​​​​​​​Minbiciyan salvegera 6’emîn a rizgarkirina bajarê xwe pîroz kir

Bi dirûşma “Bi berxwedana gelê xwe, îradeya hêzên xwe û xwîna şehîdên xwe me teror têk bir”, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê îro bi boneya salvegera 6’emîn a rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ’ê, şahiyek li dar xist.

15 tebax, 2022   20:32
MINBIC

Di şahiya ku li qada navenda bajêr hatiye lidarxistin de, endamên saziyên sivîl û leşkerî û nûnerên partiyên siyasî yên bajêr û bi sedan şêniyên bajêr û şandeyeke Reqa û Tebqayê, beşdar bûn.

Di destpêka şahiyê de gelek peyam hatin xwendin, ji wan peyama bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê ku ji aliyê hevserokê Meclisa Zagonsaz Mihemed Elî Ebo ve hat xwendin û tê de salvegera 6’emîn a rizgarkirina Minbicê ji terora DAIŞ’ê pîroz kir.

Mihemed Elî wiha domand: “Gava me bi rizgarkirina Minbicê bihîst em gelek şad bû û êdî em li ser rêya azadiyê ne. Em ê ji terorê rizgar bibin ku gelek salan. Êdî dem hatiye ku teror tuen bibe. DAIŞ`ê nasname û çanda me bi rêya wêrankirina fikr û zihniyeta azad, çewisand.”

Her wiha hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Rêveberiya Xweser, Farûq El Maşî axivî û ew serkeftin li hêzên leşkerî û şêniyên Minbic û malbatên şehîdan pîroz kir.

El Maşî wiha domand: “Gava şehîd Feysel Ebû Leyla di pêngava rizgarkirina Minbicê de şehîd bû, îsrara me ya rizgarkirina bajêr xurttir bû û di dawiyê de em bi set ketin û serkeftina me li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Îbrahîm El Hemdan wiha axivî: “Minbic gelek zehmetî kişandin û li ser sûcên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî şêniyên bajêr, şahid bû.”

El Hemdan wiha domand: “Li vir û ji vê qadê bi taybetî, çeteyên DAIŞ’ê sûcên qirêj li dijî keç û xortên Minbicê pêk dianîn û wek xwedîderketina li bangên wan Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi koordîneya QSD’ê re bajar rizgar kir.”

Her wiha bi navê Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya endama nivîsgehê Sena Receb wiha axivî: “Çeteyên DAIŞ’ê pîstirîn sûc li dijî jinan wek girtin, revandin û firotina wan pêk anîn. Piştî rizgarkirina bajêr jinan bêhna azadiyê kir û êdî bû xwedî biryar di hemû aliyên jiyanê de.”

Di şahiyê de stran ji aliyê koma Rojda ya Çand û Hunerê ya Minbicê û koma Folklora Reqayê ve hatin gotin û koma govendê ya Çerkesî berhemên xwe pêşandan.

 Di dawiya şahiyê de sînevîzyonek li ser pêngava rizgarkirina Minbicê hat pêşandan û şahî bi girtina govendan li ber stranên şoreşgerî û folklorî bi dawî bû.

(mh)

ANHA