tê girtin.

Sîxurê bi navê Mesûd di mikurhatinên xwe de wiha dibêje: “Malbata min hemû ENKS ye, ji biçûkî ve ji aliyê bavê min ve heval di çavên me de hatibûn reşkirin. Henan, ez ji Efrînê derxistim û ez hatim li Kobanê bi cih bûm, di meclisê de min şofêrî kir. Piştî ez hatim Kobanê, Henan ji min re axivî û got ji min re sîxuriyê bike. Birayê min jî girtibûn, da ku wî berdin min dest bi sîxuriyê kir. Karê destpêkê min li bajarê Kobanê sûka Tilel 2 koordînat û sûretên wan danê, 100 dolar ji min re şandin. Piştre min suret û koordînata gelek tunel û kortikan jê re şandin. Piştre min koordînatên asayîşê û cihên leşkerî jê re şandin. Her wiha koordînatên mala Xalê Îsmet, cîhê hevala Dilara, cihê meclisê û rehbê, cihê foc ku teyareyê lê daye, cihê heciz, nuqteyên hevalan û rejîmê yên gundan, cihê lojîstîk û alaqatan min jê re şandin. Li Minbicê jî, li ser rêya Cizîrê 2 nuqteyên hevalan min şandin. Li kêleka otelê cihê meclisê min şand.

Henan, ez bi Ebû Newres dam naskirin. Yekî Ereb ji Cerablusê bû. Koordînatên nuqteyên leşkerî û cihê hevalan min ji wî re jî şand. Telefonek ji min re şand, seydeliyeke Minbicê, min çû û girt. Bi rêka wî telefonî min jê re gelek kar kirin. Min sûretê heval Dilara û gelek hevalên din jê re şandin. Min agahiya civînan û çûyîna bajarên din ên hevalan dida wî. Her fetrekê pere ji min re dişand.

ŞEHÎDXISTINA FERMANDAR Û ŞERVANAN

Henan, ez bi kesekî din ê bi navê Ebû Ehmed yê ji Ezazê jî dam naskirin. Min ji wî re jî gelek koordînat û sûretên hevalan şandin. Dema keşfê heval Hecî da, min agahî da wan.

Jina min jî bi min re ket kar. Bi min re li motorê sîwar dibû û teswîr dikir. Hinek cih û erebe me teswîr dikirin.

Çend caran sûretê hevala Dilara jî ji min xwestin. Beriya şehîd bikeve, çend rojan min careke din sûretê wê şand. Roja ku şehîd bikeve jî li gel me bû, heya seat 2’yan jî min ew dît. Êvarê min bihîst ku keşfê li erebeya wan daye. Piştî şehîd ket jî, min sûretê hevalên şehîd ketine ji wan re şandin. Her wiha nuqteyeke focê ku min koordînat da, teyareya keşfê lê da û 4 leşker tê de şehîd bûn. Ez bûm sedema şehîdbûna wan. Min bi giştî hezar û 100 koordînat dane MÎT’ê.”

Hevjîna sîxur Mesûd a bi navê Mevlûdê jî, sîxuriya xwe bi van gotinan tîne ziman: “Min bi zexta Mesûd dest bi vî karî kir û 8-9 caran pê re derketim. Pê re dîmen digirtin. Agahiya min hebû ku Mesûd jî van karan dike.”

Sîxurê bi navê Mihemed Osman Silêman ê ji navçeya Mabata ya Efrînê ku mirovê serçete Henan e jî têkiliya xwe û karê xwe yê bi sîxuran re wiha vedibêje: “Henan rojekê hat, cilên çeteyan li xwe kiribûn û jixwe kurê xalê min e û min xwest min derbasî Kobanê bike. Min dizanî çete ye jî û dîsa jî min pê re têkilî kir. Hanan, tevî malbata min ez derbasî Kobanê kirim û min li wê derê dikaneke xwe vekir. Henan kesek şand gel min, got xirad jê re pêwîst dike û min jî danê. Pişt re min pere ji Henan xwestin, ji min re şandin.”

Sîxurê bi navê Şemsedîn Qasim ku ji Bakurê Kurdistanê ye û di dema şerê Kobanê de derbasî Kobanê bûye jî, bi vî rengî li xwe mikur tê: “MÎT, li min geriya û li ser malbata min gef li min xwarin û min jî qebûl kir. Min koordînatên deriyê tunelên binerd û sûretên hinek hevalan dan wan. Roja ku heval Dilara şehîd ket jî bi min re axivî û ez çûm gel. Piştî ez li gel wê derketim, min agahî da MÎT’ê û min got li filan cihî ye. Piştî çend seatan min agahî girt ku şehîd bûye. Beriya ku şehîd bibe 3 rojan jî min sûretê wê şand.”

DI KARÊN QIRÊJÎ DE BIKARANÎNA JINAN

Sîxura bi navê Mûîne Cuma Yusufçî ya ji Idlibê ye ku ji aliyê serçete Henan ve hatiye şandin, karên xwe yên qirêjî wiha tîne ser ziman: “Ez bi kesê bi navê Hanan re rûniştim, ji min re got tu yê biçî Kobanê û xwe nêzî QSD’ê bikî. Bi taybetî xwe nêzikî fermandarên xurt bike. Piştre ez ê ji te re çeka bê deng bişînim. Tu yê li wê derê koordînatan bidî min. Ez bi kesê bi navê Xal ku li Tirkiyê ye, xistim têkiliyê, min wî re agahî dişandin. Di navbera me de şîfre hebûn. Bi qasî dizanim derveyî min li Kobanê 4 kesên din ku bi Hanan re dixebitîn jî hebûn. Xwestin ez li Minbicê tev li QSD’ê bibim, lê dema ez gihaştim wê derê hatim girtin.”

Her wiha sîxurên bi navê Murad Turfa yê Himsê û Ebdulîlah Îsmaîl ku li Minbicê di dermanxaneyê de kar dikin, Yûsiv Ewas yê ji Cerablusê ku li Minbicê xwediyê dikana cilên bale ye jî, di mikurhatinên xwe de di navbera vê tora MÎT’ê de çawa têkiliyan çêdikin, pere û telefonan digînin, vedibêjin.

Her wiha di operasyona QSD’ê de hin çeteyên din jî hatine girtin, lê ji ber ku hê lêpirsîna wan berdewam dike, mikurhatinên wan ji raya giştî re nehatine parvekirin.

ANHA