YPG`ê şehadeta şervanekî xwe ragihand

YPG`ê ragihand ku şervanê wan Nîdal Mislim (Çiya Qendîl) di 19’ê Tebaxê de li bajarê Helebê di encama qezaya perwerdehiyê de şehîd bûye.

YPG`ê şehadeta şervanekî xwe ragihand
21 tebax, 2022   11:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) daxuyaniyek nivîskî da, tê de nasnameya şervanekî xwe ku 19`ê Tebaxê li Helebê şehîd bûye, eşkere kir.

Daxuyaniya YPG`ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Bajarê Helebê her çi qas ne bajarekî Kurdistanê be jî gelê me yê Kurd ê vî warî di alîyê çandî û xwebûnê de xwe parastine. Li hember zilm û zordarîyê, li hember êrîşên li ser xwe refleksa dijberîyê raber kirine. Ev çanda xweparastinê fêrî zarokên xwe jî kirine. Gelê me yê Helebê di pir nêzîk de bûn şahidê fikr û ramanên azad ê Tevgera Azadîya Kurdistanê û bi vê fikr û ramanê re çanda xwe pêşxistin, di xweparastinê de hîn zêdetir bûn hoste. Ev hostatîya xwe di berxwedana Helebê destpêka şoreşa Rojavayê xwe da der.

Hevalê me Çiya jî di nav malbateke welatparêz a bi van taybetmendîyan, li Helebê ji dayîk bû. Di temenê xwe yên zarokatî û ciwanîyê de bi hestên welatparêzîyê ên ku bi pêşketina têkoşîna azadiyê re mezin bû û Şoreşa Rojava berbelavê cîhanê dibû, sala 2014’an di dema Berxwedana Kobanê a sedsalîyê de biryar da ku bibe şervanê gelê xwe û bibe nûnerekê Şoreşa Rojava a bûbû gerdûnî. Rêheval Çiya di kesayeta xwe de sekna milîtantîyê li gor tê xwestin di pratikê de raber kir. Di parastina Şehbayê de û di Berxwedana Serdemê a li dijî dagirkeriyê bi awayek çalak cihê xwe girt. Li gor rastîya “şer ne tevahî jîyana me ye, tenê parçeyek jîyana me ye” tevgerîya û di kêlîyên din a jîyanê de jî di kurkirina fikr û ramanê de hewldanên xwe pêşxistinê de rêhevalekî jîr û zîrek bû. Mirovên ku di çarenûsa gelê xwe de rolên dîyarker bin kedkarîyekî mezin dixwaze ku rêheval Çiya jî mirovekî kedkar bû.

Em sond û peymana xwe a bi girêdana şehîdên xwe careke din dûbare dikin ku emê teqez xeyal û armancên şehîdên xwe di pêkanînê de tu astengîyan nasnekin û bînin cîh. Em di şexsê şehîd Çiya de hemû şehîdên xwe yên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Nasmaneya pakrewanê me wiha ye:

Nasnav: Çiya Qendîl

Nav û Paşnav: Nîdal Mislim

Navê Dayikê: Zeyneb

Navê Bav: Xelîl

Cihê ji Dayikbûnê: Heleb

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 19’ê Tebaxa 2022’yan.”

(cx)