Şehîd Mihyedîn mînaka şervanê şoreşger bû

Bi ax û gelê xwe ve girêdayî bû. Ji bo rizgarkirina her duyan û parastina wan, tê koşiya. Ala azadiyê li rex hevalên xwe li hember dijmin hilda heta ku gihaşt asta şehadetê. Asîmanê Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ronî kir. Şehîd Mihyedîn Gulo mînaka şervanê şoreşger bû.

Şehîd Mihyedîn mînaka şervanê şoreşger bû
17 tebax, 2022   23:39
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Gel nîşaneya serkefitnê li rex cenzayên ciwanên xwe rakirin. Dayika şehîd jî, çeka kurê xwe yê şehîd danî ser milê xwe da ku ax û nirxên wê biparêze. Ev rastî, di yekemîn rûpelên dîroka Şoreşa 19`ê Tîrmehê de hate nivîsandin ku nirx, bingehên rastîn ên welatparêziyê, rihê fedayîtî û berxwedanê temsîl kir û bingeha azadiya gelê Kurdistanê danî.

Ev gelê ku bi hezkirina welatê xwe û girêdana xwe ya xurt bi şehîdan hatî naskirin, hîna ala azadiyê û berxwedanê li hember hemû êrişan û planên li dijî xwe û şoreşa xwe bilind rakiriye.

Şoreşa Rojava bi berxwedana malbatên welatparêz û şoreşger tê naskirin ku heta dawiyê ji bo pêkanîna nirxên mirovahiyê û exlaqê di civakê de tê dikoşin. Ji wan malbatan, malbata Gulo ya welatparêz ji Qamişlo ye ku 15 kur û keçên xwe di oxira têkoşînê de kiriye qurban û hîna têkoşîna xwe li ser şopa şehîdên xwe didomîne ku herî dawî şehîd Muheydîn Îbrahîm bû.

MUHEYDÎN ÎBRAHÎM KÎ YE?

Mihyedîn Îbrahîm di 20`ê Çileya 1991`an de li Qamişlo ji dayîk bûye. Kurê çaran ê dayika Şemê Xan û Qehreman Gulo ye. Neviyê kesayetê welatparêz şehîd Yusif Gulo ye ku tevî du neviyên xwe di 9`ê Mijdara 2021`an de li taxa Hîlaliyê di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk de şehîd bûne. Her wiha birayê şehîd Nûredîn Gulo ye ku li Helebê sala 2013`an şehîd bûye.

Mihyedîn di nav hemêza malbatekê de hat dinê ku ji 4 xortan û 4 keçan pêk tê. Piştî şehadeta 3 kurên malbatê (Mihyedîn, Ehmed û Zinar) ku şervanên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn li Ava Mezin ê çiyayên Kurdistanê, ji bo bîranîna wan, malbatê navê Muheydîn lê dike.

Dayika Şemsê Xan Gulo der barê zarokatiya Muheydîn de wiha got: “Bi taybetmandiyên xwe ji zarokên min din cuda bû. Gelek aram bû û sirrveşêr bû. Gelek dostên wî ji gelek taxên bajêr hebûn. Xwedî giyanekî hevaltiyê yê mezin bû. Cihê wî li cem min cuda bû. Kesek nediêşand.”

GAVEK PAŞDE NEAVÊT

Mihyedîn dema 14 salî bû tev li têkoşîna malbata xwe ya welatparêz bû. Li ser nirx û fikrên rêber Abdullah Ocalan û rêgezên Tevgera Rizgariya Kurdistanê mezin bû.

Der barê vê yekê de dayika Şemsê Xan got: “Bi israr bû, çi bixwesta pêk dianî. Gavek paşde nediavêt. Gelek ji çûkan hez dikir. Di asta amadehî de dev ji dibistanê berda.”

Dayika Şemsê Xan wiha domand: “Ez û bavê wî, ji ber hezkirina wî ya çûkan, me pê re şer dikir. Bavê wî ji dixwest ku dev ji nêçîriya çûkan berde lê wî red dikir ji ber ku gelek ji vê yekê hez dikir. Lewre min piştevaniya wî dikir li pêşiya bavê wî.”

TEVLÊBÛNA TÊKOŞÎNA MALBATA XWE

Welatparêzî, taybetmendiyeke ku mirov piştre dike têkoşer. Şehîd Mihyedîn çavê xwe li ser vê rastiyê vekir û li ser wê mezin bû.

Dema di refa 8`an de bû, tev li Koma Botan a govendê bû ku ji ciwanên malbata Gulo û malbatên welatparêz ên din di salên 80`î de ava bûye, bi taybetî piştî ku têkoşer Mazlûm Dogan di zîndana Amedê de, di şeva Nerwoza 1982’yan de agir bi bedena xwe xist. Ew kom bi armanca pêşkêşkirina çanda Kurdî di şahiyên Newrozê yên ku bi dizî dihatin lidarxistin de, hate avakirin.

`GIRTINA WÎ JI ALIYÊ HIKUMETA ŞAMÊ VE’

Mihyedîn di gelek şahiyên Newrozê û çalakiyên şoreşgerî û hunerî de beşdar bûye, ji ber wê jî ji aliyê desthilatdariya hikumeta Şamê ve, gava ku ew bi malbata xwe re ji bo oxirkirina şehîdên Dêrikê ketibûn rê, hate girtin.

Kurdên Rojava ji ber erkên xwe yên neteweyî û kurdewarî pêk dianîn, ji aliyê hikumeta Şamê ve dihatin girtin. Dayika Şemsê Xan Gulo têkildarî girtina şehîd Mihyedîn got: “Gava me berê xwe dabû Dêrikê ji bo oxirkirina şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê, bendeke hikumeta Şamê em rawestand. Ji ber ku ciwanên me cil û bergên kurdî li xwe kiribûn, girtin. Lê piştî zêdetirî 3 mehan serbestberdan. Lê Mihyedîn dîsa vegeriya nav komê.”

Mihyedîn ji zextên hikumeta Şamê xelas nebû, careke din gava ew şagirtê refa sêyê amadehî bû zêdetirî salekê li ba hikumeta Şamê hat girtin, Şemsê Xan di vî warî de ev anî ziman: “Li dijî malbatê ji sala 2008`an heta 2010’an gelek hemleyên girtinê pêk hatin. Ji ber wê gelek ciwanên me çû derve û hinek jî hatin girtin. Mihyedîn jî di nav yên girtî de bûn û îşkence lê kirin.”

JI KOMA BOTAN BÛ ŞERVANRKÎ ŞOREŞA ROJAVA

Tevî hemû siyaset û astengiyên ku ji aliyê hikumeta Şamê ve li Mihyedîn dihatin kirin jî, lê dîsa wî dev ji Rojava berneda û karê xwe di Koma Botan de domand. Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî ew wekî ciwanên din tev li refên şoreşê bû.

Dayika Şemsê Xan wiha domand: “Piştî destpêkirina şoreşê, ew tev li komên biçûk ên parastina taxan bû. Em em bi hev re tev li meşand dibûn ku di destpêka şoreşê de li dar diketin. Piştî damezirandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ew bi ruhekî welatparêz tev lê bû û tu caran kêmasî nedixist karê xwe ku ketin ser milê wî da ku herêm rizgar bike û gelê xwe biparêze.”

Bi destpêkirina Şoreşa 19’ê Tîrmehê re li Rojava, bi taybetî di 2011’an de, herêm rastî êrişên komên çeteyan hat, ji ber wê jî keç û xortên Rojava xwedî li erkê xwe yê parastina herêmê derketin û ji vê bingehê xwe di nav hêza YXG`ê bi rêxistinkirin kirin. Piştre di 19’ê Tîrmeha 2012’an de bi fermî YPG`ê hate ragihandin.

Hevalê Mihyedîn, Serhed Sîdo jî pesna rola Mihyedîn di şoreşa Rojava de da û got: “Ew ji destpêka şoreşê ve tev lê bû û tê de pêşengî kir, erkê vê şoreşê hilda ser milên xwe.”

Serhed Sîdo wiha domand: “Di destpêka tevlêbûna xwe de min ew nas kir. Şehîd Mihyedîn wê demê berpirsê akademiya şervanên nû bû. Ew nêzî hemû şervanan bû, hertim dixwest şervanên nû li ser bingehên leşkerî yên rast û rêbazên parastinê perwerde bike. Bi giyanekî berpirsyarî kar dikir.”

BEŞDARIYA DI PIRANIYA PÊNGAVÊN RIZGARKIRINÊ DE

Mihyedîn Îbrahîm di hemû qonaxên şoreşê de beşdar bû, ji parastina taxan bigire heta bigihêje rizgarkirina herêmê ji çeteyan. Cihê xwe di pêngava rizgarkirina Serêkaniyê sala 2013’an, pêngavên rizgarkirina Minbic, Tebqa û Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê de girt.

Dayika Şemsê Xan diyar kir ku Mihyedîn hertim amade bû herêmê û gelê wê biparêze, ew di gelek pêngavan ji Serêkaniyê bigire heta bigihêje Efrînê de beşdar bû û ev li gotinên xwe zêde kir: “Wî gelek şervanên nû di akademiyên leşkerî û fikrî de perwerde kirin û gelek hevalên xwe yên birîndar hildan ser milên xwe û cenazeyên şehîdan jî rakirin. Tu caran ew ji têkoşînê dûr neket. Ew di gelek pêngavan de beşdar bû û tu caran birîndar nebû, tenê bi bermehiyekê di serî xwe de birîndar bû.”

Hevalê wî Serhed Sîdo, wiha anî ziman: “Wî hertim dixwest armancên şehîdan pêk bîne û şoreşê ber bi serkeftinê ve bibe, ew hertim li hember xayînan disekinî. Ji bo naskirina dîroka şoreşa Rojava, me hemiyan berê xwe dida wî.”

Serhed Sîdo gotinek şehîd Mihyedîn bi bîr anî û got: “Ez hêvî dikim kêliya serkeftina şoreşê li hember dagirkeran bibînim, piştî wê eger ez şehîd bikevim jî ne xema min e.”

LI SER ŞOPA BAPÎR Û HEVALÊN XWE YÊN ŞEHÎD MEŞIYA

Piştî demeke dirêj ji têkoşîn û xebatê, Mihyedîn di 9’ê Tebaxê de, di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek a dagirkeriya Tirk de li Qamişlo, şehîd bû.

Di 10’ê Tebaxê de jî QSD’ê 4 şehîdên Hêzên Erkê Xweparastinê ku di encama êrişa balafireke bêmirov a biçek de şehîd bûne, eşkere kirin. Navên wan wiha bûn: Dilsoz Tirbespiyê, Elî El Miselet, Mihyedîn Îbrahîm û Mahir El Ezbe.

Der barê bandora şehadeta şehîd Mihyedîn li heval û malbata wî de, dayika Şemsê Xan wiha axivî: “Şehadeta wî ji bo şoreşê windahiyeke mezin e. Lê em ne poşman in û em ê hertiştî ji bi şoreşa xwe feda bikin. Em ê navên şehîdên xwe bilind bikin, dîroka me bi xwîna keç û xortên me hatiye nivisîn, dewleta Tirk nikare me qir bike.”

Dayika Şemsê Xan wiha domand: “Xaka me û gelê me hêjayî fedakariyan e, dijmin ji şehîd û kesayetên me yên welatparêz ditirse. Ji ber wê jî ew bênavber êrişî çiyayên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Gelê ku bi ciwan û temenmezinên xwe di bin topbarana balafiran de tev li merasîmên şehîdan dibe, dê çawa bi ser nekeve?”

EM HEMÛ MIHYEDÎN IN

Dayika Şemsê Xan Gulo soz da hemû şehîdan û malbatên welatparêz û rêber Ocalan ku ew gavekê paşde navêjin û diyar kir ku ciwanên wan tê koşiyan ta gihiştin asta şehadetê û ew ê jî li ser şopa wan bin.

Her wiha, hevalê şehîd Mihyedîn, Serhed Sîdo soza tolhildana şehîdan û meşa li ser şopa wan da û got: “Eger dewleta Tirk ji şehîdên me netirsiyaba êrişî me nedikir. Kurd bênavber rastî êrişan tên, ji bo em armancên xwe jî pêk bînin divê em têkoşîna xwe bidomînin.”

Di dawiya axaftina xwe de Serhed Sîdo got: “Hemû dayikên şehîdan, dayikên me ne jî, em hemî dê bibin Mihyedîn û em ê têkoşîna wî bidomînin û li ser şopa wî bin.”

Bi deh hezaran pêkhateyên herêma Cizîrê di 10’ê Tebaxê de cenazeyê şehîd Mihyedîn Îbrahîm li goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo spart axê.

(şx-mh)

ANHA