Meclisa Leşkerî ya Suryan nasnameyên 2 şehîdan ragihandin

Meclisa Leşkerî ya Suryan bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe ku di êrişa dagirkeriya Tirk a li ser gundên navçeya Til Temirê de şehîd bûbûn, ragihandin.

Meclisa Leşkerî ya Suryan nasnameyên 2 şehîdan ragihandin
13 tebax, 2022   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Suryan, duh têkildarî şehadeta 2 şervanên xwe di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker a li ser gundên Til Temirê de, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Welatiyên gelê Suryan-Asûrî bi hevkarên xwe li Sûriyê hemû herêmên xwe ji terorê rizgar kirin û şerê tundtirîn rêxistinên terorê mîna DAIŞ’ê kir, di Reqa û Baxozê de têk birin. Lê temenê rizgarkirinê jî karwanê şehîdan bû ku li hember parastina xak û gelê xwe dudil nebûn.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan ji destpêka êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve di eniyên pêş de parastina destkeftiyên gel û şehîdên xwe kir.

Bi êrişên dewleta Tirk û komên wê re ku di vê dawiyê de windahiyên mezin di nava welatî û leşkerî de çêbûn; 2 şervanên me jî gihaştin asta şehadetê.

Dijmin hîna di binpêkirinên peymanên navneteweyî û biryarên Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî de berdewam in. Rojane eniyên bi ser sînor ve tên topbarankirin û windahî û zirar çêdibin û bi hezaran welatî koçber dibin.

Em Meclisa Leşkerî ya Suryan soz didin şehîd û tevahî gelên herêmê ku parastina gelê xwe bikin û nahêlin dijmin komkujiyên din pêk bînin."

Duh artêşa Tirk a dagirker gundên Dirdara û Qibor Qeracine yên Til Temirê topbaran kirin, di encamê de 2 şervanên Meclisa Leşkerî ya Suryan; Yûsiv Muhsin Mitras û Radî Mizel Osman şehîd bûbûn.

(fr)