Dewleta dagirker gundên Çetel û Cirnik topbaran kirin 

Atrêşa Tirk a dagirker şeva din gundên Çetel û Cirnik topbaran kirin.

Dewleta dagirker gundên Çetel û Cirnik topbaran kirin 
16 tebax, 2022   04:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanên me ji herêmê ragihandin ku artêşa Tirk a dagirker gundê Cirnik ê rojavayê navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo û gundê Çetel ê rojavayê, navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê bi çekên giran topbaran kiriye.

(cx)
ANHA