​​​​​​​Şêniyên Kobanê li hember êrişan daketin kolanan

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina êrişên dagirkeriya Tirk ên duh li dijî bajêr, li ser bangewaziya Tevgera Ciwanên Şoreşger daketin kolanan.

​​​​​​​Şêniyên Kobanê li hember êrişan daketin kolanan
17 tebax, 2022   17:34
KOBANÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê, piştî rojekê ji êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî bajarê Kobanê, rojhilat û rojavayê bajêr ku di encamê de zarokek şehîd bû û 4 welatî birîndar bûn, xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşendêran bi erebeyan di nav kolanên Kobanê de geriyan û “Berxwedan jiyan e” berz kir.

Tê zanîn ku artêşa Tirk a dagirker îro rojavayê Kobanê dîsa topbaran kir.

(mh)

ANHA