Hevseroka Nivîsgeha Parastinê: Hêz û gelê me amade ne êrişên artêşa Tirk a dagirker têk bibe

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan El Elî tekez kir ku QSD`ê amade ye li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bisekine. Her wiha bêdengiya hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî ya li hebmerî van êrişan rexne kir.

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê: Hêz û gelê me amade ne êrişên artêşa Tirk a dagirker têk bibe
22 tebax, 2022   23:41
REQA-EHMED EL ESAF

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne, bi balafirên bêmirov ên biçek welatiyan û baregehên QSD`ê û hikumeta Şamê yên nêzî eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker re dike aramnc. Hikumeta Şamê û hêzên navneteweyî li hember vê rewşê tu helwestê nîşan nadin.

Têkildarî mijarê, hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan El Elî wiha tekez kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) amade ye bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker bide û got, “Ji bo bersivdayîna êrişan me amadekariyên xwe temam kirin.”

Beyan El Elî ku ji ajansa me re axivî, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê şermezar kir ku armanc jê berfirehkirina qada dagirkeriya xwe li Sûriyê ye xaka Sûriyê. Beyan her wiha anî ziman ku dewleta Tirk hemû pêkhateyên li herêmê dike armanc û bi wê re hewl dide projeya Rêveberiya Xweser a li herêmê têk bibe.

Beyan El Elî tekez kir ku QSD`ê amade ye bersiva êrişên li dijî gelê herêmê bide û wiha axaftina xwe dewam kir: “Em dev ji herêmê bernadin, ji bo rizgarkirina herêmê me gelek fedekarî û şehîd dan. Îro jî dewleta Tirk bi balafiran fermandarên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hudnirîn dike aramnc.”

'DEWLETÊN GARANTOR Û HIKUMETA ŞAMÊ TÊKILDARÎ ÊRIŞAN TU HELWEST NÎŞAN NEDAN'

Beyan El Elî bêdengiya navneteweyî ya li hembe sûcên dewleta Tirk a dagirker rexne kir û wiha dewam kir: "Dewletên garantor li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên me, ku bi hedefgirtina sivîlan û hêzên leşkerî yên li herêmê hewl dide ewlehî û îstiqrara herêmê têk bibe, tu helwest nîşan nedan."

Beyan El Elî helwesta hikumeta Şamê ya li hember êrişên dewleta Tirk ên li ser xaka Sûriyê û serdestiya wê, jî rexne kir û got: "Divê hikumeta Şamê têkildarî êrişan li pêşberî raya giştî xwedî helwesteke zelal û diyar be."

Beyan El Elî ev tişt anîn ziman: “Hêzê rejîmê li ser sînor hene, lê li hember êrişên li ser herêmê tu bertekê nîşan nedan heta şermezar jî nekirin.”

'JI BILÎ GEL TU KES PARASTINA HERÊMÊ NAKE'

Beyan El Elî îşaret bi girîngiya hevgirtina pêkhateyan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Divê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekdest bin ku van êrişan têk bibin. Ji bilî gelê me tu kesî me tune ye. Ji derveyî gel û QSD`ê tu kes parastina vê herêmê nake."

'GELÊ ME ENCAMÊN DAGIRKERIYÊ DIZANE'

Beyan daxuyand ku hêzên leşkerî ji bo şikandina planên dagirkerya Tirk û armancên wê, ji gelê herêmê piştrast e û got: "Wek ku me ev herêm rizgar kir, dê gelê me piştgiriya hêz û saziyên me yên rêveberiyê bikin ku xaka dagirkirî rizgar bikin û êrişên li ser herêmê têk bibin."

Hevseroka Nivîsgeha Parastinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Beyan El Elî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeteriya gefên dewleta Tirk a ên li ser herêmê dizane û ji bo parastina vê xakê xwedî bertekeke xurt in."

(eh)

ANHA