Şêniyên Minbicê sersaxî dan malbata şehîd Zozan Zêdan

Şêniyên bajarê MInbicê û endamên saziyên sivîl, leşkerî îro tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Zozan Zêdan bûn. Her wiha soza şopandina rêya şehîdan heta derxistina dagirkeriya Tirk ji axa herêmê û pêkanîna serkeftin û azadiyê da.

Şêniyên Minbicê sersaxî dan malbata şehîd Zozan Zêdan
21 tebax, 2022   13:50
MINBIC

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê û gundewarê wê, konê sersaxiyê ya şehîd Zozan Zêdan û hevalên wê li bajêr vegirt.

Endamên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Mala Birîndaran, Komîteya Perwerde, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Minbicê, nivîsgeh û saziyên rêveberiyê û rêxistinên civaka sivîl tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de, endama rêveber a Nivîsgeha Malbatên Şehîdan Fatme Mihemed axivî û got: “Em destpêkê sersaxî didin xwe û didin malbata şehîd Zozan. Şehîdan ji bo rizgarkirina welêt, canê xwe feda kir. Em ê hertim bi wan serbilind bin.”

Fatme Mihemed wiha domand: “Gelê herêmê deyndarê şehîdan e ku ji bo em bi rûmet û azad bijîn canê xwe kir qurban. Em soz didin wan rêya wan berdewam bikin heta ku serkeftinê û azadiyê pêk bînin.”

Her wiha di merasîmê de hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Minbicê Nezîfe Xilo axivî û destnîşan kir ku ew bi şehîdên xwe serbilind in û got: “Dewleta Tirk dixwaze ewlehiya li herêmê têk bibe û vîna xurt a wan tune bike. Êrişa wê ya di 18`ê Tebaxê de li dijî mafên mirovan û sincan e.”

Endamê Komîteya Malî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Zekî El-Hesen axivî û diyar kir ku dewleta Tirk nekarî destkeftiyên herêmê têk bibe, ji ber wê bi êrişeke tirsonak hewl dide tirsê di nav şêniyan de derxe.

Wê merasîma sersaxiyê heta sibe berdewam bike û dê hemû pêkhate, rûspiyên ereb ên Minbicê tev lê bibin.

(dm)

ANHA