Şêniyên Qamişlo: Bi hedefgirtina zarokan re ruhê berxwedanê bilindtir dibe

Şêniyên Qamişlo diyar kirin ku dewleta Tirk ji hedefgirtina zarokan armanc dike vîna gelê herêmê bişikîne. Lê şêniyan destnîşan kir ku ew ê li hember mîna van êrişan, giyanê berxwedan û têkoşînê bilindtir bikin û dev ji axa xwe ya bi xwîna şehîdan hatiye avdan bernadin.

Şêniyên Qamişlo: Bi hedefgirtina zarokan re ruhê berxwedanê bilindtir dibe
23 tebax, 2022   23:41
QAMIŞLO

Dewleta Tirk a dagirker di 18’ê Tebaxê de navendeke perwerdeyê ya keçan a bi rêveberiya Neteweyên Yekbûyî (NY) li gundê Şemokê yê Hesekê ku bi 2 kîlometreyan dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye, kir hedef û  di encamê de 4 keç şehîd bûn û 11 keçên din birîndar bûn.

Der barê vê yekê de, şêniyên Qamişlo nerazîbûnên xwe nîşan dan û destnîşan kirin ku dewleta Tirk a dagirker armanc dike bi mîna van êrişan vîna wan bişikîne.

BÊDENGIYA CIVATA NAVNETEWEYÎ LI SER HEVKARIYA WÊ BI DEWLETA TIRK RE ÎSBAT E

Welatiya bi navê Sureya Cuma wiha axivî: “Li gel bêdengiya civata navneteweyî, dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên me dike. Negirtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li ser hevkariya wê bi dagirkeriya Tirk re îsbat e ku destê wê di hedefgirtina navenda perwerdeyê ya keçan a li gundê Şemoke de heye.”

Sureya Cuma wiha domand: “Rêxistinên mafên mirovan îdia dikin ku ew mafên mirovan diparêzin, lê bêdengiya wê li hember êrişan, berovajî vê yekê nîşan dide. Dagirkeriya Tirk zarokên me li ber çavên cîhanê tevde hedef digire.”

JI BER DÊ ZAROKÊN ME LI PÊŞIYA WÊ BIBIN BENDEKE ASÊ, WAN DIKE HEDEF

Sureya Cuma destnîşan kir ku ew ê têkoşînê bidomînin û got: “Em ji balafirên dagirkeriya Tirk natirsin. Gava hovîtiya dagirkeriya Tirk zêdetir dibe, ruhê berxwedan û têkoşînê li ba me jî bilindtir dibe, em dev ji xaka xwe ya bi xwîna şehîdên hatiye avdan bernadin.”

Sureya Cuma da zanîn ku heta êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmê ranewestin û qada hewayî ya herêmê neyê girtin, ew ê çalakiyên xwe berdewam bikin.

Sureya  Cuma wiha pê de çû: “Ji ber ku zarokên me dê rê li ber armancên dagirkeriya Tirk bigirin, ew wan dike hedef. Zarokên me li ser fikr û felsefeyeke demokratîk û azad mezin bûn û wekhevî baş nas kirin.”

Di dawiya axaftina xwe de Sureya Cuma bêdengiya civata navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk şermezar kir û teqezî bi berdewamkirina berxwedanê kir.

EM Ê BI HEMÛ HÊZA XWE XAKA XWE BIPARÊZIN

Her wiha, welatiya bi navê Delal Bedûr bang li rêxistinên mafên mirovan kir ku êrişên dewleta Tirk rawestînin û qada hewayî ya herêmê bigirin û got: “Em gelekî aştîxwaz in, ji jiyana aram û ewle hez dikin, lê eger rewşa wisa bixwaze em ê bi hemû hêza xwe xaka xwe biparêzin.”

Delal Bedûr axaftina xwe domand: “Dagirkeriya Tirk ji ber binketina xwe ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û hewl dide bi hedefgirtina zarokan îradeya me têk bibe, lê em berxwedana xwe didomînin.”

Her wiha welatiyê bi navê Ebdullah Icê wiha axivî: “Dagirkeriya Tirk zarokan hedef digire ji ber ew bingeha civakê ne û dê axa xwe biparêzin. Em bêdengiya hêzên navneteweyî û hevkariya wan bi dagirkeriya Tirk re şermezar dikin.”

ŞOREŞ Û BERXWEDANA ME JI BO XAK Û ZAROKÊN ME NE

Di heman çarçoveyê de welatiyê bi navê Hozan Mecdo diyar kir ku armanca dagirkeriya Tirk ji hedefgirtina zarokan têkbirina îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û got: “Ji ber ku şoreş û berxwedana me ji bo avakirina welatekî azad û pêşerojeke ewle ji bo zarokan e, ew zarokan dike hedef.”

Mecdo bêdengiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li hember êrişên dagirkeriya Tirk şermezar kir

(mh)

ANHA