HRE’yê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

HRE’yê eşkere kir ku şervan Izet Şera dema li ser erka xwe bû, di 12’ê Tebaxê de ji ber krîza dil şehîd bûye û diyar kir ku "Em hevrêyên şehîd Izet ji bo armancên wî yên mezin pêk bînin, soza xwe nû dikin û sersaxiyê ji malbata şehîd û gelê xwe re dixwazin."

HRE’yê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir
13 tebax, 2022   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî şehadeta Izet Şera Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Gelê me yê Efrînê di dîroka şoreşa me da cihekî xwe yê taybet heye û di têkoşîna me ya azadiyê de gelek keç û xortên xwe tev li meşa azadiyê kirine. Gelê me yê Efrînê tu demê li dijî zilm û zordariyê serî netewandiye, tevî qirkirin û komkujiyên ku li ser wan hat meşandin jî  bê deng nema, helwesteke şoreşgerî nîşan da.

Hevrêyê me Izet jî ji navçeya Şera ya bajarê Efrînê ye ku bi vê çanda berxwedêr mezin bûye. Di tevlêbûna hevrê Izet de çanda berxwedêr a gelê me bandoreke mezin çêkir û tev li meşa azadiya me bû. Bi nasîna fikrê azadiyê re hîn zêdetir xwe nas kir û di vê çarçoveyê de xwe bi pêş xist. Hevrêyê me Izet di tevlêbûna xwe ya jiyanê de xwedî bi ked bû. Kesayeteke dilpak û mutewazî bû. Berpirsyariya xwe ya parastina gelê xwe û axa xwe ya jiyanê de tawîz neda û heta kêliya dawîn a jiyana xwe jî erka xwe pêk anî.

Di serî de ciwanên me yên Efrînê û hemû ciwanên me yên Rojava pêwîst e xwedî li keda hevrê Izet derkevin û çeka wî li erdê nehêlin. Em hevrêyên şehîd Izet ji bo armancên wî yên mezin pêk bînin soza xwe nû dikin û sersaxiyê ji malbata şehîd Izet û gelê xwe re dixwazin.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Izet Şera

Nav û paşnav: Ferîd Mûsilî

Navê dayikê: Remziye

Navê bav: Ehmed

Cih û dîroka şehadetê: Herêma Efrînê, 12`ê Tebaxa 2022`an.”