Çima Tirkiyê êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin?

Ehmed Karamus diyar kir ku sedema zêdebûna êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hilweşîna pergala desthilatdar a li Tirkiyê bi nêzîkbûna sedsala lihevkirina Lozanê re û rojevkirina doza kurdî li ser asta cîhanî ye. Her wiha destnîşan kir ku pêwîst e diyalogeke cidî di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêk were.

Çima Tirkiyê êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirin?
24 tebax, 2022   06:47
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BERAKAT

Li cîhan, Rojhilata Navîn û Sûriyê bûyer bi lez rû didin. Dewletên ku mudaxeleyî Sûriyê kirine, dixwazin berjewendî û projeyên xwe li ser hesabê gelên herêmê pêk bînin. Dewleta Tirk jî nakokiyên di navbera hêzên herêmî û cîhanî de bi kar tîne û bi dijwarî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Piştî lidarketina gelek civînên navneteweyî mîna civîna Madrîdê di 28-29`ê Hezîranê de, civîna sêalî li Tehranê di 19`ê Tîrmehê di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de û civîna Soçiyê di 5`ê Tebaxê di navbera Erdogan û Pûştîn de, piraniya herêmên nêzî sînorê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyê de, bi dijwarî û bi balafirên bêmirov ên biçek û balafirên şer têne topbaran û bombebarankirin.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Karamus têkildarî mijarê got: “Divê ev êriş baş werin analîzkirin. Ev êriş, encama zihniyetekê ye ku dewleta Tirk ji sedema Osmaniyan û heta dema Itîhad û Tereqî û avakirina Komara Tirkiyê ve dimeşîne. Ev zihniyet xwe li ser tunebûn, çewisandin û qirkirina gelê Kurd ava dike. Hewl dide bi hemû hêza xwe destkeftiyên Kurdan li her derê têk bibe.”

Karamus wiha domand: “Delweta Tirk bi deh caran dijminatiya xwe li hember gelê Kurd û doza wî, eşkere kir. Ew dixwaze êrişên xwe yên li dijî Kurdan rewa bike bi rêya gotina; şer şerê hebûn û nebûnê ye ji bo me.”

GUHERTINA STRATEJIYA NATO`YÊ

Karamus behsa civîn û bazarên navneteweyî yên vê dawiyê kir bi taybet civîna Madrîdê ku endamên NATO`yê di 28-29`ê Hezîranê de li hev civiyan û got: “Civîn ji bo firehkirina NATO`yê bi rêya tevlêkirina Fînlandiya û Swêdê bû. Di civînê de stratejiya NATO`yê hate guhertin. Stratejiyeke nû hate dayîn. Di wê de berjewendiyên endamên NATO`yê di ber çavan re hatin derbaskirin.”

Karamus destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl da ji endamitiya xwe ya NATO`yê sûd bigire û êrişên li dijî gelê Kurd zêde bike.

Her wiha Karamus bal kişand ser civîna Tehranê ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de li dar ketiye û îşaret pê kir ku beşdaran, li ser parastina berjewendiyên hev du li hev kirin û ev nirxandin kir: “Piştre civîna Soçiyê di navbera Erdogan û Pûtîn de li dar ket. Tê de rêbazên danûstandina bi rewşa heyî ya li Sûriyê re û parastina berjewendiyên dewletan, hatin nîqaşkirin. Rola gelê Kurd li Sûriyê û helwestên wan ji hebûna Amerîkayê rojeva her du civînan bû.”

Ehmed Karamus daxuyand ku hersê alî; Tirkiye, Îran û Rûsya negihaştin formeke hevbeş û wiha domand: “Ji ber ku her aliyek dixwaze berjewendiyên xwe biparêze. Berjewendiyên Îranê li herêmê hene û dixwaze wan biparêze. Rewşa Rûsya piştî şerê Ukrayna, dorpêçkirina wê ji aliyê navneteweyî ve, derbasî qonaxeke dijwar bû û tenê Sûriyê di destê wê de ma. Ji ber wê hewl dide bi hemû hêza xwe hebûna xwe û berjewendiyên xwe li Sûriyê biparêze. Tirkiyê jî, hemû hêza xwe xistiye Sûriyê da ku her rêveberiyeke Kurdan yan jî destkeftiyên wan li Sûriyê tune bike.”

Têkildarî tevgerên Tirkiyê da ku van armancên xwe pêk bîne, Karamus ev nirxandin kir: “Dewleta Tirk dixwaze sûdê ji nakokiyên heyî li herêmê, şerê li Ukrayna, helwestên NATO`yê li hember vî şerî û hebûna Îranê li herêmê bigire da ku êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Li rex wê jî dixwaze helwesta hêzên cîhanî û hêzên mudaxeleyî Sûriyê kirine, nas bike; kî pê re ye kî li dijî wê ye.”

Karamus nirxandina xwe wiha domand: ”Ji rewşa heyî xuya dibe ku Tirkiyê erêkirina destwerdankirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest nexistiye. Ji ber wê bi rêya balafirên bêmirov ên biçek, tank û topavêjan, êrişî herêmê dike û hewl dide vîna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Rêveberiya Xweser têk bibe, da ku helwesta xwe di danûstandinên bê yên muhtemel de, xurttir bike.”

Girêdayî pêvajoya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe, Karamus daxuyand ku hêzên mezin mîna Rûsya, Amerîka, YE`yê û heta Îran naxwazin tenê dewletek sûdê ji bûyerên li Rojhilata Navîn bigire û wiha pê de çû: “Her du qutib; YE û Amerîka li aliyekê, Rûsya û Îran li aliyê din, hewl didin sûdê ji rola girîng a Tirkiyê bigirin. Bi taybet rola di şerê Ukraynayê de lîstiye û tevgera keştiyên şer di Deryayê Reş de.”

TIRKIYÊ ARMANC DIKE DEST DEYNE SER HEMÛ HERÊMÊN LI SER SÎNORÊ ROJAVA-BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Li gorî Karamus, Rûsya naxwaze Tirkiyê herêmên din ên Sûriyê kontrol bike, ji ber dewleteke NATO`yê ye û ev li gotinên xwe zêde kir: “Rûsya naxwaze Sûriyê ji bin kontrola wê derkeve. Ji ber Sûriyê dewleta yekane ye li Rojhilata Navîn ku baregehên wê û hêzên wê lê hene.”

Karamus daxuyand ku her du qutb, roleke stratejîk li Sûriyê nadin Tirkiyê ji lew re Tirkiyê di navbera her duyan de dilîze, di encamê de rê li pêşiya wê vedikin ku bi rêya balafirên bêmirov û çekên giran êrîşî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

Karamus ev yek destnîşan kir: “Ev êriş wê heta demeke diyar berdewam bikin. Armanca sereke ya Tirkiyê kontrolkirina herêmên sînor ên Rojava û Başûrê Kurdistanê beriya 2023`yan e. Ev herêmên ku bi Mîsaqî Millî tên naskirin.”

Der barê projeya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Karamus got: Gelê Kurd xwedî projeyeke demokratîk in li Rojhilata Navîn. Ji ber wê dewleta Tirk a ku aloziyên hundirîn di aliyên aborî, civakî û siyasî de hene, ji vê projeyê bi fikar e.

ÇIMA CIVATA NAVNETEWEYÎ BÊDENG E

Ehmed Karamus behsa bêdengiya navneteweyî û herêmî li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û komkujiyên li dijî zarok û jinan pêk tîne kir û ev tişt anîn ziman: “Kurd xwedî projeyeke demokratîk in. Hêzên kapîtalîst û dagirker naxwazin ev doz bi awayekî demokratîk çareser bibe. Ji ber wê projeyên demokratîk li ser xwe xeter dibînin.”

Her wiha Karamus diyar kir ku bêdengiya navneteweyî wê zêde dirêj neke û dê gelek dewletan helwestên xwe biguherin û wiha anî ziman: “Êrişên dewleta Tirk û siyaseta ku li herêmê dimeşîne, dê li ser berjewendiyên gelek dewletan xeter bin. Vê dawiyê Tirkiyê daxuyanî têkildarî Amerîka da û got ew piştgiriya terorê dike. Koalîsyona Navneteweyî jî bi serkêşiya Amerîka êrişek li dijî herêmên ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin, li dar xist. Ev nîşan dide ku helwestên navneteweyî li hember Tirkiyê têne guhertin. Mijareke din heye; civîna Biden li Erebistana Siûdî ya bi 8 dewletan re. Amerîka piştî wê daxuyanî da û tê de destnîşan kir ku hêzên wê dê li Iraq, Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimînin û dê dev ji wan herêman bernede û ji tu kesî re nahêle. Wê behsa Rûsya û Îranê dikir. Her wiha got, ger pêwîst be dê hêzên xwe heta 2040`î bihêle.”

Karamus wiha domand: “Yek ji nîşaneyên hilweşîna siyasetên Tirkiyê li Sûriyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê, daxuyaniyên dawîn ên berpirsên Tirk in ku behsa pêwîstiya pêkanîna diyalogê bi rejîma Sûriyê re kirin.”

GELEK HÊZÊN KURDÎ LI DERVEYÎ ÇARÇOVEYA STRATEJIYA DOZA KURDÎ TEV DIGERIN

Li gorî Karamus, sedema sereke ya bêdengiya civata navneteweyî ku ji ber bûyerên bilez ên rû didin dikare di kijan kêliyê de bê guhertin xwedînederketina hêzên kurdî û kurdistanî li stratejiyeke hevbeş û ji ber lidarnexistina kongreya neteweyî ya Kurdistanê. Ev yek dihêle ku gelek hêzên kurdî li derveyî çarçoveya stratejiya doza kurd tev bigerin.

Ehmed Karamus bêdengiya hêzên garantor li hember lihevkirina agirbestê, rexne kir û diyar kir ku bêdengiya van dewletan, encama rewşa heyî ya li herêmê û şeran e bi taybet şerê li Ukraynayê û ji ber ku her du dewlet li gorî berjewendiyên xwe tev digerin, naxwazin nakokî li herêmê bi dawî bibin. Ji ber wê Tirkiyê sûd ji bêdengiya wan digire û bi domdarî êrişî herêmê dike.

Karamus bal kişand ser sedemên zêdekirina êrişan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve û got: “Tirkiyê fêm kiriye ku dem li dijî berjewendiyên wê ne. Her wiha ji ber ku pergala wê ya desthilatdar nêzî hilweşînê bûye. Li aliyekî din, doza Kurd ketiye rojava cîhanê. Ji ber wê asta êrişên xwe li dijî herêmê zêde dike. Ne diyar e wê heta kengî wisa êriş bike. Lê di rojên bê de dê ev yek diyar bibe.”

Ehmed Karamus îşaret bi helwesta QSD`ê û daxuyaniyên ku vê dawiyê dane kir û got: “QSD`ê mafê parastina rewa li gorî rêgezên têkoşîna şoreşgerî bi kar tîne. Ji ber ev hêz niha li ser asta cîhanî bi berxwedan û têkoşîna xwe ya demokratîk tê naskirin. Lewra divê ev hêz û Rêveberiya Xweser fişarê li hêzên navneteweyî û Koalîsyona Navneteweyî bike ku qada hewayî ya herêmê bigirin.”

Her wiha Karamus got Tirkiyê tu girîngî nade hikumeta Şamê, ji ber wê nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li Kobanê kir hedef û gelek endamên wê kuştin û wiha berdewam kir: “Ev îsbat dike ku Tirkiyê girîngiyê nade van hêzan. Ji ber wê divê diyalog di navbera Rêveberiya Xweser, QSD û hikumeta Şamê de pêk were. Ji bo êrişên Tirkiyê rawestin, herêmên dagirkirî rizgar bibin û çeteyên tundrew tune bibin.”

Di dawiyê de hevserokê KNK`ê Ehmed Karamus bang li hemû hêzên demokratîk kir ku ji bo şikandina siyasetên Tirkiyê bibin yek.

(şx)

ANHA