​​​​​​​Di merasîma xiyabî ya şehîd Bawer Gelhat de soza xurtkirina têkoşînê hate dayîn

Şêniyên Tirbespiyê beşdarî merasîma xiyabî ya şehîd Bawer Gelhat bûn û heta serkeftinê û têkbirina dagirkeriya Tirk soza şopandina rêya şehîdan da.

​​​​​​​Di merasîma xiyabî ya şehîd Bawer Gelhat de soza xurtkirina têkoşînê hate dayîn
​​​​​​​Di merasîma xiyabî ya şehîd Bawer Gelhat de soza xurtkirina têkoşînê hate dayîn
​​​​​​​Di merasîma xiyabî ya şehîd Bawer Gelhat de soza xurtkirina têkoşînê hate dayîn
​​​​​​​Di merasîma xiyabî ya şehîd Bawer Gelhat de soza xurtkirina têkoşînê hate dayîn
​​​​​​​Di merasîma xiyabî ya şehîd Bawer Gelhat de soza xurtkirina têkoşînê hate dayîn
13 tebax, 2022   10:47
QAMIŞLO

Vê sibê şêniyên navçeya Tirbespiyê ber bi gundê Mizgeftê yê li bakurê rojhilatê navçeyê ve çûn ku beşdarî merasîma xiyabî ya gerîlayê HPG`ê Hisên Ewad Cuma (Bawer Gelhat) bibin. Şehîd Gelhat li Herêmên Parastinê yên Medyayê gihaştibû şehadetê.

Endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Zekî destnîşan kir ku li dijî artêşa Tirk a dagirker hemû pêkhateyan li ber xwe da, ev jî nameyekê dide xuyakirin ku li dijî siyaseta qirkirinê ya li dijî wan hevgirtî ne.

Piştre ji fermandar Mihemed Zêdan bi navê QSD`ê axivî û got dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazan hewl dide gelê herêmê qir bike û guhartina demografiyê pêk bîne da ku gelê resen têk bibe. Zêdan anî ziman ku QSD her tim li ser soza xwe ya parastina gel û yekitiya xaka Sûriyê ye.

Endamê rêveber ê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdurehîm Hiso axivî û îşaret bi Şoreşa 19`ê Tîrmehê kir ku di dîrokê de mînaka şoreşên mirovahiyê ye. Hiso dubare soza xurtkirina têkoşînê heta mîsogerkirina serkeftinê û derxistina dagirkeriya Tirk da.

Nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin. Dûre xalê şehîd Hesen Salih axivî û anî ziman ku di hemleyên rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wan du şehîd dane û îro jî şehîdekî din oxir dikin. Salih soza xurtkirina berxwedan û têkoşînê da.

(eh)

ANHA