ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-08-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-08-2022
12 tebax, 2022   23:00

-Çalakiya kon a "Kanî dadmendiya we" ya ku ji aliyê Kongra Star û HPC'ê ve li ber avahiya NY'yê ya li Qamişloyê hatiye birêxistinkirin, di roja duyemîn de dewam dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li gundê Mizgeftê yê navçeya Tirbespiyê ji bo gerîlayê HPG'ê Hisên Cuma (Bawer Gelhat) sersaxî tê xwestin, saet 09:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêx û rûspiyên eşîrên gundewarê rojhilatê Dêrazorê li dijî dagirkeriya Tirk piştgiriya xwe nîşanî QSD`ê da, her wiha bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dagirkeriya Tirk ên bi rêya keşfên biçek û topavêjan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rizgarkirina Minbicê di Tebaxa 2016'an de bandoreke mezin li Sûriyê kir. Ji ber ku ev bajar ji bo aliyên nakok ên li Sûriyê girîng e. Her wiha navendeke DAIŞ'iyên biyanî bû. Lewre rizgarkirina Minbicê derbeyeke xurt li DAIŞ'ê da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Koçberên Efrînê li hemberî gef û êrişên dagirkeriyê teqez kirin wan xeta berxwedanê hilbijartiye û ew ê dev ji axa xwe neqerin. Ew dibêjin ku heta vegera li Efrînê misoger dikin, ew ê têbikoşin û dagirkeriyê têk bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şervanên li kêlek fermandar Jiyan Tolhildan şer kirine gotin: "Fermandareke leheng bû, ji bo parastina gel, bi taybet jinê şer kir. Her tim bi serkeftinê difikirî û bû sembola jina azad." Her wiha şervanan soza tolhildanê ji xayîn û dagirkeriyê da. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di hefteya borî de 11 welatî ji gund û navçeyên kantona Efrîna dagirkirî revandin, gelek dar birîn, mal û milkên welatiyan talan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bekir Cerade yê di êrişên hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de birîndar bû got, Operasyona Sondê berdewama sonda QSD'ê ye ku ji bo parastina herêm û gelê xwarine û bang li şêniyan kir ku piştgiriyê bidin vê operasyonê da ku bêghêje armancên xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Serokê T.N.K-S Rizgar Qasim:  ''Berpirsyariya berxwedana li dijî dewleta Tirk a dagirker a ku bi hemû hêza xwe hewl dide Rêveberiya Xweser têk bibe, dikeve ser milê her kesî.'' (BI WÊNE Û DÎMEN).

RAPOR

- Piştî civîna Soçiyê ya di navbera serokên Rûsyayê û dewleta Tirk a dagirker de, êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Her wiha gelek axaftin li ser nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û Tirkiyê de derketin. Li gorî çavdêran ev alî hewl didin Peymana Edeneyê pêk bînin. Siyasetmedarekî sûrî dibêje “Erdogan hewl dide bazarên nû ferz bike da ku herêmên din dagir bike.”

ANHA