Pisporên kurd û ereb: Êdî hevbendiya erebî û kurdî pêwîstiyeke siyasî, ewlehî û cografî ye

Pispor û analîzvanên ereb û kurd pêwîstiya avakirina hevbendiyekê di navbera kurd û ereban de destnîşan kir da ku herêmê ji dagirkeriya Tirk biparêzin û rê li pêşiya mudaxeleyên hêzên herêmî û mêtinger ên rojavayî bigirin.

Pisporên kurd û ereb: Êdî hevbendiya erebî û kurdî pêwîstiyeke siyasî, ewlehî û cografî ye
18 tebax, 2022   04:31
QAHÎRA-MUHSÊN EL MISRÎ

Di vê dawiyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê (Herêmên Parastinê yên Medyayê) zêde bûn.

Rojek derbas nabe beyî ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike. Êrişa herî dijwar roja sêşemê 16`ê Tebaxê ya li dijî Kobanê, gund û navçeyên herêma Cizîr û Efrînê bû ku di encamê de gelek kes birîndar bûn û şehîd bûn.

HÊZEKE LEŞKERÎ YE HEVBEŞ

Serokê Navenda Lêkolînên Îranî ya Kendavê Şerîf Ebdulhemîd destnîşan kir ku gelek girîng e hevbendiyeke erebî-kurdî ava bibe bi taybet piştî zêdebûne mudaxeleyên Tirkiyê û Îranê di herêmê de û got: “Tehran û Enqere hewl didin gelên dewletên cîran kontrol bikin. Tirkiye ne tenê wê hewldanê dike, lê belê bi awayekî sîstematîk êrişan li dijî Iraq û Sûriyê pêk tîne.”

Ebdulhemîd wiha domand: “Ez di wê baweriyê de me ku avakirina mîna vê hevbendiyê, dê bi awayekî erênî bandor li istîqrar herêmê bike. Dê rê li pêşiya firehbûna Tirkiyê di nav axa erebî de bigire. Li aliyekî din dê tevgerên wê li Sûriyê sînordar bike û êrişên wê li dijî bakurê Sûriyê rawestîne. Her wiha dê binpêkirina wê ya serdestiya Iraqê jî rawestîne.”

Pisporê ji Misrê, diyar kir ku divê kurd bibin beşek ji ewlehiya neteweyî ya erebî ne tenê li hember Tirkiyê û Îranê lê belê li hember timayên hemû hêzên destwerdana cîhana erebî kirine û ev li gotinên xwe zêde kir: “Divê kurd bi tenê rûbirûyî timayên Tehran û Enqereyê neyên hiştin. Divê di destê dagirkeriya Îsraîlê de nebin amûr.”

Ebdulhemdî daxuyand ku ruxmî hebûna têkiliyên erebî û kurdî ji berê ve, lê Ereb tê negihiştin girîngiya van têkiliyan ku divê piştgiriya wê bikin û wiha pê de çû: “Heta diyalogên yekser di navbera her du aliyan de li dar neketin. Ji bo ku her du bi awayekî rast hevdu fêm bikin. Da ku ew hevbendiya dîrokî ya di navbera her du aliyan de dîsa vegere.”

Ebdulhemdî îşaret pê kir ku Komkara Erebî dikare xwedî li projeya avakirina hevbendiyeke kurdî-erebî bi desteka Erebistana Siûdî û dewletên Kendavê derkeve ku dikare vê yekê bi rêya avakirina hêzeke leşkerî ya hevbeş bike ku ji hêzên erebî û kurdî pêk tê û got: “Ev hêz erkê xweparastinê, sekna li hember destwerdanan, erkên pêkanîna aştiyê di rewşên alîkariya mirovî de û gelek erkên dikare pêk bîne.

BERJEWENDIYÊN HEVBEŞ

Profesora zanistên siyasî Dr.Ferînaz Etiye jî diyar kir ku li gel aloziyên li Rojhilata Navîn bi giştî ne tenê bûyerên li herêma erebî rû didin, divê hevbendiyeke erebî û kurdî hatiba avakirin.

Ferînaz Etiye anî ziman ku ev hevbendî heke bibe rastiyek, dê rê li pêşiya peymanên rojavayî û binpêkirina axa erebî û kurdî ji aliyê hêzên din ve, bigire, her wiha dê bibe bendek li pêşiya timayên Tirkiyê di dewletên ereb û herêmên kurdî de û got: “Ev hevbendî, berjewendiyeke erebî û kurdî ya hevbeş e.”

Fernîza Etiye diyar kir ku Kurd li rex Ereb di dewletên mîna Sûriyê û Iraqê de dijîn ku serdestiya her du dewletan ji aliyê Tirkiyê ve bi şev û roj tê binpêkirin û wiha berdewam kir: “Komployên biyanî yên bi hevkariya Tirkiyê ranawestin. Ew derfetê didin Tirkiyê ku destwerdana wan dewletan bike û berhemên wan talan bike, dagir bike. Divê aliyên zirar dîtine, di vir de ez behsa kurd û ereb dikim hevbendiyekê ava bikin da ku xwe û herêmên xwe biparêzin.

Ferînaz Etiye balkişand ser pêwîstiya avakirina mîna vê hevbendiyê û got: “Rewşa siyasî, ewlehî, avî û cografî vê yekê li ser me ferz dike. Hebûna mîna vê hevbendiyê, dê mafê bide her du aliyan ku ewlehiya xwe ya avî biparêzin, nexasim ku Tirkiyê bendav li ser her du çeman Dîcle û Firatê ava kir. Di encamê de kurd û ereb li Sûriyê û Iraqê ji mafên avî mehrûm bûn û aloziya zuhabûnê çêbû. Ereb û Kurd qurbanên herî mezin ên mîna van kiryaran e.” 

Ferînaz Etiye balkişand ser dîrokê û got: “Tu dijberî di navbera berjewendiyên ereb û kurd de tune ye. Dîrok dibêje Syes-Picot dewletên ereb û neteweya kurd parçe kiriye, berhemên her du gelan ji aliyê hêzên mêtinger ve hatine talankirin.”

Di dawiyê de Ferînaz Etiye teqezî pê kir ku berjewendiya kurd û ereb yek e ku van herêman biparêzin û got: “Divê ereb fêm bikin ku kurd ne dijminê wan e lê belê hewl dide li herêmên xwe bi aştî bijî. Ew armanc nakin ku ereb parçe bibin yan jî herêmên wan bên dagirkirin mîna ku Tirkiyê di nav aliyên ereb de nîşan dide.”

MISOGERIYA MAYÎNÊ

Lêkolîner û analîzvanê siyasî, Ehmed Şêxo balkişand ser girîngiya helwestên hevbeş û hevbendiya kurdî-erebî û hevbendiya gelên herêmê li gel xeteriya projeya osmaniya nû ya mêtinger ku hewl dide desthilata Tirk a niha pêk bîne û her du gelên kurd û ereb û cografiiya wan dike hedef.

Şêxo nirxandina xwe wiha domand: Ji ber ku Tirkiye di nav NATO`yê de ye, yek ji amûrên herî girîng e ku siyaset û stratejiya pergala cîhanî ya hegemonîk pêk tîne û ola îslamê ji bo berjewendiyên xwe pêk tîne, li ser vê bingehê, divê eniyeke hundirîn a xurt were avakirin. Divê gel xwe bispêrin xwe, hevbendiyên xurt li ser bingeha rêzdariyê, têgihiştina hevbeş û naskirina metirsiyan ava bikin, xwedî li zihniyet û rêveberiyeke demokratîk a hevbeş a her du gelan derdikevin. Li gorî Şêxo ev hemû ji girîngtirîn hîm û factorên xweser ên herêmê ye ku dikare li hember zehmetiyên derve û hundir were sekinand, di serî de mudaxeleyên dewleta Tirk di kar û barên dewletên ereb de û dagirkirin herêmên kurdî.

Şêxo îşaret pê kir ku dîrokeke hevbeş di navbera her du gelan de heye ku encamên girîng bi xwe re anîn li ser asta parastina yekitiya herêmê, vîna wê ya azad, berjewendiyên her du gelan, pêşxistina aboriyê bi taybet dema şaristanî û çanda îslamî ku hemû gelên herêmê û çanda wan a pirrengî hemêz kir.

Şêxo daxuyand ku li gel “xeteriya terorê”, belavbûna wê û desteka Tirkiyê jê re ku pêdiviyan wan peyda dike, li gel pêwîstiya pêkanîna ewlehiyê û aştiyê, bi zêdebûna dagirkirina herêmên Sûriyê û Iraqê ji aliyê Tirkiyê ve, daxwaza wê ku vê dagirkirinê firehtir bike û mudaxeleya kar û barên dewletên erebî bike, li rex wê jî şerê qirkirinê ya ku li dijî kurdan pêk tîne da ku piştre projeya xwe “osmaniya nû” pêk bîne, ji ber van hemîyan êdî pêwîst e gelê ereb û hêzên ereb, bi gelê kurd û hêzên demokratîk ên kurd re hevbendiyekê ava bikin û bi hev re li hember êriş û planên mêtinger ên Tirkiyê bi sekinin.

Li gorî Şêxo, mînaka herî zindî li ser girîngiya hevbendiyê û yekitiya gelên demokratîk, modela Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) e ku bi milyonan ereb û kurd û gelên din ji “Terora DAIŞ`ê” xilas kir û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ev model, ev bloka kurd û ereb a hevbeş û hevbendiya demokratîk, herêm û cîhan, yekitiya Sûriyê parast.”

Di dawiyê de Ehmed Şêxo got: “Hevbendiya kurd û ereb dikare herêmên dagirkirî rizgar bike ji Efrîn bigire heta bigihêje Idlib, Serêkaniyê, Girê Spî, Bab û herêmên dagirkirî li Başûrê Kurdistanê û dagirkeriya Tirk jê derxin. Fişarê li dewleta Tirk bikin ku destwerdanên xwe di dewletên ereb de û destekdayîna Ixwan Muslimîn rawestîne. Ji ber doza kurd û hêzên wê yên çalak û berxwedêr îro li pêşiya firehbûna Tirkiyê di welatên ereb de, bûne bendeke asê. Heke mekanîzmeyên hevbeş ên aborî, leşkerî, ewlehî û çandî di çarçoveya hevbendiyeke kurdî û erebî de were dîtin, wê demê dewleta Tirk nikare projeya xwe ya “osmaniya nû” li herêmê pêk bîne. Ev hevbendî dê Tirkiyê bi zehmetî û fişarên siyasî, leşkerî û aborî re rû bi rû bihêle. Dê neçar bimîne ku vekişe û heta siyasetên xwe biguhere. Dê çareserkirina doza kurd bi awayekî adil qebûl bike. Dê rêzê ji yekitiya dewletên ereb re bigire.”

(şx)

ANHA