​​​​​​​​​​​​​​ Komîteya Werzîş û Ciwanan a Dêrazorê dewreya 4`an a bikaranîna kompûterê vekir

Komîteya Werzîş û Ciwanan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê îro dewreya 4`an a bikaranîna kompûterê li avahiya Yekitiya Werzîşê ya li gundê Sifîrê yê rojavayê Dêrazorê vekir.

​​​​​​​​​​​​​​ Komîteya Werzîş û Ciwanan a Dêrazorê dewreya 4`an a bikaranîna kompûterê vekir
22 tebax, 2022   15:05
DÊRAZOR

20 kes tev li dewreyê bûn. Wê di 25 rojan de waneyên teorî û pratîk li ser bikaranîna kompûterê bibînin.

Der barê dewreyê de Rêveberiya Peymangeha Enformatîk a rojavayê Dêrazorê Xalid El Selame ji ajansa me re axivî û got: “Fêrkirina beşa ciwanan li ser bikaranîna kompûterê armanca me ya sereke ye. Em dixwazin bi rêya mîna van dewreyan civakê bi pêş bixin û derfetên kar ji ciwanan re peyda bikin.”

El Selame wiha domand: “Me temenek ji bo dewreyê diyar nekiriye. Ew li pêşiya hemûyan vekirî ye, kî dixwaze dikare tev lê bibe. Heta niha 20 kes tev lê bûne. Perwerde saet di 08:00`an de dest pê dike û saet 11:00`an de diqede.

El Selame da zanîn ku ew her meh mîna van dewreyan vedikin û kesên pirsporê warê bikaranîna kompûterê çavdêriya wê dikin.

(dm)

ANHA