Parêzeran ji bo dîtina rêber Ocelan careke din serlêdan kir

Parêzerên rêber  Abdullah Ocalan, ji bo dîtina miwekîlê xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina rêber Ocelan careke din serlêdan kir
23 tebax, 2022   10:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Parêzerên Buroya Huqûqê ya Sedsalê Mazlû Dînç, Newroz Ûysal, Îbrahîm Bîlmez û Cengîz Yureklî, daxwaza hevdîtinê bi miwekîlê xwe re kir.

Parêzeran, ji ber ku salel û pênc meh in agahî ji miwekîlên xwe negirtine, ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê û Midûriyet Saziya Înfaza Ceza ya Îmraliyê dan.

Parêzer, ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe miwekilê xwe re hefteyê du caran serlêdanê dikin.

Ji 25'ê Adara 2021’ê heta bi niha tu agahî ji rêber Abdullah Ocalan nehatiye girtin.