​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-8-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-8-2022`YAN
15 tebax, 2022   23:00

Şêniyên Çilaxa cenazyê şehîd Riyad Ehmed El Esaf ku di êrişa balafireke bê mirov a biçek a dewleta Tirk de li bajarê Qamişlo şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê yê navçeya Tirbespiyê oxir dikin saet di 18:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Ciwanên Efrînê tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û dan zanîn ku “em ê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo timî di nava çalakiyan de bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

Malbatên şehîdan ên kantona Efrînê diyar kir ku bi rihê 15’ê Tebaxê dê faşîzma dewleta Tirk têk bibin û rizgarkirina Efrînê mîsoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Cîhad Hesen diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tu carî piştgiriya gelê Sûriyê nekiriye, ji wê zêdetir hewl dide li ser hesabên wan berjewendiyên xwe pêk bîne. Hesen her wiha got êrişên dewleta Tirk xeter û rastîn in, lê ew ê nikaribe vîn û rêveberiya herêmê bişkîne. (BI WÊNE Û DÎMEN)

"Hêza me di xweparastinê de ye, em bê Amerîka û Rûsya li ber xwe didin û xwe naspêrin wan, ger em pişta xwe bidin wan, dê dawiya me tehlûke be”, jinên herêma Cizîrê yên tev li çalakiya konvedanê bûne wiha nêrînên xwe li hember bêdengiya navneteweyî anîn ziman. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

Piştî serdana seroka sentoya Amerîkayê Nancy Pelosi ya bo Taywanê, rahênanên bejahî, hewayî û deryayî yên Çînê û rahênên dij ên Taywanê piştî serdanê, nakokiyeke mezin li herêmê çêkir. Li gel aloziya tund a li ser hegemoy di navbera wan hêzan de, gelo dê sînaryoya Ukrayna dubare bibe?

DOSYA

Hevgirtina civakî, çandî û siyasî ya şêniyên Siwêdayê û hêza wan a rêvebirina kar û barên xwe, her wiha dîroka wan a bi lehengiya li dijî hêzên dagirker tijî, hişt ku sîstemên kapîtalîst û dîktator ên ji nenavendîbûnê ditirsin li dijî Siwêdayê operasyonên çewisandinê pêk bînin û fitneyê di nava wan de derxin. Nexasim piştî derketina aloziya Sûriyê ku şêniyên Siwêdayê tê de nebûn alîgirên aliyên şer.

CIVAK Û JIYAN

Şaredariya Gel a Navçeya Til Temir li navenda navçeyê û gundên wê 14 proje xistina plansaziya xwe. Têkildarî mijarê hevseroka şaredariya da zanîn ji ber êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmê, hin projeya nehatin pêkanîn. (BI WÊNE Û DÎMEN)