​​​​​​​Dewleta Tirk herêmên dagirkirî yên Sûriyê kirine navenda terorê

Destwerdana dewleta Tirk a dagirker a ji beriya 6 salan ve li xaka Sûriyê, bi geşkirina komên herî tundraw ên cîhanê encam da. Dewleta Tirk a dagirker herêmên dagirkirî veguherandin navenda terorê û êrişên xwe didomîne.

​​​​​​​Dewleta Tirk herêmên dagirkirî yên Sûriyê kirine navenda terorê
24 tebax, 2022   06:16
KOBANÊ

Bi binkeftina çeteyên DAIŞ'ê li erdnîgariyeke berfireh li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê QSD'ê ve, dewleta Tirk a dagirker tavilê mudaxele kir da ku bermahiyên DAIŞ'ê rizgar bike. Di vê çarçoveyê de yekser derbasî xaka Sûriyê bû û li gel bêdengiya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê û bi sponseriya dewleta Tirk gelek bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirin û mîna şanoyekê hin herêm ji DAIŞ'ê wergirtin.

DEWLETA TIRK Û FERASETA DAGIRKIRINÊ

24'ê Tebaxa 2014'an, dewleta Tirk a dagirker derbasî bajarê Cerablusê bû. Ev yek di salvegera 500’an a Şerê Merc Dabiq de pêk hat. Di wî şerî de ku 24'ê Tebaxa 1516'an qewimî, Osmaniyan êrişî Bîlad Şam kir û gihaşt heta Bîlad Şam û dewletên Ereban ên bakurê Afrîkayê.

Nameya Enqereyê ya diyarkirina vê rojê ji bo dagkirina xaka Sûriyê eşkere bû. Xwest bi vê yekê xewna xwe ya 100 salî bi cih bîne, piştî ku Osmanî di Şerê Cîhanê yê Yekemîn de li gel Almanyayê têk çû û dewletên serkeftî sînorê heyî yê Tirkiyê xêz kir. Dewleta Tirkev yek wek parçebûneke neadil bi nav kir ku gelek herêm ji bin serweriya dewleta Osmanî derketin.

Li beramberî vê yekê gelên Rojhilata Navîn hebûna dewleta Tirk ne adil bi nav dikin. Li gorî piraniya dîroknasan; dîroka Osmaniyan li Rojhilata Navîn 900 sal derbas nake. Piştî Şerê Milazgirê di sala 1071'an de Osmanî li rojhilatê Asyayê gihaştin Anatolyayê ku Selçûqî anku bav û kalên Osmaniyan in ku piştî têkçûna Bîzansiyan derbasî Kurdistanê û Anatolyayê bûne.

BI LIHEVKIRINA ŞAM Û MOSKOVÊ RE DEWLETA TIRK DERBASÎ SÛRIYÊ BÛ

Di encamên  lihevkirinên ne ragihandî yên di navbera Şam û Enqereyê de yên bi sponseriya Moskov re hatine kirin, hêzên dewleta Tirk a dagirker derbasî xaka Sûriyê bûn û rê li ber QSD'ê hat girtin ku ber bi bajarê Idlibê û kantona Efrînê ya dorpêçkirî ve biçin.  Di Kanûna 2016'an de Tirkiyê hezar çeteyên xwe ji taxên rojhilat ên bajarê Helebê vekişandin û hikumeta Şamê tevahî Helebê ji bilî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên ku ji aliyê YPG û YPJ'ê ve hatin parastin, kontrol bike.

Berdevkê fermî yê Hêzên Şemal Demokratî li Sûriyê Mehmûd Hebîb ji ajansa me re axivî û got: ''Ya ku xuya bû, hikumeta Şamê rê li ber Tirkiyê negirt ku derbas bibe û xaka Sûriyê dagir bike. Enqere destek da Şamê ku herêmên Xûtaya rojhilat û rojava û herêmên din werin valakirin û tevgera gel a Sûriyê ji sala 2011'an û heta niha têk dibe."

DEWLETA TIRK HERÊMÊN DAGIRKIRÎ KIRIN NAVENDA TERORÊ

Dewleta Tirk beriya ku rasterast derbasî şerê li Sûriyê bibe, di salên 2014-2016'an de sînorê xwe li pêşiya zêdetirî 40 hezar DAIŞ'î vekir û ew derbasî Sûriyê kirin. Ev DAIŞ'î ji 110 dewletên cîhanê ne. Nûnerê berê yê Amerîkayê di Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de Brett McGurk di twîtterê de ragihand ku vekişîna Amerîkayê ji hin herêmên bakurê Sûriyê bû sedema sûcên qetilkirin, revandin, talankirin, koçberiya bi darê li herêmên di bin serweriya Tirkiyê de.

Enqere ku îdia dike ku şerê terorê dike, herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê veguherandin navenda terorê.

Di navbera 2019 û 2022'yan de, hêzên Amerîkayê bi koordîneya QSD'ê gelek serçeteyên DAIŞ'ê li herêmên  bakurê Sûriyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyê de kuştin. Di nav de Ebû Bekir El Bexdadî, Îbrahîm El Haşimî El Qureşî, Mahir El Egal ku serçeteyekî girîng ê DAIŞ'ê ye.

Li ser vê mijarê Mehmûd Hebîb wiha anî ziman: "30 hezar terorîst yên ji Ûygûr, Çeçen û Tirkmenan li Îdlib û herêmên dagirkirî ji aliyê Tirkiyeyê ve tên parastin. Tirkiyê van terorîstan ji bo pêkanîna armancên xwe yên li derve bi kar tîne. Ew terost bi serbestî û eşkere li Tirkiyê û herêmên Bakurê Sûriyê yên dagirkirî tevdigerin.

Hebîb îşaret pê kir ku nabe mirov bêje ku rola dewleta Tirk di şerê li dijî DAIŞ'ê de heye û wiha domand: "Koalîsyona Navneteweyî qebûl nake ku Tirkiyê bibe endameke wê di şerê li dijî tororê de, ji ber ku dizane ku Tirkiyê têkiliyên xurt bi DAIŞ'ê re danîne û desteka leşkerî û lojîstîk da wê. Her wiha bi hezaran DAIŞ'î bi rêya Tirkiyê derbasî Sûriye û Iraqê kirine.

Dema ku DAIŞ'ê xeta sînor a Sûriyê û Tirkiyê kontrol kir, çima wê demê berpirsên Tirk qala ewlehiya xwe ya neteweyî nedikir. Di esas de Tirkiyê ji bo du armancan sûdê ji hebûna DAIŞ li ser sînor digire. Ya yekemîn propagandaya fikrê îslamî yê cîhadîst dike ku Erdogan piştgiriya wê dike û ya din jî da ku herêmê amade bike ji bo ku dagir bike. Her wiha Tirkiyê destekê dide bermahiyên DAIŞ û rêxistinên tundraw ên li cîhanê û bi rêya îstîxbarata xwe û koma

Îxwan El Muslimîn xwe bighîne komên terorîst ên li cîhanê."

'HERÊMÊN DAGIRKIRÎ DI BIN GEFÊN PARÇEKIRINA JI BEDENA SÛRIYÊ DE NE'

 

Hebîb li ser pêşeroja herêmê got: "Dema Tirkiyê nas kir ku hewldanên mezin ên Koalîsyona Navneteweyî li rojavayê Firatê tune bin, ev yek ferzendeke girt da ku bi hinceta şerê li dijî terorê û diruşmeyên derew xaka Sûriyê dagir bike, taybet Helebê ku Tirkiyê wekî wîlayek ji dighêje heta Idilb û Hesekê tev li xaka xwe bike. Herêmên dagirkirî di bin gefa parçebûna ji bedena Sûriyê de ne. Dema ku al û pere li wan herêman werin ferzkirin divê em rewşa herêmên dagirkirî û asta ku gihiştiye, nas bikin. Derbasbûna Tirkiyê ne ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê ye, lê ji bo pêkanîna armanc û hêviyên Erdogan û hikumeta wî ne.  Belavbûna artêş û îstîxbarata Tirk, avakirina komên çete yên ku di bin fermana Tirkiyê de Tirkiyê de kar dikin, nîşan dide ku herêm ber bi dagirkirinek dem dirêj ve diçin."

Dewleta Tirk li herêmên ku dagirkirine ji Efrîn, heta Cerablus û Serêkaniyê û Girê Spî guhertina demgorafîk pêk tîne.

Li gorî daneyan, dewleta Tirk herêmên ewle yên bakurê Sûriyê veguherandin baregehên leşkerî, di heman demê de dîwaran lê dike da ku xaka Sûriyê qut bike. Heta niha zêdetirî 50 baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker li ser sînor hene.

ANHA