Rêxistina Sara sûcê qetilkirina "Qemer El Sebahî" şermezar kir

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, qetilkirina jina  bi navê “Qemer El Sebahî” li bajarê Qamişlo, şermezar kir, her wiha diyar kir ku ew li hember sûcên li dijî jinan pêk tên bê deng namînin û bang li aliyên peywendîdar kir ku bi lez sûcdaran bigirin û hesab jê bixwazin.

Rêxistina Sara sûcê qetilkirina "Qemer El Sebahî" şermezar kir
21 tebax, 2022   10:29
QAMIŞLO

Duh, jina bi navê Qemer El Sebahî (40) di dikaneke firotina cil û bergan a li sûka Hitîn a li Qamişloyê de bi guleyan hate qetilkirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Nivîsgeha Têkoşîna li Dijî Sûcên Rêxistinkirî yekser dest bi lêpirsînê kir.

Li aliyekî din jî, Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan ev sûcê krêtî ya li dijî Qemer El Sebahî şermezar kir.

Girêdayî mijarê, Rêxistina Sara li pêş navenda xwe ya li taxa Hilko ya li Qamişloyê daxuyaniyek da û tê de wiha got: "Em Rêxistina Sara sûcên li dijî jinan bi hincetên şerefê şermezar û red dikin. Çi sûcê li dijî jinan pêk were sûcekî giştî ye û di qanûnên Rêveberiya Xweser de sûcê bi hincera şerefê tune ye."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku qetilkirina Qemer El Sebahî sûc e û li gorî qanûnê cezayên wê hene.

Berdevka Rêxistina Sara Arzo Temo bi beşdariya rêxistinên jinan, endamên Kongra Star, Mal Jinan û endamên Rêxistina Sara daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de banga cezakirina tund li dijî sûcdar hatkirin, her wiha bang li aliyên peywendîdar hate ku kirin ku ew bê deng namînin û dixwazin sûcdar li gorî edaletê were cezakirin.

ANHA