Li Til Temirê ruxmî êrişan projeyên xizmetguzariyê pêk tên

Ruxmî navçeya Til Temir nêzî eniyên şer ên bi artêşa Tirk û çeteyên wê re ye, Şaredariya Gel a Til Temir xebatên xizmetguzariyê pêk tîne. Ev jî girêdana gelê herêmê bi xakê destnîşan dike.

Li Til Temirê ruxmî êrişan projeyên xizmetguzariyê pêk tên
21 tebax, 2022   13:08
HESEKÊ

Tevî ku navçeya Til Temir a kantona Hesekê li eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re ye û rojane bi balafir û topan tê hedefgirtin, lê dîsa jî Şaredariya Gel projeyên xizmetguzariyê yên xizmeta niştecihên navçe û gundewarê wê dike, pêk tîne.

Endamê rêveber ê Komîteya Rêveber a Şaredariya Gel a Til Temir Goran Mihemed diyar kir ku îro şaredariyê rêya gundê Ib El Tîne qîr kir ku gund bi rêya giştî ya Til Temir û kantona Hesekê digihîne hev.

Li gorî Mihemed şaredariyê beriya çend rojan bi dirêjbûna 500 metreyan û berfirehbûna 6 metreyan û qalindbûna 15 centîmetreyan rêya di nav gund de bi kevirê şikandî sererast kir. Îro jî ji rêya giştî ya gund bi dirêjbûna 3 kîlometreyan, berfirehbûna 5.4 metreyan û qalindbûna 6 centîmetreyan qîr kir.

Tê payîn kar û xebata projeyê 3 rojan dewam bike û piştre rê dê were bikaranîn. Li gorî raporê 16 hezar û 757 dolar li vê projeyê hatiye xerçkirin.

Şaredariya Gel a navçeyê duh rêya gundê Hezûmiye yê herêma Çiyayê Kezwan bi dirêjbûna 5.1 kîlometreyan bi kevirê şikandî sererast kir. 

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku şaredarî amadekariyan dike ku rêya gundê Asî yê li ser rêya gişt di navbera navçeya Til Temir û kantona Qamişlo de, sererast bike.

(eh)

ANHA