Şêniyên herêma Firatê şehîd Dîlan Izedîn oxir kir

Şêniyên herêma Firatê cenazeyê şehîd Dîlan Izedîn li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê spart axê. Şêniyan got hedefgirtina navendên perwerdê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hedefgirtina dîroka gelê herêmê û destkeftiyên wî yên şoreşê ye.

Şêniyên herêma Firatê şehîd Dîlan Izedîn oxir kir
21 tebax, 2022   11:25
KOBANÊ

Şênî, endamên saziyên sivîl, leşkerî û kesayetên ji partiyên siyasî yên herêma Firatê li Goristana Şehîd Dicle ya Kobanê amade bûn, da ku tev li merasîma oxirkirina şehîd Dîlan Izedîn bibin. Dîlan Izedîn di êrişa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li dijî navenda Perwerdê ya zarokên Keçîn a li gundê Şemokê şehîd bû.

Li goristanê hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û got: "Em rojane bi dehan welatiyan oxir dikin, ger em bixwazin qedera xwe biguherin divê em canê xwe feda bikin ku bi wê re dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirker bînin."

Mihemed Şahîn diyar kir ku dewleta Tirk navendeke perwerdê kir armanc û ev yek gaveke nû û xeter e û wiha dewam kir: "Êrişên li ser xwendekarên me di heman demê de li dijî pêşeroj û dîroka me û destkeftiyên şoreşa me ye jî. Dewleta Tirk bi wê yekê hewl dida tola çeteyên xwe yên DAIŞ´î hilîne. Ji lew re me dorpêç û armanc dike. Lê di binketina şoreşa me de têk çû."

Mihemed Şahîn anî ziman ku Şoreşa Rojava di cîhanê de bûye mînaka şoreşan û dewleta Tirk a dagirker hewl dide wê şoreşê têk bibe. Şahîn ev tişt got: "Lewma divê em bi hemû hêza xwe li dijî dewleta Tirk a dagirker li ber xwe bidin."

Di dawiya merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê wesîqeya şehadeta Dîlan Izedîn xwend û radestî malbatê kir.

(eh)

ANHA