​​​​​​​Şehîdên êrişa li Amûdê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin

Şêniyên navçeya Amûdê şehîdên bombebarana dewleta Tirk a dagirker a duh a li ser  gundê Sinceqa Sedûn bi merasîmekê li Goristana Şehîd Îsamîl spartin axê. Di merasîmê biryardariya tolhildana şehîdan û soza şopa xeta şehîdan hate dayîn.

​​​​​​​Şehîdên êrişa li Amûdê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
​​​​​​​Şehîdên êrişa li Amûdê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
​​​​​​​Şehîdên êrişa li Amûdê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
​​​​​​​Şehîdên êrişa li Amûdê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
​​​​​​​Şehîdên êrişa li Amûdê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
​​​​​​​Şehîdên êrişa li Amûdê bi merasîmeke bi heybet hatin veşartin
17 tebax, 2022   19:02
QAMIŞLO

Şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Ehmed Mihemed Qafûr (Baran Amûdê), Seed Rêzan Xelîl ( Demhat Amûdê), Mahir Rakan El Mixlif (Şoreş Dirbêsiyê) Mehmûd Ehmed Mislet (Ronî Can) û Welîd Hemîd Hemê (Baz Amûdê) di êrişa hewayî ya duh a dewleta Tirk a dagirker a li ser gundê Sinceq Sadûn ê navçeya Amûdê de gihaştin asta şehadetê.

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê bi merasîmeke bi heybet cenazeyê şehîdan li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl a navçeyê spartin axê.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdên azadiyê dest pê kir.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê û gundewarên wê Mihemed Ehmed axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: “Berxwedana ku îro li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin û destkeftiyên ku hatine bi destxistin hemû bi ked û qehreman van şehîdan e. Ji ber wê dijminê me dîn û har bûye, dixwaze van destkeftiyan ji destê me bigrin. Bi saya keda şehîdên me hewldanên wan vala derketin. Dijmin roj bi roj li ber çavê dunyayê bi balafirên xwe yên bê mirov êrişî hêza me ya leşkerî ango êrişî zarokên me dikin. Qaşo Koalisyona Navneteweyî li kêleka me disekine ji bo terorê bi dawî bikin, ev heft, heşt sal in, lê belê bê bextî û bê wijdanî tevdigerin û li hemberî êrişên bi balafirên Tirkiyê yên li ser şervanên me yên ku li hember terora DAIŞ’ê şer kirin û dunya ji tarîtiyê xilas kirin bêdeng e. Di heman demê de bi vê bêdengiya xwe dibe hevkarê qetilkirina şervanên me. Em weke malbatên şehîdan soz didin van cangoriyan û malbatên şehîdan ku em ê şopdarên xeta van şehîdan bin heta ku serkeftinê misoger bikin. Em tu caran serê xwe ji dagirkeriya dewleta Tirk re natewînin. Şehîd namirin û bijî berxwedana rêber Apo.”

 Li ser navê Meclisa Leşkerî ya navçeya Amûdê, Berxwedan Amûdê di şexsê van pênc lehengan de hemû şehîdên meha Tebaxê û hemû şehîdên tevgera azadiyê bi bîr anîn û wiha got: “Em di meha Tebaxê de ne ango meha di berxwedanê de ne. Beriya Pêngava 15’ê Tebaxê dijminê gelê Kurd digot; êdî nema gelê Kurd dikare serê xwe rabike. Lê belê fermandarê me yê mezin rêheval Egîd ku guleya yekem li hemberî dijmin teqand tirs û xof xiste dilê dijmin. Îro li Rojavayê Kurdistanê em li ser xeta şehîd Egîd bi wêrekî û bi mêrxwazî li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk têkoşîneke xurt raber dikin. Di vê demê de dewleta Tirk êrişên xwe li ser me zêde dike, ji ber ku ji aliyê gerîlayên tevgera azadiyê ve li çiyayên Kurdistanê derbên giran dixwin. Di heman wextê de Hêzên Rizgarkirina Efrînê(HRE) bi çalakiyên xwe yên xurt silavên germ û şoreşgerî didin Pêngava 15’ê Tebaxê. Heta dilopa xwînê di canê me de hebe li em ê li ser rêya wan bin û têkoşîna wan berdewam bikin. Wê sîxur û hevkarên dijmin ku di nava me de xuya bikin, çiqasî şev tarî be wê roj derbikeve, wê hesabê wan pir giran be. Cardin serê malbatên şehîdan sax be û em dibêjin şehîd namirin.”

Piştre nasnameyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Cenazeyên 5 şehîdan bi diruşmeyên "Şehîd namirin" û tilîliyên dayikan li Pakrewangeha Şehîd Îsmaîl hatin veşartin

(dg)

ANHA