Ebû Adil: Em qebûl nakin careke din Minbic were dagirkirin

Fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil destnîşan kir ku ‎rizgarkirina Minbicê pira destekdayîna Tirkiyê ya bi DAIŞ'ê re bi rûxand û got "Herêm ‎ewle ye û xwedî rêveberiyeke xweser e lê li pêşberî plan û xetereya dewleta Tirk e."‎

Ebû Adil: Em qebûl nakin careke din Minbic were dagirkirin
12 tebax, 2022   06:04
MINBIC

Bi boneya nêzîkbûna 15'ê Tebaxê salvegera 6'an a rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ'ê, ‎fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil ji ANHA'yê re axivî.‎

Li ser girîngiya rizgarkirina Minbicê Ebû Adil got: "Salên di navbera 2014 û 2016'an de ‎Minbic veguherîbû stûnekê ji bo DAIŞ’ê li Sûriyê û Iraqê, bûbû nuqte û pira ku çeteyên ‎DAIŞ'ê ji sînorê Tirkiyê li herêmên Sûriyê belav dibûn. Ji ber vê yekê rizgarkirina wê ‎pêwîstiyek bû da ku ev pir were rûxandin û belavbûna çeteyan li Sûriyê û Iraqê were ‎rawestandin. Her wiha da ku desteka leşkerî û lojîstîk a ku Tirkiyê dida DAIŞ'ê were ‎bidawîkirin. Pêngava rizgarkirina Minbicê li ser vê pêwîstiyê dest pê kir. Di heman demê ‎de li ser banga şêniyan hat ragihandin ku di nava du salan de di bin dagirkeriya DAIŞ'ê de ‎azar kişandin. Tê zanîn ku bajarê Minbicê yê yekane bû ku gelek caran li hemberî ‎kiryarên DAIŞ'ê rabû. Li ser vê yekê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya di bin ala QSD'ê de bi ‎hêzên Koalîsyona Navneteweyî koordîne kir û dest bi pêngava rizgarkirinê kir."‎

Mihemed Ebû Adil da zanîn ku Minbic ji herêmên herî xeternak ku bi çeteyên cîhanî ve tijî bû ‎veguherî herêma herî birêxistinkirî bi saziyên xwe yên sivîl ên demokratîk û leşkerî û got: ‎‎"Gel bajar û gundên xwe li gorî tecrubeyeke nû bi rê ve dibe, komên leşkerî bûn yek, ‎Hêzên Ewlekariya Hundirîn roleke mezin di pêkanîna ewlehî û îstiqrara herêmê de ‎dilîze.''‎

‎'PEYAMA ME DIYAR E; JI BILÎ PARASTINÊ TU VEBIJÊRKÊN DIN TUNE NE'‎

Fermandar Mihemed Ebû Adil diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Minbicê û Meclisa ‎Leşkerî ya Minbicê hebûna Tirkiyê li xaka Sûriyê red dikin, tecrubeya demokratîk a li ‎herêmê bi xetereya êrişên leşkerî yên Tirkiyê re rû bi rû ye.‎

Ebû Adil di dawiya axaftina xwe de got: "Peyama me diyar e, parastina bajar û ‎destkeftiyên şehîdan in. Ji bilî rabûna li hemberî xeteriyan û parastina Minbicê vebijêrkên ‎din tune ne. Minbiciyan di oxira rizgarkirina bajarê xwe de fedekariyên mezin dan û ‎qebûl nakin ku careke din bajar were dagirkirin. Em ê li hemberî xetereyên hundirîn û ‎derve bisekinin. Nameya eşîran jî diyar bû ku li dijî gefên Tirkiyê bi hêzên xwe yên ‎leşkerî re ne."‎

Meclisa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê di çaroveya Pêngava Fermandar Feysel Ebû Leyla de ‎ku 76 rojan dewam kir, di 15'ê Tebaxa 2016'an de rizgarkirina tevahî bajarê Minbicê ji ‎çeteyên DAIŞ'ê ragihand. Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Feysel Ebû Leyla di ‎roja 4'an a pêngavê de şehîd bûbû.‎

Minbicê bi êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker rû bi rû ye ku hewl dide ewlehî û istiqrara ‎herêmê derbe bike û projeya wê ya demokratîk têk bibe.‎

ANHA