Ferhad Can: Perspektîf ji bo hêzên hikumeta Şamê hene ku bersiva êrişan nedin

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê diyar kir ku ji bo hêzên hikumeta Şamê perspektîf hene ku bersiva êrişan nedin, her wiha Rûsya jî li hember wê bêdeng e.

Ferhad Can: Perspektîf ji bo hêzên hikumeta Şamê hene ku bersiva êrişan nedin
23 tebax, 2022   05:45
HESEKÊ

Ji destpêka meha Tebaxê ve dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên xwe li dijî herêmên li ser sînorên Sûriyê û hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên bêmirov ên biçek zêde kirin. Herî dawî êrişî gundê Şimokê kir ku bi 16 kîlometreyan li rojavayê bajarê Hesekê ye û bi 2 kîlometreyan dûrî baregeha Koalîsyona Navneteweyî ye.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê, Ferhad Can da zanîn ku ev êriş piştî civînên Tehran û Soçiyê zêdetir bûn.

Ferhad Can wiha domand: “Rojane sewqiyetên leşkerî digihîjin baregehên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li herêmên ku di 2019`an de dagir kirine. Rojane gundên navçeya aram, perestgeh û goristanan topbaran dike.”

Li hember êriş û topbarana dagirkeriya Tirk dewletên garantor nexasim Rûsya bêdeng in ku baregehên wê yên leşkerî li herêmê ne. Her wiha hêzên hikumeta Şamê yên “parêzvanên sînor” ku ji 2019’an ve li wir in jî bêdeng in.

Ferhad Can ev li gotinên xwe zêde kir: “Hêzên Rûsya hê jî li baregehên xwe ne ruxmî ku zêdetirî carekê hatin hedefgirtin. Hêzên hikumeta Şamê jî rojane tên hedefgirtin û kuştiyên wê çêdibin, lê dîsa jî ew bêdeng in, ji ber ku perspektîf jê re hatine dayîn ku bersiva êrişan nedin.”

Têkildarî bêdengiya hikumeta Şamê li hember êrişan Ferhad Can got: “Ji bo hêzên hikumeta Şamê perspektîf hene ku bersiva êrişan nedin, lê belê em wek Meclisa Leşkerî ya Til Temirê dê di çarçoveya mafê parastinê yê rewa de li ber xwe bidin. Heta yên ku parastina hêzên hikumeta Şamê dikin em in.”

Der barê tedbîrgirtinên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê li hember êrişan Ferhad Can wiha axivî: “Hêzên me yên leşkerî di aliyên leşkerî, lojîstîk û manewî de amade ne ku êrişan têk bibin, hêzên me jî heta niha pabendî soza parastina herêmê û rizgarkirina deverên dagirkirî ne.”

(mh)

ANHA