Şerê hegemonyayê yê Çîn-Amerîkayê û rageşiya li Taywanê

Piştî serdana seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ji bo Taywanê, tetbîqatên bejahî, hewayî û deryayî yên Çînê û tetbîqatên dijber ên Taywanê, li herêmê rageşiyeke mezin derket. Li gel şerê hegemonyayê yê wan hêzan, gelo pêkan e ku senaryoya Ukraynayê dubare bibe?

Şerê hegemonyayê yê Çîn-Amerîkayê û rageşiya li Taywanê
16 tebax, 2022   06:43
NAVENDA NÛÇEYAN - GÎVARA ŞÊX NÛR

Di çarçoveya şerê hegemonyayê yê di navbera Çîn û Amerîkayê de, têkiliyên di navbera Pekîn û Washingtonê de di vê dawiyê de aloz bûn. Nexasim piştî serdana seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi ji bo Taywanê. Çînê, ev serdan wek siyaseteke Amerîkayê ya li dijî siyaseta Çînê bi nav kir. Çavdêran, tatbîqatên leşkerî yên bejahî, hewayî û deryayî yên Çînê yên piştî serdanê pêk hatine, wekî mezintirîn tetbîqatên li derdora giravekê ku Pekîn girêdayî xwe dibîne, bi nav kir ku Taywanê jî tetbîqatên dijber pêk anîn.

Şopînerên şerê di navbera her du aliyan de destnîşan dikin ku Çîn bi rêya projeya “Kember û Rê” dixwaze şûna DYA`yê bigire. Washington jî bi awayekî hesas nêzî vê mijarê dibe. Ji ber wê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Anthony Blinken di Gulanê de bi navê ‘Siyaseta Rêveberiya Amerîkayê li hember Komara Gel a Çînê’ daxuyaniyek da. Tê de behsa nêrîna welatê xwe ya li ser berfirehbûna Çînê wiha kir: “Çîn, dewleta yekane ye ku hewl dide pergala navneteweyî ji nû ve saz bike. Ji ber wê bi awayekî zêde xwe dispêrê hêza aborî, dîplomatîk, leşkerî û teknolojîk da ku wê pêk bîne. Nêrîna Çînê dê me ji nirxên cîhanî dûr bixe ku miqdareke mezin a pêşketina cihanê di 75 salan de parast.”

Blinken wiha domand: “Lê em nikarin bêjin ku Pekîn dê vê rêgehê biguherîne. Lewra, em ê hewayeke stratejîk li dora wê ava bikin ku nêrîna me ya der barê pergaleke navneteweyî ya vekirî û giştî de xurttir bike. Serok Biden difikire ku ev serdem dê diyarker be. Dê tedbîrên ku em ê bigirin, çi li hundir yan jî bi welatên cîhanê re, diyar bikin ku derfeta pêkanîna nêrîneke hevbeş têkildarî pêşerojê heye yan na.”

Ji axaftina Blinken diyar dibe ku deh salên bê dê têkildarî encamên vê hevrikiyê çarenûsî bin. Li ser vê bingehê, Washington dest bi danîna stratejiyekê kir ku vehewendina Çînê û avakirina hevbendiyan bi dewletên derdora Çînê (Oaks û Quad) re kir bingeh, bi şertê ku şerekî yekser pê re rû nede.

Li gorî analîzvanan, ne dûr e ku Pekîn li Taypiyê operasyoneke leşkerî li dar bixe mîna Rûsyayê li Ukrayna kiriye. Wezîrê karên derve yê Taywanê Joseph Wu roja sêşemê li Taypiyê di civîneke çapemeniyê de got: “Çînê rahênan û planên xwe yên leşkerî ji bo destwerdana Taywanê hazir kirin. Niyeta rastîn a Çînê, guhertina rewşa heyî li tengava Taywan û herêmê bi giştî ye.”

Gerînendeyê berê yê navenda îstixbarata hevbeş a Rêveberiya Amarîkayê li Pasîfîkê Carl Schuster got dorpêça li ser 6 herêman, xuya dike ku destwerdankirina Taywanê ji aliyê Çînê ve dê li gorî stratejiya tecrîdê dest pê bike.

Profesora têkiliyên navneteweyî Îman Zehran der barê nakokiya di navbera Washington û Pekînê de ji ajansa me re wiha axivî. Îman Zehran got: “Washington siyaseta nezelaliya stratejîk wek mekîzmeyeke bersivdan û sînordarkirina tevgerên Çînê, dimeşîne. Di heman demê de siyaseta rêveberiya demokratîk a Amerîkayê piştevaniya eşkere ya Taywanê dike. Gelek daxuyaniyên li ser hevbendiya Washington û Taywanê jî hatin dayîn.”

Îman Zehran wiha domand: “Qanûna rêwîtiya bo Taywanê nehat betalkirin ku rêveberiya berê ya serok Donald Trump hatibû dayîn. Li gorî vê qanûnê rayedarên amerîkî bi awayekî fermî serdana Taywanê dikin wek gavekê ji bo pêşxistin û firehkirina têkiliyan bi hikumeta Taypiyê re.”

Her wiha Îman Zehran wiha anî ziman: “Kaxiza Taywanê ji bo Washington, asta kaxiza danûstandinê derbas nake ku bi rêya wê hewl dide firehbûna Çînê sînordar bike; bi rêya dorpêçkirina Pekînê di qada wê ya çalak û herêmî de.”

Der barê hewldana Washingtonê ji bo avakirina NATO`yê li Asyayê de, Îman Zehran got: Bi rastî Washington, hewl dide hevalbendiyên leşkerî li başûr rojhilatê Asyayê ava bike da ku Pekînê dorpêç bike. Çi bi rêya Oaks (lihevkirina ewlehiyê ya sêalî di navbera Awstraliya, Brîtanya û DYA’yê de) yan jî bi rêya hevbendiya Quad (ku ji DYA, Hindistan, Awistralya û Japonya pêk tê).”

Piştî ew hewaya nakok û tatbîqatên Çînê yên der barê Taywanê de, nexasim piştî serdana seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê bo Taywanê lêkolîner destnîşan dikin ku Pekîn, dê destwerdana Taypiyê bike mîna ku Rûsya li Ukraynayê kiriye.

Girêdayî mijarê Îman Zehran got: “Aloziya Taywanê, careke din bal kişand ser rêbazên ku hêzên cîhanê bi aloziyên provokatîv re didin û distînin. Encamên pêşdeçûna aloziya Rûsya-Ukrayna di hemû sînaryoyên herêmî û navneteweyî de bi hêz hebûn. Li beramber wê, ruxmî bilindbûna asta nakokiyên dawîn di navbera Amerîka û Çînê de têkildarî Taywanê, dibe ku rewş bi pêş nekeve û şerek di nabera her du aliyan de rû nede. Çîn ne Rûsya ye. rûdana şerekî di navbera her du aliyan de, tê wateya hilweşandina pergala aborî ya cîhanî beyî ku kesek di vî şerî de bi ser keve. Ji ber wê, senaryoya şer dûr e. Heke pêk were jî, dê bi bê encam bi dawî bibe û her du alî winda bikin.”

GEŞEDAN BER BI KU VE DIÇIN?

Li aliyekî din, analîzvanan diyar kir ku Çîn dibe ku Taywanê tengav bike û ji cîhanê dûr bixe li şûna ku yekser destwerdana wê bike. Wê di hemû aliyan de, Taywan dorpêç bike, bi armanca ku dewletên li dora Çînê, neçin û desteka ewlehî û leşkerî ji DYA`yê nexwazin mîna Swêd û Fînlandiya kirine.

Îman Zehran daxuyand ku gavên Çînê avêtine piştî serdana Amerîkayê, diyar dikin ku senaryoya dorpêçê, îhtîmala herî mezin pêk were û dê Taywan ji hevalbendên wê çi Washington yan jî dewletên din ên herêmê dûr bixe yan jî qut bike.

(şx)

ANHA