KNK: Rêya herî serketî diyalog û lihevhatin e

Hevserokatiya KNK’ê bi wesîleya hevgirtina yekcarî ya refên Hizba Demokrat peyameke pîrozbahiyê weşand û ragihand ku çiqasî pirsgirêkên navxweyî bên çareserkirin, ew qasî hêvî û derfetên serketinê zêde dibin.

KNK: Rêya herî serketî diyalog û lihevhatin e
22 tebax, 2022   15:28
NAVENDA NÛÇEYAN 

Hevserokatiya Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) bi boneya hevgirtina yekcarî ya refên Hizba Demokrat (HDK-Îran) ku partiyeke Rojhilatê Kurdistanê ye peyameke pîrozbahiyê weşand.

Di peyama Hevserokatiya KNK’ê de ev tişt hatine gotin:

“Sekreterê giştî yê HDK-Îran birêz Mistefa Hicrî;

Bi dilxweşiyek mezin, me nûçeya hevgirtina yekcarî ya refên Hizba Demokrat bihîst. Di demekê de ku gef û êrişên her alî li ser tevgera azadîxwaza Kurdistanê hene, bersiva herî rast ji bo vê qonaxa hestiyar hevgirtina hêzên Kurdistanî ye.

Îro, hevdem li gel pêşmerge, endam û alîgirên partiya we, hemû xelkê Kurdistanê dilxweş e ku we pêvajoya diyalogê bi serketin gihand encamê. Ji bo hêzên siyasî jî, ev pêngav divê weke destekeke hevpar bê dîtin. Ji ber ku çiqasî pirsgirêkên navxweyî bêne çareserkirin, ew qasî hêvî û derfetên serketinê zêde dibin.

Bi salane dijminên neteweya Kurd, pirsgirêkên navxweyî, yên partî û hêzên Kurdistanî bi kar tînin ku yêkitî û hevbendiyeke neteweyî li Kurdistanê ava nebe. Dijminên me tu carî naxwazin ku hêzên me hevgirtî bin û partiyên me dost û piştevanên hev bin. Hevgirtina dubare ya Hizba Demokrat, careke din nîşan da ku ji bo çareserkirina netifaqî û pirsgirêkên hundir, rêya herî serketî diyalog û lihevhatin e.

Li ser navê Kongreya Neteweyî ya Kurdistan KNK’ê, li gel pîrozkirina vê pêngava girîng û pêwîst, em ji bo we û têkoşîna we ya bi nirx, serketinê dizwazin.”