​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundê Rotan ê Tirbespiyê topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker şeva din derdora Akademiya Hêzên Soroto yên Suryan li gundê Rotan ê bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê topbaran kir.

​​​​​​​Dagirkeriya Tirk gundê Rotan ê Tirbespiyê topbaran kir
16 tebax, 2022   06:17
QAMIŞLO

Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker şeva din derdora Akademiya Hêzên Soroto yên Suryan a li gudnê Rotan ê bakur rojavayê navçeya Tirbespiyê bi 3 topan hedef girtiye. Lê agahiyên têkildarî encamên topbaranê nehatin bidestxistin.

Hêjeyî bibîrxistinê ye ku ev cara duyemîn e artêşa Tirk a dagirker gundên Suryanan topbaran dike. Hefteya borî jî Dêra Mehrkan û gundên Rotan û Mela Ebas bi 9 topan hatibûn hedefgirtin.

(cx)

ANHA