Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Şevger Ebas jiyana xwe ji dest da

Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê û cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê Şevger Ebas îro li Qamişloyê di 49 saliya xwe de ji ber nexweşiyeke gurçikan jiyana xwe ji dest da.

Endamê Koordînasyona TEV-DEM’ê Şevger Ebas jiyana xwe ji dest da
13 tebax, 2022   08:54
QAMIŞLO

Vê sibehê endamê Koordînasyona Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê ya herêma Cizîrê û endamê Yekitiya Endezyaran a Herêma Cizîrê Şevger Ebas li Navenda Şûştina Gurçikan a li Qamişloyê ji ber nexweşiya lawazbûna gurçikan jiyana xwe ji dest da.

Şevger Nisredîn Ebas di sala 1973`yan de li gundê Til Şiyîr ê navçeya Tirbespiyê ji dayik bûye, bi salan kar û xebat di nava tevgera azadiyê de kiriye. Ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve cihê xwe di nava kar û xebatê de digirt.

Cenazeyê Şevger Ebas li goristana taxa Qidûrbeg a li bajarê Qamişloyê hat veşartin.

(sb)

ANHA