​​​​​​​Pisporên Ereb: Li hemberî destwerdanên dewleta Tirk tifaqa Ereb û Kurdan pêwîstiyek e

Pispor û şîrovekarên siyasî yên Ereb li hember gef û xetereyên li ser gelên herêmê girîngiya avakirina hevbendiyeke Ereb û Kurdan li Rojhilata Navîn destnîşan kirin û got “Heke bêdengiya Ereban dewam bike dê dewleta Tirk beşên din ên xaka Sûriyê û Iraqê dagir bike.”

​​​​​​​Pisporên Ereb: Li hemberî destwerdanên dewleta Tirk tifaqa Ereb û Kurdan pêwîstiyek e
24 tebax, 2022   04:38
QAHÎRE- MUHSIN EL MISIRÎ

Dewletên mêtinger, di serî de dewleta Tirk a dagirker tevgerên xwe zêde dikin da ku hegemonyaya xwe li ser gelên herêmê ferz bikin.

Li gorî pispor û siyasetmedaran, destwerdanên dewleta Tirk gefa herî mezin li ser gelên herêmê û îstiqrara dewletên wan e, ji ber vê yekê divê gel li hemberî van planan hevkar bin, nemaze li gel tevgerên hêzên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li Sûriyê û Iraqê.

PLANÊN DEWLETA TIRK Û HINCETÊN WÊ YÊN DEREW

Nivîskar û şîrovekarê siyasî yê iraqî Ebas Ezîz diyar kir ku pêwîstiya herêmê niha bi vê yekê heye ku nakokiyên etnîk, mezhebî, neteweyî û hizbî ji holê werin rakirin, bi taybet nakokiyên di navbera Kurd û Ereban de.

Ebas Ezîz ji ANHA'yê re axivî û destnîşan kir ku pêwîstiya herêmê bi nêzîkbûneke kurdî-erebî heye û wiha domand: "Ji ber ku armanc û planên berfirehkirinê yên Tirkiyê derbasî xeteke xeternak bûne. Ev ji her kesî re eşkere ye, nexasim piştî ku di aliyê ewlehî û leşkerî de derbasî Sûriyê û herêma Kurdistanê (Başûrê Kurdistanê) bû da ku dest deyne ser jêderên petrolê. Li aliyekî din jî dixwaze her hêviyeke Kurdan ji bo rêveberiyeke xweser têk bibe."

Nivîskarê iraqî bang li dewletên erebî û herêmî yên derdorê û rêveberên partiyên siyasî kir ku doza kurdî ji bo bidestxistina qezencên siyasî bi kar neynin û nas bikin ku Kurd gelekî resen in û xwedî mafên dîrokî ye ku di pîvanên mirovî û belgeyên navneteweyî de hatine destnîşankirin. Her wiha got, hincetên ku dewleta Tirk ji bo destwerdana xwe di xaka Sûriyê û Iraqê de derdixe, ji her kesî re eşkere ne û nabe li hemberî wê bêdengî hebe.

Ezîz hişyarî da ku heke bêdengiya Ereban dewam bike dê dewleta Tirk bi navê şerê li hemberî PKK'ê rewşeke nû ya dagirkirina beşên din ên xaka Sûriyê û Iraqê ferz bike.

Ronakbîrê ji Filistînê Yasir Ebû Seydo jî destnîşan kir ku Ereb, Kurd û tevahî gelên herêmê ketin xefka hêzên dijber ên li ser van gelan şer dikin û wiha axaftina xwe domand: “Ereb û Kurd bi sedên salan wekî yek netewe bi hev re jiyan. Îsbata vê ye lîderê Kurd Selahedîn El Eyûbî ye ku heta niha li dewletên erebî û îslamî sembola rizgariyê ye. Lê heger em li tirkan binêrin, Tirk ne xwedî netewe ye, kolkên wan cûda ne, pêkhateya wan etnîkî ye ew Tirk, Kurd, Tirkmen û yên din in. Ev yek civaka çîn û mozaîk xurt dike ku hêmanên jihevketinê hildigire."

Li gorî ronakbîrê filistînî, Tirkiye li ser vê bingehê ye ku xizmetên xwe yên dewletê yên yekser carnan bifiroşe Amerîkayê, carnan ji difroşe masonî û siyonîzmê û Rûsyayê û îşaret bi vê yekê kir kelûpelên wan çi qas dirêj bibin, demkurt in.

Li ser astengiyên li pêşiya nêzîkbûna gelên herêmê, Ebû Seydo destnîşan kir ku çîneke  ji xizmetkarên Ereb, Kurd, durzî û aliyên dîtir hene ku ji bo berejwendiyên xwe kar dikin û got, ev kes nakokiyan ji bo xizmeta rojava xurt dikin û dilivînin.

Yasir Ebû Seydo her wiha da zanîn ku tevgerên din jî hene ku hewl didin yekitiya gelên herêmê vegerînin mîna ber û siyasetên parçebûnê ku hêzên dagirker ava kirine ji holê rakin û diyar ku Tevgera Fetih di demekê de ji bi hezaran Kurd, durzî û xiristiyan pêk dihat.

TIFAQA KURD Û EREBAN HER KESÎ DIPARÊZE

Lêkolînera urdinî Danêla El Qeran îşaret pê kir ku li gel zext û destwerdanê li ser herêmê tifaqa erebî-kurdî pêwîst e.

Danêla El Qeran da zanîn ku herêm bi giştî di nav nakokî, destwerdanên derve yên mezin de ye û wiha pê de çû: "Mînak Tirkiyê hewl dide hegemonya û îdelojiya xwe ferz bike da ku armanc û hêviyên xwe yê zindîkirina Osmanî pêk bîne. Ji ber vê yekê dewletên herêmê dike hedef û rêzê li hemberî serdestiya dewletan nagire. Ev vê yekê li Sûriyê û Iraq dibînin."

Danêla El Qeran îşaret pê kir ku çareseriya yekane ya li hemberî tevgerên Tirkiyê yên li herêmê nêzîkbûn û hevgirtina di navbera hemû niştecihên herêmê Ereb û Kurd de ye û got tifaqa Ereb û Kurdan dê ne tenê Kurdan ji êrişên Tirkiyê biparêze, lê belê dê Ereban jî di pêşerojê de ji zêdegaviyên Tirkiyê yên ku li ser sînorê Sûriyê û Iraqê nemîne, biparêze.

Danêla El Qeran di dawiyê de anî ziman ku xetereya herî mezin îdeolojiya rejîma Tirk e ku herêmên dewletên erebî wekî beşek ji xaka xwe ya dîrokî ya Osmaniyan dibîne ku divê li gorî Mîsaqî Millî vegerîne ku rejîma Tirk a heyî ya bi serokatiya Erdogan bi vê yekê bawer dike.

ANHA