ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-8-2022`YAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24-8-2022`YAN
23 tebax, 2022   23:00

Çalakiya Konvedanê ya li pêşiya navenda NY`yê li dar ketiye didome saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Dêrikê ya kantona Hesekê ji bo şermezarkirina êrişên li dijî herêmê ji qada Azadî dest bi xwepêşandanê dikin saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Yekitiya Ragihandina Azad panelek têkildarî rola ragihandinê di şerê taybet de li Navenda Çandê ya Reqayê li dar dixe saet di 10:00`an. Berpirsê Têkiliyên Leşkerî yê Giştî Mistefa Balî panelê bi rêve dibe.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Kongra Star a Til Temirê ya kantona Hesekê der barê hedefgirtina navendeke perwerdeyê ya keçan ji aliyê dewleta Tirk ve, daxuyaniyekê dide saet di 10:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê, ji bo projeya Navenda Zarokan kongreyekê li gundê Xezna yê Qamişlo li dar dixe saet di 11:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên herêma Serêkaniyê li dijî êrişên dawîn ên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kampa Serêkaniyê ya li Hesekê xwepêşandekê li dar dixin saet di 18:00`an de.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Dayikên şehîdan banga cezakirina sîxur û xayînan li pêşberî gel kir û got ew kesên ku bûne sedema rijandina xwîna zarokên wan efû nakin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Destwerdana dewleta Tirk a dagirker a ji beriya 6 salan ve li xaka Sûriyê, bi geşkirina komên herî tundraw ên cîhanê encam da. Dewleta Tirk a dagirker herêmên dagirkirî veguherandin navenda terorê û êrişên xwe didomîne.(BI WÊNE)

Ekrem El Mehşûş da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker bi piştgirîdayîna terorê destwerdana aloziya Sûriyê kir, herêm dagir kirin û niha jî li ser hesabê muxalefeta Sûriyê bazaran dike û got “Bila dewleta Sûriyê ji bîr neke ku dewleta Tirk dijmineke dîrokî ye. Hêviya radestkirina herêman jê neke, mînaka herî berbiçav jî Lîwa Îskenderon e.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên Qamişlo diyar kirin ku dewleta Tirk ji hedefgirtina zarokan armanc dike vîna gelê herêmê bişikîne. Lê şêniyan destnîşan kir ku ew ê li hember mîna van êrişan, giyanê berxwedan û têkoşînê bilindtir bikin û dev ji axa xwe ya bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernadin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Pispor û şîrovekarên siyasî yên Ereb li hember gef û xetereyên li ser gelên herêmê girîngiya avakirina hevbendiyeke Ereb û Kurdan li Rojhilata Navîn destnîşan kirin û got “Heke bêdengiya Ereban dewam bike dê dewleta Tirk beşên din ên xaka Sûriyê û Iraqê dagir bike.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçey Holê ya kantona Hesekê bi jin û mêrên xwe di çarçoveya tedbîrgirtinên li hember êrişan de, li gor şerê gel ê şoreşgerî tev li perwerdeyên bikaranîna çekan bûn.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Hevserokê Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Mihemed Emîn Neîmî da zanîn ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava "Dem dema azadiyê ye" de ew amadekariya lidarxistina komxebateke li ser asta Rojhilata Navîn dikin da ku kongreyeke cîhanî bi mijara rewşa qanûnî ya rêber Abdullah Ocalan li dar bixin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Ehmed Karamus sedema ku ji ber wê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine, bi hilweşîna pergala desthilatdar a li Tirkiyê nexasim sedsala lihevkirina Lozanê nêz dibe û rojevkirina doza kurd li ser asta cîhanî ve girê da. Her wiha destnîşan kir ku pêwîst e diyalogeke cidî di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser de pêk were.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rewşenbîrên li taxa Şêxmeqsûd diyar kirin ku lihevkirina Edene ya Nûjenkirî, di heqê gelê Sûriyê de rû reşiyek e û dagirkirina axa Sûriyê ji aliyê Tirkiyê ve rewa dike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Jinên Efrînê yên ku ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker koçberî Til Rifetê bûne diyar kir ku êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker berxwedan û îradeya wan lawaz nakin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA