Artêşa Tirk a dagirker du gundên bakurê Minbicê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker gundên Cat û Masî yên bakurê bajarê Minbicê bi hawanan toparan dike.

Artêşa Tirk a dagirker du gundên bakurê Minbicê topbaran dike
16 tebax, 2022   05:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser malpera xwe ya fermî wiha got: “Artêşa Tirk a dagirker ji baregeha xwe ya li gundê Toxar Kebîr, gundên Cat û Masî yên bakurê bajarê Minbicê bi hawanan topbaran dike. Topbaran heta vê kêliyê jî dewam dikir.

Gundên tên topbarankirin bi welatiyan dagirtî ne.”

(cx)