​​​​​​​Şehîd Sosin Bîrhat bi merasîmekê hat bîranîn

Şêniyên herêma Efrînê bi merasîmekê şehîd Sosin Bîrhat bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê de xwişka şehîd Sosin pesna têkoşîna QSD’ê û girtina sîxurên ku bûn sedema şehîdxistina şehîd Sosin da.

​​​​​​​Şehîd Sosin Bîrhat bi merasîmekê hat bîranîn
​​​​​​​Şehîd Sosin Bîrhat bi merasîmekê hat bîranîn
​​​​​​​Şehîd Sosin Bîrhat bi merasîmekê hat bîranîn
​​​​​​​Şehîd Sosin Bîrhat bi merasîmekê hat bîranîn
23 tebax, 2022   19:19
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya navçeya Ehrezê ya kantona Şehbayê bi merasîmekê şehîd Sosin Bîrhat bi bîr anîn.

19’ê Tebaxê salvegera şehîdxistina endama Meclisa Leşkerî ya YPJ’ê û Meclisa Leşkerî ya QSD’ê, Sosin Bîrhat û şervanên QSD’ê Egîd Girkê Legê, Rûbar Hesekê û Seyfullah Ehmed e ku di encama hedefgirtina navenda Meclisa Têkiliyan a Meclisa Leşkerî ya Til Temirê ji aliyê dagirkeriya Tirk ve şehîd bûne.

Di Operasyona Sond de ku QSD`ê daye destpêkirin, sîxur û ajanên ku bûn sedema şehîdxistina wan hatin girtin.

Di destpêka merasîmê de endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Efrînê, Nadir Muslim wiha axivî: “Em soz didin şehîdên xwe ku li ser şopa wan bin û armancên wan pêk bînin. Rêya ku dest pê kirine em ê berdewam bikin û armancên ji bo wê şehîd bûne, pêk bînin.”

Muslim wiha domand: “Çiqas hovîtiya dijmin li dijî me zêdetir bibe jî, ew nikare me têk bibe ji ber ku em gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina xak û nirxên xwe dê canê xwe feda bikin.”

Her wiha, xwişka şehîd Sosin Bîrhat Îlham Mihemed axivî û diyar kir ku Tirkiyê hewl dide gelê Kurd qir bike lê ev hewldan rastî berxwedana xurt a gelê Kurd tê.

Her wiha Îlham Mihemed wiha anî ziman: “Tirkiyê dixwaze bi hemû awayan nexasim hedefgirtina fermandarên Şoreşa Rojava têk bibe, lê em gelekî berxwedêr in û serî li ber wan kiryaran natewînin.”

Îlham Mihemed têkoşîna QSD’ê û lidarxistina Operasyona Sond silav kir û got: “Em spasiya QSD’ê dikin ku sîxurên k bûn sedema şehîdxistina keç û xortên welatê me, girtin.”

Piştre beşdaran li ser gorên şehîdan mûm pêxistin, dûre li ser jiyana şehîd Sosin Bîrhat sînevîzyonek hat pêşandan.

Merasîm bi siloganên “Şehîd Namirin” bi dawî bû.

(mh)

ANHA