Mistefa Kazimî gihişt Misrê

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ji bo tev li civîna pênc welatên Ereb bibe, gihişt Misrê.

Mistefa Kazimî gihişt Misrê
22 tebax, 2022   15:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Ofîsa Serokwezîrtiya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku serokwezîr Mistefa Kazimî ji bo tev li civîna pênc welatên Ereb bibe, gihişt Misrê.

Tê payîn di civîna welatên Misir, Îmarat, Behreyn, Urdun û Iraqê de rewşa ewlehî, siyasî û aborî ya herêmê axaftin hebin.

Dê civîna her pênc welatên Ereb li bajarê Elemîn ê bakurê Misirê were lidarxistin.