​​​​​​​Piştî Soçiyê êriş zêde bûn û behsa ‘Peyamana Edeneyê ya Duyemîn’ tê kirin

Piştî civîna Soçiyê ya di navbera serokên Rûsyayê û dewleta Tirk a dagirker de, êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûn. Her wiha gelek axaftin li ser nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û Tirkiyê de derketin. Li gorî çavdêran ev alî hewl didin Peymana Edeneyê pêk bînin. Siyasetmedarekî sûrî dibêje “Erdogan hewl dide bazarên nû ferz bike da ku herêmên din dagir bike.”

​​​​​​​Piştî Soçiyê êriş zêde bûn û behsa ‘Peyamana Edeneyê ya Duyemîn’ tê kirin
13 tebax, 2022   04:34
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Roja înê 6'ê Tebaxê, civîna serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Soçî yê Rûsyayê pêk hat.

Li gorî encamnameya civînê, xurtkirina peywendiyên aborî û dosyayên Ukrayna û Sûriyê hatin gotûbêjkirin.

Li gorî cîgirê serokwezîrê Rûsyayê Aleksander Novak, her du serokan li hev kir ku beşek ji gaza Rûsyayê bi rûbleyê bê veguhastin û pêwîstiya cîbicîkirina peymana taybet a dexl ku li Stenbolê hatine îmzekirin jî heye.

Di daxuyaniya civîna her du serokan hate gotin "Di çarçoveya vê lihevkirinê de, lîderan li ser mijarên di rojeva têkiliyên dualî yên Tirkiye û Rûsyayê de şêwirînên berfireh kirin; zêdekirina qebareya bazirganiya di navbera her du welatan de li gorî armancên diyarkirî û li ser bingeheke hevseng; di çarçoveya hevdîtinê de di warê aborî û enerjiyê de hêviyên her du welatan ji hev bi cih anîn. Li ser mijarên ku ev demeke dirêj e di rojeva her du welatan de ne, di warên çûn û hatin, bazirganî, çandinî, pîşesazî, darayî, turîzm û avahîsaziyê de, li hev kirin ku ji bo xurtkirina hevkariyê gavên berbiçav biavêjin."

Pêwîstiya her du dewletan pê heye ku di dosyaya aborî de alîkariya hev bidin. Tirkiyê ji bo Rûsya wekî nefesa tekane ye, nemaze li gel cezayên aborî ku ji ber tevgera wê ya li Ukraynayê hatine ferzkrin. Di heman demê de pêwîstiya Tirkiyê bi îstîsmarên Rûsyayê heye. Çav li berdewama derxistina petrola Rûsyayê bi rêya xeta "Turk Stream" ji bo Ewropayê ne ku 8'ê Çileya 2020'î bi merasîmekê bi beşdarbûna Pûtîn û Erdogan ket piratîkê.

''Turk Stream" yek ji xetên boriyê yên gaze ne ku bi rêya Deryaya Reş ji Rûsya dighêje Tirkiyê. Enerjiya wê ya salane 31.5 milyar metrekab e. Armanc ji vê xetê gazê bigihîne Tirkiyê, her wiha bi rêya Tirkiyê jî bigihîne başûr û başûrê rojhilatê Ewropayê.

Beşê deryayî yê projeya xeta Turk Stream ji bajarê Anapa yê Rûsyayê heta bajarê Kirklarelî yê Tirkiyê ye ku li beramberî Deryaya Reş in. Dirêjeya wê xetê 930 km ye û ji du xet pêk tê, yek ji dide Tirkiyê û ya duyem jî dide Ewropayê. Beşa bejahî jî ku ji du xetên bi dirêjahiya 142 û 70 km pêk tê.

Lihevkirina tirkî-rûsî li ser xurtkirina hevkariyên aborî encama herî girîng û eşkere ya civîna Soçiyê ye. Ji ber ku ev lihevkirin zêdetir alîkariya Rûsyayê dike ku sûdê ji avantajên Tirkiyê werbigire da ku bandora cezayên rojava yên li ser xwe sivik bike, di heman demê de alîkariya Enqereyê dike ku di warê aborî de zêdetir sûd wergire.

Di çarçoveya vê peymanê de, Tirkiye dê dest bi dayîna bihayê gaza Rûsyayê bi rubleyê bike û têkiliyên bankî û lihevkirinên di navbera her du welatan de bi diravên herêmî pêş bixe. Her wiha ev gav dê rê bide Rûsya ku bazara cîhanî ya petrolê ya ku bi dolaran e dûr bixîne, di heman demê de rê bide Tirkiyê ku ziyanên gihiştine diraviya wê kêm bike ku bi lîreya tirkî bihayê enerjiyê bike

Serokê Partiya Sûriyê Ewlen (Destpêkê Sûriya) Selman Şebîb li ser mijarê ji ANHA'yê re axivî û wiha got: “Di warê aborî de teqezî li ser aktîfkirina kar ji bo zêdekirina miqdara bazirganî û hevkariya di gelek beşên bazirganî, çandinî, pîşesazî, tûrîzm, darayî û avahîsaziyê de hate kirin. Bi nêrîna min gava herî girîn a ji bo Rûsya di vî warî de erêkirina Erdogan e ku beşek ji bihayê gaza Rûsyayê ya ku ji bo Tirkiyeyê tê hinardekirin bi rubleyê bide."

Ji bilî dosyaya aborî, dosyaya Ukraynayê mijareke sereke ya danûstandinên Pûtin û Erdogan bû. Tirkiyê hewl da hevsengiyekê navbera sekina xwe ya li kêleka NATO'yê endameke wê ye û xirabnekirina têkilyên xwe yên bi Rûsyayê re çêke.

Tevî ku Tirkiyê pabendî cezayên rojavayî yên li dijî Rûsyayê nebû, lê dosya balafirên bêmirov ên Tirkiyê ku ji aliyê hêzên Ukraynayê ve li dijî hêzên Rûsyayê hatine bikaranîn, dosyayeke bi girêk di navbera Enqere û Moskowê de bû, lê xuya ye ku aborî ji ji bo Rûsyayê girîngtir e. Îhtîmal e ku lihevkirinên dawî yên Rûsya û Tirkiyê ku dê cezayên rojavayî bişkîne, hêrsa Amerîka û rojava ya li hemberî Tirkiyê zêdetir bike.

Li ser vê mijarê Selman Şebîb got: “Erdogan sûd ji vê hevdîtinê girt, her wiha vexwendina xwe ya ji bo civîna di navbera Pûtîn û serokê Ukraynayê de ragihand. Ev jî rola mezin a Tirkiyê ya ku di vî şerî de dilîze û girîngiya vê rolê ji bo aliyên cûda îsbat dike."

‘PEYMANA EDENEYÊ YA DUYEMÎN’ Û ZEXTÊN LI SER BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Di civîna her du serokan de dosyaya Sûriyê hebû. Lê diyar e ku Rûsya hewl dide rêgezên lîstokê li Sûriyê biguherîne û nakokiya di navbera Tirkiyê û Şamê de çareser bike.

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan eşkere kir ku hevpêşeyî wî Vladîmîr Pûtîn di hevdîtinên Soçiyê de çareseriya krîzê bi hevkariya hikumeta Şamê pêşkêşî wî kiriye.

Erdogan di dema vegera ji Soçiyê de bersiva pirsên rojnamevanên pê re da got ku Pûtîn jê re gotiye ku çareseriya krîza Sûriyê bi hevkariya hikumeta Şamê dê baştir be û wî jî bersiv da ku dezgeha îstixbarata Tirkiyê bi îstîxbarata Sûriyê re bi van mijaran re mijûl dibe "lê mesele bidestxistina encaman e."

Berî wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihandibû ku welatê wî amade ye bi hikûmeta Şamê re hevkariyê bike bi şertê ku Şamê li dijî QSD'ê şer bike.

Li gorî çavdêran her du alî (Rûsya û Tirkiyê) hewl didin Peymana Edeneyê ya di navbera hikumeta Şamê û Tirk de pêk bînin.

Rojnameya Eşerq El Ewset behsa xalên hevdîtinên Soçî yên di navbera Pûtîn û Erdogan de kiribû.

Li gorî rojnameyê, xalên li ser sîstema parastina asîmanî ya Rûsyayê ku rê dide Tirkiyê da ku êrişên xwe yên bi balafirên bêmirov ên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê berfireh bike, ji bilî civînên ewlekarî yên asta bilind di navbera berpirsên hikumeta Şamê û Tirkiyê de li Moskovê werin lidarxistin.

Her wiha rê li ber Tirkiyê were vekirin ku operasyoneke diyarker li herêma Til Rifetê pêk bîne û Peymana Edeneyê ya di navbera Şam û Enqere de ku sala 1998'an de hatiye îmzekirin deynin ser maseya diyalogan. Heman demê ji bo îmzekirina Peymana Edene 2 kar bikin û zextê li Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) were kirin da ku bi aliyê hikumetê ve biçe.

ERDOGAN HEWL DIDE BAZARAN NÛ BIKE

Li ser vê yekê Selman Şebîb got: "Atmosfera civînê maqûl bû, lê encamên wê diyarker nebûne, bi taybetî di dosyaya Sûriyê de, ku Erdogan hesaba wê dikir. Encamên hevdîtinê yên derbarê Sûriyê de yên ku hatine ragihandin, heman tiştên berê dûbare dikin mîna parastina yekitiya Sûriyê ya siyasî û silametiya xaka wê. Nizanim çawa ev yek bi dagirkirina axa Sûriyê re û metirsiya dagirkirina deverên din û teqezî li ser giringiya pêkanîna proseya siyasî û berxwedana li hember hemû cûreyên rêxistinên terorîst dike, çêbibe. Bi giştî, em dikarin bêjin ku encamên civînê yên hat ragihandin ne bi qasî ku Erdogan ji wan hêvî dikir, ne li gorî leza lidarxistina wê piştî kêmî çend rojan ji ciîna Tehranê ya her du aliyan bi serokê Îranê re bû."

Şebîb anî ziman ku Erdogan wekî her car, bazar û şantajê dike û ji her firsendê sûd werdigire da proje û planên xwe yên mezin û xeternak ji bo Tirkiye û herêmê bi dest bixe û got: "Bê guman şerê Ukraynayê û hewcedariya zêde ya Rûsyayê bi rola  Tirkiyê firsendeke zêrîn di dema guncaw de dide wê, her wiha gelek kartên desthilatê dane wî, ku ew niha pê dilîze û hewl dide bi Rûsya û yên din re lihevkirinan bike û Peymana Stenbolê mînaka destkeftiyên siyasî û aborî ne ku di pêkanîna wê de bi ser ket.”

Li ser têkiliyên hikumeta Şamê û dewleta Tirk jî Şebîb wiha got: "Erdogan eşkere got ku li ser daxwaza Pûtin û bi koordîneya Rûsyayê hevdîtinên ewlehiyê bi aliyên sûrî re hene, lê heger encamên van hevdîtinan pêk neyên divê Rûsya alîkariya me bike an ku destûr bide me yanî dest bi êrişan bike. Erdogan dikare hinceetan biafirîna da ku binkeftinênên van lihevkirinan û nepêkanîna encamên ku dixwaze ragihîne."

Êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bikaranîna balafirên bêmirov ên bi çek eşkere dike ku lihevkirinên veşartî di navbera Rûsya û Tirkiyê de hene da ku zextê li QSD û Rêvebriya Xweser bike ji bo ku tawîzan bikin hikumeta Şamê.

‘BÊYÎ ÎRANÊ DOZÊN HESTIYAR NÎQAŞ KIRIN’

Ev hevdîtin piştî çend rojan ji civîna Tehranê ya di navbera Rûsya, Tirkiyê û Îranê de pê kat.

Lê di civîna li Soçiyê de amade nebû. Îran li dijî êrişên nû yên Tirkiyê yên li ser Şehbayê ye, ji ber ku ev herêm nêzî wan herêman e ku hêzên alîgirên wê lê ne.

Li ser vê mijarê Şebîb wiha got: "Bê guman diyarkirina dema vê hevdîtinê piştî kêmî mehekê ji civîna Tehranê derî li ber gelek şîrove û analîzên girêdayî mijarên ku dê werin nîqaşkirin û diyarkirin, yanî mijarên derbarê gelek dozên girîng û hestiyar ên taybet ên di navbera her du aliyan de, di serî de dosyaya Sûriyê vedike. "

Şebîb îşaret pê kir ku di civîna Soçiyê gelek mijarên ku di daxuyaniya dawî de hatin eşkerekirin hin dosya bi awayekî eşkere nehatin ragihandin, ev jî tiştekî normal di navbera du dewletan mîna Rûsya û Tirkiyê de ye ku di hin aliyan de têkiliyên wan bi girêk e."

Serokê Partiya Sûriya Ewlen Selman Şebîb her wiha got: "Beşdarnebûna Îranê piştî civîna sêalî hat, divê hemû dozên ku her sê welatan eleqedar dike hatibin nîqaşkirin. Ruxmî hebûna Îranê ya mezin di gelek dosyayên ku di civîna Soçiyê de hatin nîqaşkirin, wekî dosyaya Sûriyê, lê yeqîn nakim ku beşdarnebûna Îranê hewldanek e da ku wê dûr bixin an jî rola wê lawaz bikin.

Baweriya min ew e ku her du alî ji bo vê yekê ne kêm in, lê şebekeya berjewendî û peywendiyên di navbera her sê welatan de, bi kêmanî ji bo niha û ji bo pêşeroja pêşbînkirî van xwestekan ditepisînin. Ez texmîn dikim ku her yek ji Rûsya û Tirkiyê bi awayê xwe encamên vê hevdîtinê, an jî bi awayekî rasttir, li ser tiştên ku li hev kirine, wê Îranê agahdar bikin."

‘ASTANA REWŞEKE PARÇEBÛYÎ YE’

Şebîb her wiha bal kişand ser civînên Astanayê û wiha lê zêde kir: "Xeta Astanayê wekî xeteke zêde dest pê kir ku dozên leşkerî û ewlehî yên pêwîst çareser bike û di pêkanîna gelek lihevkirinan de bi ser ket, li gelek herêmên aktîf yên derdora Şamê û gundewarên bakur û Humisê û deverên din şer rawestand û gavên berbiçav di vî warî de pêk anîn, lê ruxmî vê yekê rewşeke parçebûyî li ser xakê pêk anîn û di pêkanîna proseya siyasî ya aktîf de nebû alîkar. Em dikarin bêjin ku heta astekê proseya siyasî betal kir. Pêvajoya Astanayê potansiyela xwe ji dest daye û di heman xalê de rawestiyaye, ji ber ku lihevhatina berjewendiyên dewletekê û nakokiyên wê nîşan dide û ne eleqedar e ku bigihêje çareseriyeke siyasî ya berfireh ji bo pirsgirêkên Sûriyê."

(bb)

ANHA