Beşdarên roja 10`emîn a çalakiya konvedanê: Em dev ji axa xwe bernadin

Di roja 10`emîn a çalakiya konvedanê de ya li pêş Komîseriya kar û barên penaberan a NY`yê ya li bajarê Qamişlo tê lidarxistin, beşdaran tekez kir ku ew ê li hember êrişên dagirkeriyê têkoşînê bilind bikin û wê axa xwe ji dagirkeran re nehêlin.

Beşdarên roja 10`emîn a çalakiya konvedanê: Em dev ji axa xwe bernadin
21 tebax, 2022   12:05
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û girtina qada asîmanî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi pêşengtiya Kongra Star û Hêzên Parastina Civakî (HPC) li pêşiya Komîseriya kar û barên penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo çalakiya konvedanê tê lidarxistin.

Rojane şêniyên herêma Cizîrê tev li çalakiyê dibin û helwestên tund nîşanî dagirkeriyê û bêdengiya civaka navneteweyî li hemberî êrişan didin.

Kon bi wêneyên zarokên di êrişên dewleta Tirk a dagirker de şehîd û birîndar bûne, alên Kongra Star, YPG/YPJ û QSD`ê û Meclisa Malbatên Şehîdan û bi pankertên bi nivîsên “Na ji dagirkeriyê re, bê serok jiyan nabe” hatiye daliqandin.

Di roja 10`emîn a çalakiyê de, endamên Tevgera Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, endamên TEV-ÇAND`ê û bi dehan hemwelatî tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de endama Hîlala Zêrîn Rehef Mejdel daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de bedengiya civaka navneteweyî, Komeleya Mafên Mirovan û Neteweyên Yekbûyî (NY) hate şermezarkirin.

Di dewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:"Armanca dewleta Tirk a dagiker a sereke ji van kiryaran ew e ku aramî û ewlehiya li herêmê têk bibe û temenê rêxistinên terorîst ên mîna DAIŞ`ê dirêj bike.”

Di dewama daxuyaniyê de terora dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê û bêdengiya civaka navneteweyî li hember wan zêdegavî û binpêkirinan hat şermezarkirin. Her wiha bang li Neteweyên Yekbûyî, Komeleya Mafên Mirovan û tevahî hêz û rêxistinên têkildarî mefên mirovan hat kirin ku bi erka xwe ya exlaqî û dîrokî rabin û sûcên dewleta Tirk a faşîst rawestînin.

Di dawiya daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşînê û parastina destkeftiyên li herêmê hatine bidestxistin, hat dayîn.

Piştre, hevserokê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamiya (TEV-ÇAND) a herêma Cizîrê Xelîl Tehlo axivî û êrişên ku dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bêmirov û topavêjan şermezar kir û wiha axivî: “Ev welat welatê me ye, em ti carî dest ji axa xwe û welatê xwe bernadin. Em ê welatê xwe biparêzin.”

Çalakî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana gelê herêmê û şermezarkirina dagirkeriyê bi dawî bike.

ANHA