Li hember hedefgirtina navenda perwerdeyê ya keçan nerazîbûnên giştî

Dayikên gerîla li herêma Firatê, xwendekarên Zanîngeha Kobanê û Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqa bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk ên li ser navenda perwerdê ya taybet a keçan şermezar kir ku di encamê de 4 keç şehîd bûn û 11 din birîndar bûn. Her wiha banga girtina qada hewayî ya herêmê kir.

Li hember hedefgirtina navenda perwerdeyê ya keçan nerazîbûnên giştî
Li hember hedefgirtina navenda perwerdeyê ya keçan nerazîbûnên giştî
Li hember hedefgirtina navenda perwerdeyê ya keçan nerazîbûnên giştî
21 tebax, 2022   13:31
KOBANÊ

Hevseroka Akademiya Şehîd Amîkhan Cûdî ya Herêma Firatê Ronahî Heco daxuyaniya dayikên gerîla ya herêma Firatê xwend.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk a faşîst zarok, jin, kal û endamên hêzên ewlehiyê dike armanc, herî dawî jî navendeke perwerdê ya taybet a keçan bi balafireke bêmirov kir armanc û di encamê de 4 keç şehîd bûn û 11 din birîndar bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li gelên herêmê hat kirin ku destekê bidin QSD`ê û her wiha hat destnîşankirin ku dê li çiyayan serkeftin pêk were, helbet wê dawiya dewleta Tirk, çete û ajanên wê hebe.

'DIVÊ QADA HEWAYÎ WERE GIRTIN'

Têkildarî heman mijarê xwendekarên Zanîngeha Kobanê helwesta rêxistinên mafên mirovan a li hemberî êrişên artêşa Tirk ên li dijî xwendekarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, şermezar kir.

Xwendekara bi navê Werde Ehmed daxuyanî li qada zanîngehê ya Kobanê xwend.

Di daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Armanca dewleta Tirk a faşîst ji van êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew e ku tevliheviyê derxe, êdî îro çi kesên li vê herêmê dijîn ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve têne hedefgirtin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişa li ser rêya Til Temir-Hesekê li dijî navendeke perwerdê ya taybet a keçkan, karekî şermezarkirî ye.

Di daxuyaniyê de bêdengiya rêxistinên hiquqî hat şermezarkirin nexasim ku ev navend ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) tê birêvebirin û tenê bi 2 kîlometreyan dûrî mezintirîn baregeha leşkerî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li Hesekê ye.

Di daxuyaniyê de her wiha bang li sazî û hêzên navneteweyî hate kirin ku li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker bi erkê xwe rabin û qada hewayî ya herêmê li pêşiya balafirên Tirkiyê bigirin.

Xwendekaran di dawiya daxuyaniyê de soza parastina herêmê da.

Bi mijarê ve girêdayî Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Tebqa êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê ku di serî de jinan dike armanc, şermezar kir û got: "Ev êriş bi armanca şikandina vîna jina azad in."

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Beyda Xidir daxuyanî xwend û got: "Dagirkeriya Tirk êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çiyayên Kurdistanê dike, her wiha li dijî gelê me hovantirîn sûcan pêk tîne, nexasim li ser jinan ji ber di hemû qadan de isbata hebûna xwe kiriye û Tirkiye dixwaze bi van êrişan vîna me bişkîne."

Di daxuyaniyê de yekitiyê îşaret bi êrişên li dijî fermandar û pêşengên jin kir ku şerê DAIŞ`ê kirine û got: Em bêdengiya civata navneteweyî ya li hemberî êrişên li ser herêmê şermezar dikin. Ka mirovahî û mafên mirovan ku behsa wê dikin, bi çavên xwe dibînin çawa dewleta Tirk a dagirker êrişên hovane li dijî herêmê pêk tîne. Rojane bi dehan zarok û jin li ser destên Erdogan û sîxurên wî têne qetilkirin."

Yekitiya Jinên Ciwan di dawiya daxuyaniyê de soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna serkeftinê û tola wan hilînin da.

(eh)

ANHA