Mala Êzidiyan: 15’ê Tebaxê fobiyaya dijminan e

Mala Êzidiyan daxuyaniyek da û diyar kir kir ku “Gelek komkujiyên li dijî êzidiyan di 15’ê Tebaxê de pêk hatin, ev yek delîl e ku 15'ê Tebaxê fobiyaya dijminan û serkêşên Osmaniya nû ya li hemberî Kurdan e.”

Mala Êzidiyan: 15’ê Tebaxê fobiyaya dijminan e
16 tebax, 2022   07:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Mala Êzidiyan a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera 38'an a Pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Dema ku rêxistina xwîndar êrişî Şengalê kir, sîstemên siyasî yên ku Iraq hikum dikirin ji bo kontrokirina qada siyasî û rêveberiyê şer dikirin. Di dawiya pirtûk, xîtab û nameyan de daxwaza mûçeyan dikir. Rewş ev bû û çiqas dijwar e dema ku mirov sedema kuştin û revandina jinan ji aliyê DAIŞ'ê ve bi bîr bîne.

Wan rejîmên siyasî hîna jî razayî ne û giringiyê nadin tiştên ku li ser axa Iraqê diqewimin!

Di 15'ê Tebaxa 2014'an de, tevî qêrînên êşê û hêviya manê, destûra komkujiya Koço bi temamî hat dayîn. 

Dibe ku hinek hizir bikin ku tişta li Koço qewimî ne bi agahiya Herêma Kurdistanê û ne bi agahiya hikûmeta navendî ya Iraqê bû, dibe ku hinek din jî bifikirin ku DAIŞ`ê ajandeyên xwe tenê li gorî perspektîfa kuştin, şewitandin û tunekirinê pêk aniye. Lê mixabin, rastiya tal tiştekî din dibêje, ji bo parastina hebûna xwe, kar û mûçeyên xwe yên kesk, hêzên li meydanê pişta xwe dan rêxistina terorîst ku sûcê xwe yê herî mezin li gundê Koço li dijî Êzidiyan pêk bîne.

Her kesê ku wê demê berpirsyar bû ji aliyê me ve tê sûcdarkirin, dibe ku îro çavkanî û hêza me tune ku em wan dadgeh bikin, lê em dev ji maf û doza xwe bernadin.

Her kesê ku wê demê di nexşeya Iraqê de serdest bû û belkî jî xwe amade dikir ku bireve, mîna hemû kesên ku di dîroka nûjen de, di nav şeran de reviyayîn, ew hemû berpirsiyar in û em dev ji mafê Koço, Şengal û Êzidxanê bernadin. Mafê her kurdekî ye ku bi hebûna xwe serbilind be û spasdarê çarenûsê ye ku ew kurd e.

Komkujiya Koço di 15'ê Tebaxa 2014'an de qewimî, beriya wê di 14'ê Tebaxa 2007'an de komkujiyên Sîba Şêx Xidir û Til Izêr jî pêk hat.

Di 15'ê Tebaxa 2018'an de, sûcê hedefkirina fermandarê pêşeng Mam Zekî Şengalî şehîdê Kurdistan û Êzîdxanê pêk hat.

Ev hemû nîşana êrîşa Osmaniya nû ne ku êzidiyan dike hedef, hewl dide wan û koka wan a kûr a li ser axa Mezopotamyayê ji holê rake. Her wiha hewldana ji holê rakirina rastiya ku her kurdekî êzidî û dilsoz pê serbilind e ku ew jî ev e: Bêyî minet, propaganda û îstismarkirin, hatina Hêzên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Parastina Jin (YPJ) ji bo alîkariya Êzidiyan ku bingeha Kurdan e û bingeha mîrate û dîroka wan e.

Îbret jê ew e ku 15'ê Tebaxê fobiyaya serkêşên Osmaniya Nû ya li hemberî Kurdan e, ji ber ku ew dîroka ku Mahsum Korkmaz (Egîd) yekem guleya xwe li hember neheqî, dûrxistin û zilmê teqandiye û dîrokeke layiqî pîrozkirinê ava kir."